Armanc ew e ku encamên li pişt ezmûna îşkenceyê bixwe derxe, da ku bandora wê bibîne, çawa jiyana qurbanên xwe aloz dike. îşkence jiyana mirovan xera dike, bandorên wê hem ji hêla gewdî û hem jî ji hêla derûnî ve bi awayekî dirêj û kurt hene. her wiha ronaî yê dide li ser tunebûna mekanîzmayên zagonî ye ku dikarin kesên ji êşkenceyê rizgar bûne biparêze, bi berdêl bike an rewşa wan ya zagonî û civakî bi dest bixe. Rapor her weha dide xuyakirin ku Sûriye ne tenê yasaya navdewletî û yasaya navneteweyî ya adetî ku îşkenceyên qedexe dike û banga li vejandina kesên saxbûyî dike, binpê dike, lê belê ew zagon û bendên navxweyî jî binpê dike, ji nûve vegerandina civakî, bijîşkî û tenduristî ya rizgarbûyên îşkence asteng dike.
Ev rapor îsbat dike ku Sûriye peymanên navdewletî yên li jêr binpê dike, bi rêya astengkirina vejandina kesên ji êşkenceyê rizgar bûne:
1- Peymana li dijî îşkence, danûstandina xerab û ceza hov, nemirovane an rûreşker (di 2004 de hate pejirandin)
2- Peymana Mafên Astengdaran (ku di 2009 de hate pejirandin) digel Protokola Bijarî.
3- Peymana Navndewletî ya Mafên Sivîlî û Siyasî (di 1969 de hate pejirandin).
4- Peymana têkoşîna li dijî Hemî curyên cûdabûna Li dijî Jinan (ku di 2003-an de bi hin vegotinan hate pejirandin).
5- Peymana Navdewletî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî (di 1969 de hate pejirandin).
6- Peymana Mafên Zarokan (di 1993 de hate pejirandin).
Her wiha raporê destnîşan kir ku bend û zagonên Sûrî yên têkildar têne paşguh kirin, binpê kirin û di hin rewşan de têne desteser kirin, bi armanca ku bêtir ceza bikin û êşên zêdetir bidin îşkenceyên li zindanan. Ev ne tenê vejandina wan a tenduristî, derûnî, civakî û aborî asteng dike, lê di heman demê nêzîkatiyek dirêjtir û tundtir a cezakirinê saz dike. Di pêvajoya lêkolînê de, rola rêxistinên civaka sivîl di alîkarî û piştgiriya ji nû ve tevlîkirina qurbaneyên îşkenceyê de xuya bû. Rapor vê rolê ji aliyên zagonî, sazî û teknîkî ve vedikole. bi pêşniyaran ji bo pêşeroj û awayê piştgirîkirina qurbaniyên îşkenceyê bi dawî dibe.
Ev rapora lêkolînê ji hêla Navenda Sûrî ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê ve bi hevkariya Navenda Kendavê ya Mafên Mirovan bi terxandina projeyek ji hêla Yekîtiya Ewropî ve, ji bo çareserkirina îşkence û berpirsiyariya li ser herêma Kendava Erebî û deverên nakok ên cîran hate nivîsandin.
15 qurbaniyên îşkenceyê û 6 pisporên bi hevpeyivînên nîv-rêkûpêkirî ji aliyê lêkolînerên perwerdekirî yên li Navenda Sûrî ya Ragihandin û Derbirîna Azad dixebitin, beşdarî vê lêkolînê bûn. Romanên kesên rizgar bûne nerînekê kûr, bandorê li ser şiyanên wan yên civakî û aborî kir, pisporên civakî, tendiristzan û dadrêsan li van romanan zêde kirin û diyar kirin ku faktorên civakî û tedbîrên qanûnî li Sûriyê çawa dikarin ziraran li pêvajoya jinûveavakirina civakî û aborî ya kesên ji îşkenceya rizgarbûn bikin.
Agahiyên berhevkirî li gorî zagona parastina agahiyan ya sala 2018-an hatin erşîfkirin, bi awayekî ewle li gora siyaseta Navenda Sûrîyeyî ya Siyaseta Ragihandin û Azadiya Derbirînê û pîvanên nepenî û sirî yên têkildar hate erşîfkirin. Encam li gorî hêmanên pêwîst ji tawanên navdewletî di zagona adetî ya navdewletî de hatin analîzkirin, ji ber ku encamên civakî, aborî û zagonî yên îşkenceyê dikare bibe binpêkirina rêkeftin û peymanên navdewletî yên ji hêla Komara Erebî ya Sûrî ve hatine îmzekirin û pejirandin. Encam di heman demê de li gorî bendên têkildar ên zagon û rêgezên ku di pergala dadrêsiya Sûrî de hatine sepandin, dibe ku bandorek rasterast an nerasterast li ser jinûveavakirina kesên ku ji îşkenceyan rizgarbûne û tevlîbûna wan di nav civakê de bike.
bo xwendina tevahiya raporê: