Daxuyaneke Rojnamevanî:
Îşkenceya di bin sîya Esed de: rêya dadmendîyê bi Almaniya re jî derbas dibe.
Kesên ku ji îşkenceyê rizgar bûne dozekê ji bo dozdarê giştî yê Alman li dijî serokên dezgehên muxaberatê li Sûryeyê, hildidin.
Berlîn, 2yê Adara 2017an: ne tenê piştî xwepêşandanên 2011an, bicihanîna îşkenceyê der heqê çalakvanan û opozisyonê de ji alîyê hikûmeta Sûryeyê bi serokatîya Beşar El-Esed bi awayekî rêxistî û li ser asteke berfireh, dest pê kiriye, lê ji berî dehên salan çêdibe. Di vê demê de, gelek rê lê pêş dadgehên navdewletî ji bo dozlêvekirina bi rêya dadgehan li Sûryeyê, tunene. Lê dezgeha dadgehê li Almanyayê dikare li ser bingeha mafê navdewletî, rola xwe çalak bike. Ji lew re, heft kesên Sûryeyî ku ji îşkenceyê rizgar bûne ji nav wan jî her du parêzerên Sûryeyî Enwer El-Bunî ji Navenda Sûryeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî (Syrian Center for Legal Researches & Studies), û Mazin Derwîş ji Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ( Syrian Center for Media and freedom of speach (SCM)) , li gel Navenda Ewropî bo Mafên Destûrî yên Mirovan (ECCHR), dozek li dijî kesên pilebilin di dezgeha Muxaberatên Sûryeyê de, bo dozgerê Alman li bajarê Karlzroha (Karlsruhe), rakirin.
Emîndarê giştî yê Navenda Ewropî bo Mafên Destûrî yên Mirovan (ECCHR); Volvgang Kalêk, got: “nabe ku em li himber tawanên ku li Sûryeyî têne kirin, bêdeng bimînin, lê divabe em karê xwe yê belgekirinê bi awayekî qanûnî bikin” “Almanya ne tenê dikare, lê erkeke li ser wê ku lêpirsîneke qanûnî der barê tawanên ku li Sûryeyê çêbûne, weke îşkence, komkujî û tundîyê, çêbike.”. Navenda Ewropî bo Mafên Destûrî yên Mirovan (ECCHR) ji sala 2012an ve di tawanên ku alîyên şer li Sûryeyê dikin, dikole. Herweha karê xwe li gel toreke navdewletî ku kesine ji îşkenceyê rizgar bûne ku mafê parastin li Almanyayê bi dest xistine, bi wan re kar dikin, bi cih tine.
Doz li dijî şeş berpirsên pilebilind ên naskirî di nav Muxaberata Leşkerî ya Sûryeyî de, her weha berpirsiyarine din di dezgeha navbuhurî de, hatiye vekirin. Qurbanîyên îşkenceya di zindanên girêdayî dezgeha muxaberata leşkerî li Sûryeyê yan jî dîdevan û şahidên ku îşkence bi çavên xwe dîtine, ev doz vekirine. Aramanc ew e ku dozgerê giştî yê Alman lêpirsîn di van tawanan de bike, ku weke nûmeneyekî îşkenceyê li cem rêjîma Esed têne dîtin, da ku muzekereyên girtinê yên navdewletî der heqê berpirsên van tawanan werin derxistin. Di vî warî de Mazin Derwîş dibêje:“rewşeke nesizakirinê li Sûryeyê belav dibe, di encamê de, tundî ji nû ve belav dibe. Tu çareserya siyasî bo rewşa Sûryeyê, bê cîbicîkirina dadmendîyê, nayê bidestxistin”. Hevkarê wî Enwer El-Bunî jî dibêje “nabe ku binpêkirinên mafên mirovan li Sûryeyê bê sizakirin derbasb bibin, ev yek jî ji serdema dadgehkirinên Nornbêrgê ve ji lêpirsîna tawanên cengê di dema cenga cîhanî ya duyem de, zelal e. Îşkencekirin bi ti awayî nayê qebûlkirin, û divabe nameyek zelal ji Almanyayê li dijî tawanên îşkencekirinê were şandin.
Bo agahîyên bêtir der barê vê pirojeya li ser Sûryeyê ji sazîya Alhayinrîş Pol Ştêftongê (doza dadgehê bi kurtasî, portrêyek der barê kesên ku daxwaza vê doze pêşkêşkirine, bingeha qanûnî, agahîyên taybet)