Zanîngeha Harvardê Hevkarîya afrênerîya ragihênerî pêşkêş dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 1/12/2017

Rojnamevan ji seranserî cîhanî yên ku bi sazîyên nûçeyî re ku karê bazirganîyê, teknolcîyayê yan karîna pêşengîyê dişopînin, dikarin daxwaznameyên xwe ji bo bidestxistina danekê li zanîngeha Harvardê li Cambridge, Massachusettsê pêşkêş bikin.

Dezgeha Nîmanê a Rojnamegerîyê û Navenda Berkmanê ya internet û Civakê dê herî kêm pêşwazîyê li hevakrekî bo saleke akadîmîk bikin da ku projeyeke lêkolînê der barê afirandinê di rojnamegerîyê de çêbike.

Divabe namzed projeyekê girêdayî veguhertina bo rojnamegerîya îlêktronî pêşniyar bikin. Dibe ku mînakên wan hizireke jêderine nû bo peredayîna rojnamegerîyê, avakirina alavên nû yên pêşkêşkirina raporan an lêkolîna di cûreyên daxwazên li ser nûçeyan bin.

Hevkar dê mûçeyekî bi nirxê 65,000 US$ bistînin li gel hin pereyên xwedîkirina zarokan, niştebûn û tendirustîyê.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan 1ê bergfanbara 2017an e bo rojnamegerên navdewletî û 31ê rêbendana 2018an bo rojnamevanên Amerîkan.

bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.