Kaxeza ku Neteweyên Yekbûyê der barê Reva ji Sizayê di Tawanên li Dijî Rojnamevanan de, Pêşkêş kir

Mamostatên Beşdar, Nûnerên Dewletan

Dema ku ez ber bi New Yorkê ve dihatim, belafireke cengî girêdayî Rêjîma Sûrîye an Rûsyayê, dibistanên gundê (Hasê) li Bakurê Sûrîyeyê bombebaran kirin, di encamê de bi dehan zarok kuştî û birîndar li dûv xwe hiştin. Li gor min weke welatîyekî Sûrîyeyî, ev yek ne seyr e ji ber ku armanckirina dibistan, nexweşxane û bazaran her weha kuştina sivîl û zarokan bûye tiştekî normal ku bi berdewamî, li pêş çavên hemûyan, li welatê min diqewime. Sivîl û zarok li Sûrîyeyê bûne hejmar ta asta ku torên nûçeyan nema kuştina wan weke nûçeyeke giring an lezgîn dibîne.

Lê rastî tiştê ku hişt ez mat bimînim, ew e xelatkirina (Josef Gobbles ê Sûrîyeyî) ji alîyên Emîndarê NYyê yê giştî Ban Ki Mon ve, tevî ku divabe emîndar giştî xwedî nirxine sincî û mirovî be.

Ji lew re, hêvîdar im ku hun pirsyara min bigihînin Emîndarê Giştî, gelo berî ku ew dev ji cihê xwe berde; dixwaze rojeke cîhanî ya xelatkirina tawankarên cengê destnîşan bike, an vê roja bixe şûna roja cîhanî ya bidawîanîna reva ji sizayê, yak u bi xwe mijara civîna me ya îro ye?  

Nabe em hîn bipirsin, çima nema bawerîya ciwanên Rojhilata Navînê û taybet yên Sûrîyeyê bi nirxên sincî û mafên mirovan tê, û çima ew berê xwe didin tundîyê.

Em vegerin mijara xwe ya sereke, dijatîya reva ji sizayê di tawanên li dijî rojnamevanan de û ji ber tiştê ku li Sûrîyeyê çêdibe, dikarim ji we re teqez bikim ku hemû alîyên şer rojnamevan û kesên ku di warê ragihandinê û veguhestina agahîyan de kar dikin, armanc dikin, dema ku em rêxistinên van kiryaran dikin weke terorî bi nav dikin, ma çima em hikûmetên ku van kiryaran dikin bi nave hikûmetên terorîs bi nav nakin? Alîyên şer li Sûrîyeyê dibîin ku ew dikarin tawana xwe bi rêya kuştina şahidan veşêrin, ev rojnamevan û welatîyên rojnamevan yên ku li ser asteke navxweyî kar dikin; bo mafê me yê gihaştina bo agahîyan kar dikin, lê tevî wilo jî ew bi tena xwe di nav rêjîmeke faşîst û rêxistinine îslamî faşîst de mane, ta bi rojnamevanên ku li herêmên Rêveberîya Xweser jî kar dikin, rastî girtinê hatine. Eb kiryarên alîyên şer li Sûrîyeyê, ta roja îro jî berdewam in, mixabin dê hê jî berdewam bike ji ber ku lêpirsîn tuneye, her weha ji ber ku reva ji sizayê bûye taybetmendîyeke serdemê.

Mamostayên Jin û Mêr:

Di roja 27ê Gulana 2015an de, biryara (2222) ji Encumena Ewlekarîyê der barê parastina rojnamevanan di şerên çekdarî de derket, ez spasîya hevkarên li Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor dikim ji ber karê wan di derxistina vê biryrarê de, her weja şanaz im ji ber ku hevkarên min ên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê xwedî rol bûn di vî warî de, lê tevî wê hêvîya ku biryarê da me, em îroj dibînin ku hejmara rojnamevanên ku rastî binpêkirinan tên zêdetir dibe, nexasim li deverên şer, ji lew re pêdivîya me bi karê pratîk heye da ku birayara (2222) karibe bigihê armancên xwe yên parastina rojnamevanan û lêpirsîna tawankaran û garantîkirina sizakirina wan ji lew re em cardin li ser giringîya van xalan teqez dikin:

  1. Destnîşankirina nûnerekî taybet bo emîndarê giştî da ku bi karê parastina rojnamevanan û şopandina asta pabendîya dewletê endam bi biryara (2222) mijûl be.
  2. Çêkirina dadgeheke navdewletî bo tawanên dijî rojnamevanan ku li ser karê şopandin û sizakirina tawankaran bisekine.
  3. Çêkirina lîsteyeke reş salane bo kes, rêxistin û hikûmetên ku rojnamevanan  û azadîya rojnamegerîyê armanc dikin her weha sizakirina wan.

New York 27-10-2016