Daxuyanîyeke Rojnamevanî der barê Lêpirsînên Navneteweyî li Sûrîyeyê de: “Peredana Bi Komî Li Dijî Tawanên Cengê”

Daxuyanîyeke Rojnamevanî der barê Lêpirsînên Navneteweyî li Sûrîyeyê de

“Peredana Bi Komî Li Dijî Tawanên Cengê”

Rêxistinên Mafên Mirovan ên Sûrîyeyê û Navdewletî kampanîya “danheva xêran bo dadmendîyê” dest pê dikin û armanca wan ew e danheva 1.9 Milyon Euro, ew jî piştî têkçûna hikûmetên endamên NYyê di dabînkirina peredayîna pêwîst bo destpêka lêpirsînên navneteweyî der barê tawanên cengê de li Sûryeyê ku hê jî dest pê nekirine tevî ku biryar berî bêhtirî 6 mehan ji Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyîyê derketiye.

Berlîn/ Brussels, 19ê hizêrana 2017an – Piştî têkçûna hikûmetên endamên NYyê di dabînkirina peredayîna pêwîst de bo dadgehkirina tawanên cengê yên metirsîdar ku li Sûrîyeyê çêbûne, rêxistinên mafnasîyê yên Sûrîyeyî û Navdewletî îroj biryar dank u dest bi kampanîyeke peredayînê bikin ew jî bi rêya vê malperê www.crowd4justice.org bi armanca dabînkirina pereyên pêwîst ji bo destpêka van lêpirsînan.

“Berî bêhtirî pênc mehan, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku dest bi lêpirsîna tawanên cengê yên li Sûrîyeyê bike. Ji wê çaxê ve hê jî tu gav nehatine avêtin” Mazin Derwîş; parêzerê mafên mirovan û serokê Navenda Dûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)ê wiha dibêje û berdewam dike “her rojek ku bê lêpirsîn derbas dibe, mîna diyarîyekê ye bo tawankaran, weke ku em ji wan re dibêjin: tu siza li ser tawanên cengê tunene.”

Biryara 248/71/A ku ji alîyê Komeleya Giştî ya NYyê xwe disperse “Awayê Navdewletî yê Bêalî û Serbixwe (IIIM)” bo lêpirsîna di tawanên cengê de yên ku li Sûrîyeyê çêbûne. Lê kar li ser lêpirsînê ta nuha jî nehatiye kirin ji ber kêmbûna 4 Milyon Dolar (3.8)Milyon Euro (ji budceya salane ya 2017an ku bi temamî 13Milyon Dolar e).

Berovajî komîta şopandina rastîyê ya taybet bi Sûrîyeyê ku berî nuha hatibû çêkirin, gerek e awayê lêpirsînê yê nû bi karê dozgerê giştî rabe.

“nabe dadgehên sizakirinê li sûrîyeyê ji ber kêmbûna pereyan têk biçin. Her xêrek ku welatî bike dê nîşaneke vê şermezarîyê” Elias Birabo  ji rêxistina “Adopt a Revolution”ê ya mafnasîyê û ya berpirsyara malpera peredayînê  www.crowd4justice.org , wiha dibêje.

Armanca kampanîta (#crowd4justice)ê ew e danheva nêzî 1.9Milyon Euro ye di 10 heftîyên bê de, ew jî nîvê pereyên mayî ne (3.8)Milyon Euro ji (budceya salane ya destnîşankirî bo karê peygerên NYyê bo vê sale).

Armanca vê kampanîyê ew e şandina nîşanekê bo hikûmetan ku civaka sivîl nikare bêkêrîya wan di şopandina binpêkirinên mafên mirovan û tawanên cengê de tehmûl bike.

 Kesên ku bi vê kampanîyê radibin dixwazin fişarê li hikûmetên Ewropî bi taybet bikin da ku hemû awayên deplomasî û siyasî yên pêkan di çarçoveya Yekîtîya Ewropayê de bikar bînin, bi armanca danheva pereyên pêwîst. Thomas Sîbert ji rêxistina alîkarîya pijîşkî ya navdewletî medico international dibêje ” ji bo Yekîtîya Ewropayê danheva pereyên mayî dê hêsan be û vîna siyasî bo dadgehkirina tawanên dijî mirovîyê dê were teqezkirin.”

Li gel her du rêxistinên “Adopt a Revolution” û “medico international”, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê her weha Navenda Sûrîyeyî ya lêkolîn û Xwendinên Qanûnî di vê kampanîyê de beşdar in.

Li gel van rêxistinan jî, kampanî rastî piştgirîya gelek siyasetmedar û kesên navdar hat ji nav wan jî nivîskarê Alman Naved Karmanî û endamê parlemantoya Ewropî Marêtc Şakêli gel 34 hevkarên xwe ji kesên ku ji Yekîtîya Ewropayê re daxwaznameya danheva peredayînê bo destpêka lêpirsînan şandibûn, ew jî bi rêya nameyekê ku ji Federica Mogeriny re berpirsa karûbarên derve û ewlehîyê di YEyê de şandibûn li gel serokê komîta palemantoya Alman  yê karûbarên derve Norbert Rotgen û berdevkê Partîya Sosyalîst a Demokrat li Amanyayê Nelson Anen û endamên Partîya Kesk Francesca Brantener.

Ji kerema xwe re li belgeyan binêre da k utu bêhtir derbarê kampanîyê û lêpirsîna navneteweyî nas bike.

Tu dikarî têkilîyê bi nûnerên kampanîya # crowd4justiceê re deyne ji bo çêkirina hevpeyvînan:

 Elias Birabo , rêveberê îdarî yê Adopt a Revolutionê :

0049-176-81022048، [email protected]

Thomas Sîbert Sekretêra Mafên Mirovan di medico international de:

[email protected]، 0049-160-97557350

agahîyên bêhtir der barê kampanîyê û lêpirsîna navneteweyî de.

 Karê IIIMê dimîne karê dozgerê giştî û ne wek hemû lêpirsînên berê yên ku NYyê li Sûrîyeyê çêkirine, ev rewş cûda ye ji ber ku ne tenê delîl dê werin nirxandin û li axaftinên şahidan were guhdarkirin, lê tawan jî dê werin spartin bo kesên ku kirine.

Belge dê ji bo dadgehan werin pêşkêşkirin û tawankar dê ji bo dadmendîyê werin pêşkêşkirin.

Sedema giringîya biryara komeleya giştî ya 48A/71/2 ew e ku mafê dozlêvekirina di tawanên cengê de li cem heye û hemû jî dikeve bin sîya karê encumena ewlekarîyê. Tevî wilo jî lê Rûsiya mafê dijrabûnê (VITO)yê bo qedexekirina destpêşxerîyên encumena ewlekarîya navdewletî bo şopandina tawanên cengê li Sûrîyeyê ta nuha jî bikar tîne. Em dikarin bibêjin ku biryara Komeleya Giştî hewldaneke jinûçalakkirina rola NYyê di vî warî de ye, taybet ji ber ku ew desthilata rewa ya bi tenê ye ji bo dadgehkirina tawankarên cengê û parastina sivîlan di şerên çekdarî de.

Ta nuha sê dewleta soza alîkarîya bi bêhtirî milyon dolar kirye.

Holland û Almanya di budceya salane ya 2017an de alîkar bûn herweha Fenlandayê soza alîkarîya di budceta 2017an û 2018an de daye.  Di heman demê de, Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsya jî ta nuha tu alîkarî di peredayîna bo lêpirsînan de nekirine tevî daxwazên hikûmetên wan ên berdewam bi çêkirina lêpirsîneke serbixwe ji alîyê NYyê di tawanên cengê dê li Sûrîyeyê. Bi giştî, dewletên ku bi awayekî yekser di şerê Sûrîyeyî de beşdar in, ew in yên dudilî di warê pêşkêşkirina alîkarîyê de, Erebîstana Seûdîyê û îran weke mînak tu pere pêşkêş nekirine.

Tu dikarî lîsteya hemû alîkarîyên ku hatine dan û soz1n alîkarîyan bi rêya înternêtê bidest bixe.

Eger kampanîya peredayînê karibe 1.9Milyon Dolar bide hev, ev pere dê ji bo ofîsa herêmdarê bilind yê NYyê yê mafên mirovan OHCHR ku ew e berpirsê lêpirsînên IIIMê. Berovajî gelek rêxistinên NYyê yên din, herêmdarîya bilind ya mafên mirovan xêrên taybet jî dipejirîne.

Di vê dema ku em tê de hêvî dikin ku hikûmet rahêje berpirsyarîtîya peydakirina peredayînê bo vê gava girin ya dadmendîyê, em weke cemawer dê bi awayekî yekser alîkar bin eger ew di vî warî de bêkêr bin.