
Kampanîya Taa Mutehirira pêşbirka xwe ya çêtirîn nivîsa rojnamevanî û rapora dîtbar radigihîne û daxwazname ji 5 ta 31ê cotmehê tên qebûlkirin.
Xelata pêşbirkê 1000$ e bo nivîsan û 1500$ e bo raporên vîdyoyî lê divabe nehatibin belavkirin ta dema ragihandina encamên pêşbirkê.
Rojnameya Elşerq Elewset dê her du raporên bijartî belav bike.
Naveroka Pêşbirkê:
Divabe mijarên nivîs û raporan yek ji van mijaran bin:
- Wêneya jina Sûrîyeyî ya klasîk û karên şikandina vê wêneyê.
 - Rol û karên ku jina Sûrîyeyî di warê giştî, mirovî û niştîmanî de piştî 2011an pê rabûye.
 - Cûdakirina neyênî ya ku li ser cenderê ava dibe ku li dijî jina Sûrîyeyî tê pêkanîn.
 
Mercên Beşdarîyê:
- Nasnameya Sûrîyeyî an Sûrîyeyî/Filastînî.
 - Temen: 20-45 sal.
 - Rojnamevan an çalakvanên ku bi dezgehên ragihandinê re an bi awayekî serbixwe kar dikin.
 - Niştebûna li Sûrîyeyê an li (Libnan, Tirkîye, Îraq an Ordunê)
 - Divabe nivîs an rapor behsa mijarên destnîşankirî bike yên ku pêşbirkê bijartiye.
 - Divabe mijara vîdyoyê an nivîsê nehatibin belavkirin ta dema derxistina encamên pêşbirkê.
 - Hejmara gotinên nivîsê ji 800 ta 1500 gotinî ye û vîdyo ji 5 deqan kurttir e.
 
Awayê pêşkêşkirinê:
- Dagirtina daxwaznameya beşdarîya di pêşbirkê de bi rêya vê lînkê.
 - Madeya nivîsî bi forma word tê şandin.
 - Rapora dîtbar bi forma mp4,mov tê şandin ku li ser malperên biparvakirinê hatibe daxistin û link li ser emaila kampanîyê tê şandin lê ev link divabe ta destpêka mijdarê berdest be.
 
Ev agahî ji bo emaila kampanîyê tên şandininfo@liberated_t.com her weha madeya ku piştî saet 12 roja 31ê cotmehê tê şandin nayê pejirandin.




