Çalakên Ragihandinê yên Bala li Kefernubula Sûrîyayî Hatin Kuştin

24/11/2018

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM) xemgînîya xwe bo malbat û xizmên her du ragihênerên Sûrîyayî Raid Faris û hevkarê wî Hemûd Cinêd nîşan dide ku doh li ser destê çekdaran li bajarokê Kefernubulê li Êdlêba bakur rojavayê Sûrîyayê hatin kuştin.

Elfaris dê her dem do bîra cîhanê de sax be û dengê wî azadîxwazî dê her dem li Kefernubula Sûrîyayî olan bide, li wî bajarê ku bi xwepêşandanên bo demokrasî, azadî û dadmendîyê navdar bû, her weha bi sloganên Faris ên tinazok û dilrevîn jî navdar bû.

Faris berpirsê destpêşxwerîyan bû ji nav wan jî yekîneya odîsên şoreşgerî, grûpeke nûnerên civaka sivîl û Radyoya Frêşê ku radyoyeke serbixwe bp. Wî her dem ji bo peydakirina ewlehîyê bo Kefernubulê û herêmên derdorê kar dikir da ku ew jî di danûstendina demokratîk a rexnigir û avaker de beşdar bin.

Navend kuştina wî şermezar dike û dibîne ku kuştina xwedîyên nerînan encameke yekser a hegemonya hizira bêcezakirinê li Sûrîyayê ye her weha hewldaneke bêdengkirina azadîxwazan e.

 

24/11/2018
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.