Perwerdeyeke pêşxistina stratîcîyên karê ragihandinê, nuha berdest e

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 15/6/2017

Rojnamevanên ji Libnan, Misir, Kurdistana îraqê, Ordon û Mexribê û yên ku bêhtirî 5 salan kar kirine, dikarin beşdarî vê programê bibin.

Dezgeha Meharat û Akadîmîya Deutsch Welle ku dezgeheke Almanî ya pêşxistina navgînên ragihandina navdewletî û perwerdekirina ragihêneran e, perwerdeyeke rêveberîya ragihandinê bi rê dixe û ji rêbendana 2018an te gulana 2018an li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê berdewam dike.

Kesên beşdar dê hînî zanyarên ku dê alîkarîya wan di rêveberrîyeke serkeftî de bo karê ragihandinê bibin. Di nav mijaran de jî pêşxistina stratîcîya karan di dezgehên ragihandinê de heye her weha çawanîya çêkirina tîmeke çalak di navgînên ragihandinê yên nûjen de.

Kesên ku dê perwerdeyên bibînin, dê bawernameyan werbigirin. Perwerde dê bi zimanê îngilîzî be.

Program nirxên perwerdeyên û çûn û hatinê li xwe digire.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 15ê hizêrana 2017an e.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.