Heft şîret ji bo rojnamevanan da ku datayên xwe biparêzin

yek ji mercên ku divabe di çi passwordeke xurt de peyda bibe ew e k utu kes nikaribe pêşbînî bike her weha tîpên girdek, tîpên hûrdek, hejmar û sembol tê de hebin her weha ji bo bêhtirî malperekê neyên bikaranîn û guhertina wê her demekê eger pêwîst bike.

Malpera How Secure Is My Password yek ji malperên ku xizmeta teqezîya ji hêza passwordê pêşkêş dike (eger ekran sor be divabe password di cih de were guhertin, lê eger kesk be tê wateya ku password xurt e û nayê pêşbînîkirin).

2. xizmeta “asta teqezîyê ya duyem”

Gelek malperên têkilîya civakî xizmeta asta teqezîyê ya duyem pêşkêş dike ku piranîya caran hejmara telîfonê ye û te derbasî emailê nake heta codek bigihê telefona te ku piştî nivîsandina passwordê tu dinivîsî.

3.seredana malperan û daxistina dosyayên ku hun ji jêdera wan piştrast in

Divabe hun seredana malperên ku hun ji jêdera wan piştrast in bikin her weha dosyayên jêdera wan ne naskirî ne danexin, her weha nekevin malperên ku hayî yên navdar dikin mîna (Faceboook.com). malpera Total Virus xizmeta dîtina dosyayên ku ji 128MB ne mezintir in bê pere ji we re pêşkêş dike.

4. nûkirina programên bikarhatî û sîstemê

Divabe system û programên bikarhatî bitaybet yên ku pêdivîya wan bi înternêtê heye werin nûkirin (rast e ku lawazîya înternêtê vê yekê zehmet dike lê herî kêm nûkirinê ji programên ewlehîyê yên metirsîdar re çêbike!).

     5. parastina taybet bi modimê

Bikaranîna passwordeke bihêz weke me diyar kir li gel teqezîya li ser  cûreyê şîfreyê WPA2 û MAC Filtering dema ku Modin ji alîyê hejmareke kêm ji kesan tê bikaranîn.

6. tevlîbûna bo torên ku pişta te ji wan rast e

Tevlîbûna bo torên nenaskirî (bêpere) yan nenaskirina hejmarên kesên têkildar bi tore dibe sedema êrîşekê li ser te (êrîşker dibe navbeynkar di nav qurbanîyê û server ku pê re di têkilîyê de ye da ku ji qurbanîyê re bide xuyakirin ku server e û di encamê de ew dikare hemû agahîyên şandî di hundirê tore de bibîne) û ji bo xweparastinê tu dikarî li jor binêre û cûreya şîfrekirinê ya HTTPS hilbijêre û ne ya HTTP.

7. bikaranîna Antivirus li gel nûkirina wî bi awayekî berdewam

Gelek kes pirsa antivirusê harî baş ji bo bikaranînê dikin, lê bersiv ji vê pirsê re tuneye ji ber dimîna pirsa “tirimbêla herî baş çi ye?”, her antivirusek xweî başî û nebaşî ye lê ez şîreta biakanîna Avira ya bêpere dikim ji ber ku bikaranîna wî hesan e.

Jêder:

Institûya Rastîya Rojnamegerîyê – ji Tora Rojnamegerên Navdewletî