Îtîcahat Navên Lêkolînerên Bijartî bo Gera xwe ya Pêncem (Kûrkirina çanda naskirinê) radigihîne

Cotmeh – 21017 Îtîcahatê navên lîkolînerên ciwan ên ku di çarçoveya gera pêncem a lîkolînan de li jêr serenavê (Kûrkirina Çanda Naskirinê) hayine bijartin bi piştgirîya Mîmîta – Navenda geşepêdana warê çandî û hevkarîya hunerî û dezgeha Cebel Elfeyrûz, ragihand.

Komîteya dadweran a ku ji xanim Serab Etasî,  Mamosta Farûq Merdem Bek û Dektor Hesen Ebas pêk tê, 15 kaxezên lêkolînan ji 80yî ta 27ê tebaxê –dîroka dawî ya şandinê- wergirtibûn, bijartÊ

Erwa Şeref Eldîn: Guhertinên Xaknîgarî Çandî yên Bajaran (xwendina rewşê – Şama Mezin)

Alîna Ewêşq: wateya male li cem ciwanên Sûrîyeyî li Beyrûtê

Besma Şêxo: nîşanên cengê di karên hunermendên Sûrîyeyî de di nav 2011an û 2017an de

Tala Elşamî û Luceyn Helîme (lêkolîneke hevbeş): veberanîna çandî bo mîrateyê pîşesaz li Şamê – xwendina rewşekê: kargeha çementoyê

Husam Elhesûn: Turkmenên Sûrîyeyî li Turkîyeyê – xwendina pirsgirêkên nasnameya çandî piştî kirîza Sûrîyeyê 2011

Dîma Neşawî: tayên hêvîyê – çêkirina Egbanî

Rena Şêx Elî: leşkerkirina civaka Sûrîyeyî: awayên wê û bandora wê li ser rewşa civakî û çandî

Zêna Şehla: pîşeyên Şamî di cengê de: caw weke mînak

Sultan Çelebî: girêdana stranan bi siyasetê (xwendina rengên stranan piştî şerê Sûrîyeyê)

Elaa Elşêx Hesen: pîşeyên Sûrîyeyî li ser destan (awayên jîyînê)

Xeys Elşear: di bekgrawndên çandî de yên nasnameyên mûzîka Sûrîyeyî ya nû de

Meryem Semian: rola şanoya pêlîstokan weke alaveke hunerî a guhertina çandî di civaka Sûrîyeyî de

Mistefa Skaf: bersiva dezgehan bo rêveberîya metirsîya mîrateyê çandî li Sûrîyeyê

Mistefa Eksem Silêman: wêneya şoreşê di şanoya Sûrîyeyî de di şeş salan de

Nûr Ebû Ferac: erkên civakî û çandî yên xwarina Sûrîyeyî û guhertina wê di dema cengê de

Bo naskirina mijarên lêkolînên bijartî bi zimanê Erebî li vê derê bixe.