Deutsche Welle perwerdeyekê li dar dixe

19/04/2018

Dîroka dawî: 29/1/2018

Rojnamevanên ku zimanên îngilîzî, Almanî û yên din nas dikin dikarin xwe pêşkêşî programê bikin.

Akadîmîya Deutsche Welle, daxwaznameyên perwerdeya 18 mehan pêşwazî dike ku ji îlona 2018an ve dest pê dike û ev program hînkirina kadîmî û perwerdeya pratîk li xwe digire.

Kesên hilbijartî dê şeş mehên xwe yên pêşîn di xelekên xwendina teorî de derbas bikin her weha di neh mehên din de dê di beşên êdîtekirinê yên Deutsche Welle de li Bon û Berlînê û yek ji ofîsên derve yên dezgehê li Brussels, Washington û Moscoyê her weha dê meheke din li Deutsche Land Radio derbas bikin.

Kesên hilbijartî bo perwerdekirinê dê mûçeyê xwe 1,590EUR (1,885US$) mehane bistînin her weha du caran di dema programê de mûçyên wan dê were bilindkirin.

Divabe kesên ku navê xwe pêşkêş dikin zimanê îngilîzî yan Almanî nas bikin her weha rojnamevanên din ên ku zimanên (mîna zimanê dayikî) nas dikin dikarin weke beşekî xizmetên Deutsche Welle yên pirziman beşdar bin bi taybet zimanên Erebî, çînî, Farsî, Fransizî, Rûsî, Spanî.

Dîroka dawî 29ê rêbendana 2018an e.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.

19/04/2018
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.