Îşkenceya li Sûrîyeyê: ji dozgerê giştî yê Alman tê xwestin ku fermanên girtinê derxe
Roja çarşemê; 8ê mijdarê çalakîyek li Navenda Dezgeha Heinrich Bollê hate lidarxistin tê de kongireyeke rojnamevanî ya Enwer Elbunû (Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî), Mazin Derwîş (Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê) Volvgang Kalek Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan (ECCHR) ji bo pêşkêşkirina her du dozên nû hate lidarxistin her weha Antony Nord ji dezgeha Heinrich Bollê, û Rene Fildangle (Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî) rola Almanyayê di dijatîya bêcezakirinê de li Sûrîyeyê gengeşe kirin.
Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan (ECCHR) du dozên nû der barê tawanên dijî mirovahîyê de û tawanên cengê li Sûrîyeyê amade kiriye. ew jî bi alîkarîya parêzer û çalakvan Enwer Elbunû (Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî), Mazin Derwîş (Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê)û bi piştgirîya Dezgeha Heinrich Bollê
Her du dozên nû yên ku ji alîyê 15 welaytîyên Sûrîyeyî ve hatine rakirin girêdayî sîyaseta çewsandin û tunekirinê ya rêjîma Esed e û berpirsên pilebilind ên ofîsa Ewlehîya Neteweyî, Wezareta Berevanîyê, Polîsa Leşkerî, Saloxgerîya Sûrîyeyî a Asîmanî û yên din nûnertîya vê rêjîmê dikin. Kesên saxmayî behsa 16 berpirsan dikin ku divabe dozgerê giştî yê Alman fermana girtina wan derxe.
Her du doz dikarin doz û delîlên berê yên saxmayên îşkenceya di zindanên Sûrîyeyê de yên Adarê û Grûpa Sîzerê ya ku ji kesên veqetiyayî ji Polîsa Leşkerî a Sûrîyeyê di îlûna vê sale de li cem dozgerê giştî yê Alman têkûz bike.
Di êvara roja çarşemê de û ji saet 6ê êvarî ve, gelek rûniştin li Navenda Heinrich Bollê hatin lidar xistin tê de hin alîyên pêwendîdar ên Sûrîyeyî û ser asta navdewletî civîyabûn, ji nav wan jî xanim Catherine Marchi-uhel; seroka Mekanîzmaa navdewletî ya serbixwe û bêalî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî bo lêpirsîna di tawanên metirsîdar de li Sûrîyeyî.
Di rûniştina destpêkê de xanim Barbara Onmoseg ji Dezgeha Heinrich Bollê û parêzer Volfganag Kalek (ECCHR) axivîn.
Di rûniştina “hevkarîya di nav saxmayên îşkenceyê û civaka sivîl” weke gaveke din ji bo cezakirin ku ji alîyê Dr. Bente Sheller; damezrênera Heinrich Bollê li Beyrûtê hate birêvebirin, ev kes axivîn:
- Yazan Awadkes ji bin îşkenceyê derketiye û di doza dadgehî de beşdar e/ saloxgerîya asîmanî ya Sûrîyeyî
- Şepal Îbrahîmji bin îşkenceyê derketiye û di doza dadgehî de beşdar e / zindana Seydnayayê
- Enwer Elbunî, Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî
- Tariq Hoqan, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
- Rêvebera Rûniştinê: Dr. Binteh Şîler, dezgeha Heinrich Bollêli Beyrûtê.
Paşê fîlmê “Seydnaya, di zindaneke îşkencekirinê ya Sûrîyeyî de” (20 xule) li gel pêşkêşkirin û bidawîkirina xwedîyên film tê de Marcos Bico, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî, Almanya axivî.
Paşê Gotina Xanim Catherine Marchi-uhel, seroka Mekanîzma Navdewletî a Serbixwe û Bêalî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî bo lêpirsîna di tawanên metirsîdar de li Sûrîyey. Ji alîyê Dr. Patrick Crocker, ECCHR hate pêşkêşkirin.
Di rûniştina dawî a ku ji alîyê Dr. Patrick Crocker ve hate birêvebirin, mijara “pirsgirêkên di bibelgirinê de û zehmetîyên parastinba delîlan” tê de ev kes axivîn:
- Donatella Rovera, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî
- Chris Engels, Komîteya Dadmendîya Navdewletî û Cezakirinê
- Mazin Derwîş, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
- Mary Fostier, Rojnamevan û Lêkolînereke Serbixwe
- Matyosh Bisdirg, Tora Ewropî dijî tunekirina bikomî
- Rêveberê rûniştinê: Dr. Patrick Crocker, ECCHR
Çalakî dê bi zimanê Îngilîzî û Erebî be li gel wergera zindî hate pêşkêşkirin.