Em rêxistinên jêrîmzeker pêşwazîyê li biryara dadgehên Fransiz a derxistina rayeyên binçavkriinê der heqê sê efserên pilebilind ên ewlekarîyê Sûrîyayê de(Serleşker Elî Memlûk birêveberê Ofîsa Ewlekarîya Niştîmanî a Sûrîyayî, Serleşker Cemîl Elhesen birêveberê Saloxgerîya Sûrîyayî û Serleşker Ebdiselam Fecir Mehmûd birêveberê beşê lêpirsînan li Saloxgerîya Ezmanî) dikin, her weha ji civaka navdewletî dixwazin ku piştgirîya destpêşxerîyên Fransa û Almanyayê bike da ku qurbanî û/an niwênerên wan ên qanûnî karibin bigihên dadmendîyê û tawanker werin sezakirin li gel piştgirîya hemû xebatên destpêka pêvajoya sezakirinê bi serpereştî û garantîyeke navdewletî da ku bibe bingeha aştîyeke domdar.
]anûstendinan û pêvajoya siyasî li Cinêvê nikarin bibin bingeha aştîyeke domdar li Sûrîyayê bê pêvajoyeke sezakirinê a rast dest pê bike û çarenûsa windayan diyar bibe. Ji lew re divabe sezakirin û diyarkirina çarenûsa winda û girtîyên li Sûrîyayê beşekî danûstendinan be. Em dibînin ku erkê me û hemû dewlet û miletên ku bi mafên mirovan bawer in ew e ku em alîkar bin da ku qurbanî bigihên dadmendîyê û bê ceza di tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê de li Sûrîyayê nemînin.
Em encamên hevkarîya malbatên qurbanîyan û rêxistinên mafnas ên Sûrîyayî û navdeweletî li gel dadgehên niştîmanî yên Fransî û Almanî dibînin, ku derxistina rayeyên binçavkirinê yên navdewletî li dijî hejmareke kesayetên pilebilind de encama wan bû, her weha em rêxistinên jêrîmzeker bawerîya xwe bi pêkanîna dadmendîyê teqez dikin û amadekarîya xwe bo kar û hevkarîya li gel rêxistinên navdewletî, navxweyî û dadgehên li seranserî cîhanê bo bibelgekirina binpêkirinan û çêkirina dosyayan nîşan didin, da ku di encamê de bigihên mafên qurbanîyan û tawanker jî werin sezakirin.
Ji vê derê, em îroj –ji her demê bêhtir- teqezîyê li ser giringîya van xalan dikin:
● Vekirina rê bo dadgehkirinê li dewletên sêyem bo qurbanîyên tawanên li Sûrîyayê û/an niwênerên wan ew jî bi rêya pêvajoyeke bêalî;
● Piştgirîya alîyên pispor bi lêpirsînan di tawanên navdewletî de û hêsankirina gihaştina Sûrîyayîyên li dewletên din bo dadgehên dewletên dadgehkirinê, weke dîdevan û weke qurbanî jî;
● Piştgirîya xebatên bibelgekirina tawanan û hildana dozan li gel grûpên qurbanîyan bo dijatîya bêcezakirinê;
● Piştgirîya destpêşxerîyên qurbanîyan û yên civaka yên ku dixwazin bigihênin dadmendîyên bo qurbanîyên tawanên cengê û yên li dijî mirovahîyê li Sûrîyayê;
● Piştgirî û garantîkirina karên mîkanîzm, komîte û rêxistinên bêalî û serbixwe, yên navneteweyî û navdewletî bo berdewamîya lêpirsînan û dozvekirina li kesên tawanker li Sûrîyayê ji sala 2011an ve li gor qanûna navdewletî.
● Piştgirîya xebatên li ser asta navdewletî bo destpêka pêvajoya sezakirinên bi awayekî dadmend, zelal û bêalî û bi serpereştî û garantîkirineke navdewletî ku bibe bingeha aştîyeke domdar li Sûrîyayê.
15e Mijdara 2018an
1/2
Rêxistinên îmzeker
- Arçîva Sûrîyayî
- Bedail
- Berevanîya Sivîl a Sûrîyayî
- Beytuna Sûrîya
- Dewletî
- Dezgeha Besemat ya Geşepêdanê
- Dezgeha Biratîyê ya Mafên Mirovan
- Hemwelatînî ya Karê Sivîl
- Hevgirtina Girtî û Windayê Sêdnayayê
- Hevgirtina Malbatên Sîzerê
- Hevgirtina Şemil
- Hevgirtina Sûrîyayî ya Hemwelatînîyê
- Hizir û Avakirin
- Jin Nuha
- Kampanîya Alîkarîya Yên Din Bikin
- Kiş melik
- Klûba Sûrîyayî
- Komeleya Asoyê ya Dijatîya Tundîya li ser Jinê
- Komeleya Rojnamevanên Sûrî
- Komeleya Sûrîyayî-Almanî ya Azad li Hamburgê
- Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan /Çavdêr
- Lobîya Femenîst a Sûrîyayî
- Mena ya Mafên Mirovan
- Navenda Aştiyê û Civaka Sîvîl
- Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan
- Navenda Civaka Sivîl û Demokrasîyê
- Navenda Elkewakîbî ya Dadmendîya Veguhêz û Mafên Mirovan
- Navenda Kendavê ji bo Mafên Mirovan
- Navenda Sûrîyayî ya Ragihanfinê û Aadîya Derbirînê
- Navenda Sûrîyayî ya Serjimar û Lêkolînan
- Navenda Xwendinên Komara Demokrat
- Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
- Pêl – Pêlên Sivîl
- Programa Sûrîyayî ya Bipêşxistina Qanûnî
- Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan
- Rêxistina Bi Dadîyê re
- Rêxistina Çalakên Sûrîyayî ya Çavdêrîyê
- Rêxistina Elkewakîbî ya Mafên Mirovan
- Rêxistina Hawarçûnê a Mirovî
- Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê
- Roja Din
- Sûrîyayîyên Rastî û Dadmendîyê
- Tora Huras
- Tora Jina Sûrîyayî
- Tora Sûrîya ya Qanûnî li Holandê
- Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan
- Urnammu
- Wekhevî