Programa Mala Rojnameger
Birêveberê Programa Mala Rojnameger
Ji 7 heta 25ê tebaxê
Dirêjahîya dema Girêdan: Salek
Berpirsyarîtî
- Serpereştîya li ser birêvebirina çalak a programa Mala Rojnamegerî û bicihanîna pilan û çalakîyên programê.
- Amadekirina planên stratîcîk û raporên karê bidawîkirî, bipêşxistina planên programê û yên şopandin û nirxandinê.
- Bipêşxistina pêşniyarnameyên projeyan û belgeyên stendina minheyên programê.
- Birêvebirina tîma Mala Rojnamegerî û serpereştîya ser dabeşkirina kar.
- Destnîşankirina alîyên peredayînê bo programê û gengeşekirina derfetên piştgirîyê li gel birêveberê yekser.
- Şopandina projeyan û hevrêzkarîya li gel alîyên peredayînê û tîma programê bi armanca garantîkirina bicihanîna projeyan li gor qanûnê.
- Amadekirina raporan û garantîkirina bicihanîna çalakîyan di dema xwestî de û hevrêzkarîya li gel beşê darayî der barê raporên pêwendîdar de.
- Avakirina karînên time û pêşkêşkirina alîkarîyê di warê bipêşxistina jêhatinan de bi armanca bicihanîna plan û çalakîyên programê.
- Avakirin û birêvebirina têkilîyan li gel kesên xwedî berjewendî û li ser asteke bilind
- Pabendîya bi pîvanên pîşe yên ku behsa wan di system, protokol û qanûnên pêwendîdar de hatiye kirin.
- Peydakirina jîngeheke ewle û pabendîya bi gavên ewlehî, rêgez û bendan.
Jêhatin:
- zanîna bi Erebî û Îngilîzîyê (xwendin û nivîsandin);
- zanabûnek di hevrêzîya programan de an karekî pêwendîdar;
- zanebûna di warê birêvebirina programan û bipêşxistinê de.
- zanabûna di warê budce û raporan de;
- zanabûna di prgramên Officeê de;
- karibe di nava tîmeke cihêreng de kar bike;
- Jêhatinên birêvebirina demê û birêxistinkirinê;
- karibe bi hurgilîyan agahdar be;
- zaîneke kûr di warê guhertin û alîyên li ser erdê di Sûrîyayê de li ser asta navxweyî û niştîmanî li gel guhdaneke taybet bi seqaya kar ya dezgehên ragihandinê yên navxweyî û mafên mirovan;
- Avakirin û birêvebirina têkilîyan li gel kesên xwedî berjewendî û li ser asteke bilind.
- Birêvebirina tîmên cihêreng û şopandina kar di nava fişarê de;
Please send applications to [email protected] and [email protected]