BBC Media Action, Dezgeha Geşepêdanê ya Xêrxwaz a girêdayî “Desteya Radyoya Brîtanî BBC” perwerdeyan bi rêya înetrnêtê ji bo ragihêneran pêşkêş dike, ew jî di çarçoveya projeya “Nûçeya Akademî“. Ev perwerde çar mijarên sereke li xwe digire: jêhatinên sereke di çêkirina karên karên ragihênerî yên dicîtalî de, ragihandina torên têkilîya civakî û vebiranîna karên dîcîtalî yên ku cemawer çêdikin, jêhatinên pêşketî di warê êdîtekirina rojnamevanî de ku çêkirina çêrok rojnamegerî yên dîcîtalî li xwe digire, çêkirina hevpeyvînan, rojnamegerîya deng û wêneyê, rojnamegerîya datayan, çêkirina raporên rojnamegerî yên kûr û beşê çarem bale dikişîne ser birêvebirina danûstendinên êlêktronî.
Ragihêner û kesên xwedî bandor li ser tora înternêtê ji welatîyên dewletên Encumena Hevkarîya Xelîcî (Behrên, Kiwêt, Eman, Qeter, Erebistana Seûdîyê û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî) dikarin navên xwe ji bo beşdarîya di perwerdeya bi rêya înternêtê de qeyd bikin.
Tîma Xeber Akadêmî dê piştî du hefteyan ji bidawîbûna qeydkirina navan bi te re bikeve têkilîyê.
Dîroka dawî ya qeydkirinê 24ê adara 2018an e. perwerde di destpêka nîsana 2018an de dest pê dike û 6 hefteyan dom dike.
Ji bo qeydkirin û tomarkirinê li vê derê bixe.