Derfeteke rahênanê bo gêncên Sûrîyeyî

Komîteya Sûrîyeyî ya UWC a girêdayî dezgeheke rahênan ya navdewletî bi nave “Dibistanên Cîhana Yekgirtî” World United Collages, xwendekarên ji Sûrîyeyê (her weha Filestînîyên Sûrîyeyê) yên ku temenên wan di nav 16 û 18 salan de dibijêre da ku xwendina xwe û bakalorya xwe ya navdewletî International Baccalaureate li dibistaneke UWCê li derûdora cîhanê werbigirin. Ji slaa 2010an ve Komîteya Sûrîyey 56 danên têkûz pêşkêşî xwendekarên Sûrîyeyî û Felestînî kirye (yên xwedî pasporta Sûrîyeyî) da ku xwendina xwe li “Dibistanên Cîhana Yekgirtî ” li Amerîka, Brîtanya, Holland, Bosna, Hind, Ermînya, Îtalya, Almanya, Hong Kong, Kanada û Kosta Rîkayê berdewam bikin.

Bo naskirina agahîya, ji kerema xwe re seredana rûpela çawa tu pêşkêş dikî bike? Her weha rûpela Komîteya Sûrîyeyî li ser Facebookê. Hun dikarin seredana vê albomê bikin da ku hun pirsên dûbarekirî nas bikin (bi zimanê Erebî) her weha vê vidyoya li ser Youtubeê (bi zimanê Erebî) da ku hun agahîyên girêdayî pêşkêşkirina li înternêtê nas bikin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 15ê mijdara 2017an.

Pîvanên Pejirandinê:

  • Tu Sûrîyeyî bî an Filestînîyê xwedî pasporta Sûrîyeyî bî. Bêyî guhdana bi devera jîyîna te.
  • Xwedî pileyên baş bî di dibistanê de.
  • Refê dehan bidawî kiribe an ten û xwe di wê refê de qeyd kiribe.
  • Temenê te di 1ê îlûna 2018an de di nav 16 – 18 salan de be.