Destpêka programên rahênanê yên Google û Tora Rojnamegerên Navdewletî

Rojnamegerên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikarin di vê programa xwedî gelek qonax de beşdar bin.

Navenda Navdewletî ya Rojnamegeran bi hevkarîya li gel Destpêşxerîya Googleê ya Nûçeyan, programekê nû bi rêya Tora Rojnamegerên Navdewletî pêşkêş dike.

Program dê grûpeke sereke ji neh balyozên dîcîtalî hilbijêre û li xwe bigire, da ku perwerdeyan der barê alavên Googleê de û çawanîya bikaranîna wan de pêşkêş bikin bi armanca dayîna alavên dîcîtalî yên herî nû ji bo 4000 rojnameger.

Di qonaxa yekemîn de divabe kesên beşdar di Webnar de der barê rojnamegerîya dîcîtalî de beşdar bin ku ji hêla zanayên navenda navdewletî ya rojnamegerîyê û rahênerekî Googleê di dawîya nîsanê dê were dayîn. Di qonaxa duyem de, rojnamegerên bala yên ku di webnar de beşdar bûn dê werin vexwendin bo beşdarîya di workşopeke du rojan de li ofîsên Googleê yên Dubeyê ku dê werin amadekirin da ku bibin balyozên ragihandina dîcîtalî di welatên Erebî de.

Di qonaxa dawî de, balyozên ragihandina dîcîtalî dê workşop û rahênanan di odeyên nûçeyan de li bajarên xwe bi rê ve bibin, li gel berdewamîya rahênan û şêwira ku rêberên wan ji wan re pêşkêş dikin.

Kesên ku dixwazin pêşkêş bikin, daxwaznameya taybet dagirin.

Pêşwazîya daxwaznameyan berdewam e.

Ji bo naskirina hin hûrgilîyên din, li vê derê bixe.