Vegera bi Neçarî ya Penaberên Sûrî yên li Lubnan û Turkiyê

28/05/2024

Ev raport behsa pirsa parastina penaberên Sûrî yên li Lubnan û Turkiyê li dijî Vegera bi Neçarî, ji aliyê yasayî û praktîkî ve, dike, herwiha behsa asta guncawbûna çarçoveyên yasayî û reftarên praktîkî yên li van herdu welatan têne bicîkirin, li gorî pabendiyên wan ên navdewletî dike. ji bo vê armancê, ev raport li gorî Peymanên Navdewletî û Dadgehên Berawirdkirinê, Prensîpa ne-Vegera bi Neçarî ya penaber û penaxwazan, û cihê wê Prensîpê di Rêkeftina Penaberan û di Yasaya Navdewletî ya Nerîtî de, û danasîna sûdmendên ji vê Prensîpê, û çarçoveya dûdmendiyê, şirove dike. Herwiha behsa cihê Vegera Bi nav Xwebexş di çarçoveya danasîna “Vegera bi Neçarî” de, dike.

Tevî rewşa taybet a Lubnan û Turkiyê li hemberî Rêkeftina Penaberan, raport mijara pabendî bi Prensîpa ne-Vegera bi Neçarî ya penaberan ji bo herdu welatan, netenê li gorî Yasaya Nerîtî, lêbelê li gorî panendiyên wan ên girêbestî di çarçoveya hin sozname û rêkeftinên din de jî, şirove dike. Raport herwiha kêmasiyên çarçoveyên yasayî yên ku ji aliyê Turkiye û Lubnanê ve ji bo çarçovekirina pirsa penaberan hatine daraştin, destnîşan dike, ta ku reftarên wan ên praktîkî li hemberî penaberan, bişopîne. Di vê çarçoveyê de, raport çawaniya binpêkirina van çarçoveyên yasayî û reftarên praktîkî ji pabendiyên navdewletî yên hedu welatan, herwiha sîstema wan a yasayî ya navxweyî jî, nîşan dide. Raport herwiha merc û pîvanên Vegera Ewle ya penaberên Sûrî li gorî Komisyariya Bilind a Penaberan, nîşan dide, û bi hin sparteyan bi dawî dibe.

Jibo xwendina temamê raportê, fayla jêrîn temaşe bikin:

28/05/2024
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.