Festivala belgefîlman a cîhanî “Flahertiana” pêşwazîyê li berbijarîyan dike

Festivala belgefîlman a cîhanî “Flahertiana” pêşwazîyê li berbijarîyan bo pêşbirka xwe ya 2018an dike. Festival ku li ser navê çêkerê fîlman Robert G.Flaherty weke rêzdarîyekê bo wî hatiye binavkirin dê di nav 14 û 20ê îlonê de li Bêrma Rûsyayê were lidarxistin. Kesên ku li seranserî cîhanê fîlman çêdikin dikarin karên xwe pêşkêşî pêşbirka fîlman a navdewletî bikin.

Kesê serkeftî di beşê çêtirî belgefîlm dê 250,000 Rûbilê werbigire (4,455 US$). Kesên serkeftî di warê çêtirîn mijar û çareya hunerî dê 75,000 Rûbilê werbigirin (1,336 US$).

Derhêner dikarin xelata xwe bi Rûbil, Yoro an Dolar werbigirin.

Divabe berbijarî nêzî mijara dekomenterî ya Robert Flahetry û fîlmê wî yê navdar “Nanook of the North” bin. Her weha berbijarîyên ku ne bi îngilîzîyê bin divabe werger li gel wan hebe. Divabe hemû karên şandî piştî 1ê rêbendana 2017an hatibin belavkirin an pêşkêşkirin.

Festival dê nirxê vîza, hatûçûn û niştebûna sê rojan li Bêrmê ji bo derhênerên ku fîlmên wan ji bo pêşbirka navdewletî hatine bijartin, li xwe bigire.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina fîlman 10ê gulanê ye.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.