Pêşbirka Rory Peckê 2017an ya rojnamegerên video dest pê dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 3/7/2017

Rojnamevanên video yên ku nûçeyên navdewletî dişopînin û yên ku ne girêdayî tu sazîyê ne dikarin daxwaznameyên xwe bo wergirtina vê xelatê pêşkêş bikin.

Armancên xelata Rory Peckê ya ku Rory Peck Trust bi rê dixe, ew e rêzgirtina wênekêşên serbixwe ye. Rory Peck Trust di sala 1995an de piştî du salan ji kuştina wênekêşê serbixwe Rory Peck li Moskovayê, hate damezrandin.

Sê xelat hene: ya nûçeyan, ya mijarên balkêş û Sony ya pîşekarîya di warê rewşa heyî de.

Asta wênekêşîyê di hemû beşan de tê berçavstendin, lê guh li armancên takekesî û destpêşxerî û karîna rojnamegerî jî tê kirin.

Divabe vidioyên şandî di (television, ajanseke nûçeyan an bi rêya înternêtê) di nav 1ê hizêrana 2016an û 30ê hizêrana 2017an de hatibin weşandin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 3/7/2017

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.