Bangewazîyeke Piştgirîya Berevanên Mafên Mirovan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi Boneya Konfransa IFEX 25ê

Kampanîyên xwe yên çewisandina berevanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl rawestînin

Em weke berevanên mafên mirovan li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li gel hevkarên me yên din ku li konfransa IFEXê li Montiryala Kenedayê di dema di navbera 12 û 16ê hizêranê de civîyane, piştgirîya xwe bo berevanên mafên mirovan û girtîyên ku ji ber nerînên xwe hatine girtin li hemû welatên herêma xwe ku tev bi sedema çalakîyên xwe yên aştîyane, beşdarîya wan di berevanîya di ber mafên hemwelatîyan de, parastina azadîya derbirîn û rojnamegerîyê hatine girtin, radigihînin û doza berdena wan dikin.

Em xemxwarên kiryarên desthilatan ên qedexekirina rêbûnê ne ku bi rêya vê yekê tola xwe ji karên mafnasîyê yên hevkarên me hiltînin û ji nav wan jî Cemal Îd û Nîdal Elselman, her weha em dibînin ku tenê armanc ji van kiryarên keyfî ew e dûrxistina rêxistinên civaka sivîl û endamên wan ji têkilîya li gel awayên navdewletî û ji nav wan jî Neteweyên Yekbûyî, her weha veşartina binpêkirinên mafên sivîlane û mirovane yên welatîyan ku ji alîyê desthilatan ve tên kirin. Em bikaranîna qanûnên dijatîya terorê û dijatîya tawanên êlektronî bo armanckirina çalakvan, rojnamegerên serbixwe, nivîskar û çalakvanên înternêtê şermezar dikin.

Alîyên civînê dibînin ku têkilîya kûr ya di nav hikûmetên herêmê û hikûmetên Mîrnişînên Yekbûyî û Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê debûye sedema berdewamîya dezgehên ewlekarîyê di berdewamî û dijwarkirina binpêkirinên mafên mirovan de. Di heman dema ku em berpirsyarîtîya nexweşbûna rewşa mafên mirovan li nik xwe dispêrin hikûmetên herêmê, em ji awayên navdewletî û bi taybet ji NY, Yekîtîya Ewropayê û hikûmetên cûrbecûr yên ku destên wan di herêma me de dirêje mîna hikûmetên Amerîka û Birîtaniyayê, dixwazin ku mafên mirovan bikin pêşikî di siyaseta xwe de li herêma me, avêtina gavên cidî yên pêwîst bo garantîkirina rêzgirtina karê mafnasîyê ji alîyê van hikûmetan ve û pesendkirina tekûz bo mafên welatîyan yên sivîl û mirovî, her weha parastin û piştgirîya berevanên mafên mirovan di karê wan ê giring de yê ku armanca wî avakirina civakên azad, serbixwe û pişketî ye ku dadmendîya civakî di wan de peyda ye û cihê çewisandin, cûdakirin û binpêkirina mafan di wan de tuneye.

Alîyên civînê û hevkarên wan,  hikûmetên herêmê li ser van yekan han didin:

  1. Serbestkirina demlidest û bê şert û merc bo van kesan: Ehmed Mensûr, Dr.Mihemed Elrikin, Dr. Mihemed Elmensûrî, Dr.Nasir bin Xeys, Elaa Seyf, Nebîl Receb, Ebdilhadî Elxewace, Dr. Ebdilcelîl Elsenkîs, Dr. Mihemed Elqehtanî, Raif Bedewî, Meryem Elitêbî, Xelîl Maitûq, Rezan Zetûna, Basil Xertebîl  Yûsif Elhac, Ebdixaliq Îmran, Ebidilhekîm Elfedlî  û hemû hevkarên wan ên ku ji slîyê hikûmetên berpirsyar an komên çekdar ve hatine girtin.
  2. Betalkirina qedexeya rêwîbûnê ya ku li ser  Cemal Îd û Nîdal Elselman  û çalakvanên din hatiye ferzkirin û rawestandina kiryarên tolhildanên ji çalakvanan ji ber bikaranîna wan a mafên wan ên azadîya derbirînê û kombûna aştîyane.
  3. Garantîkirina saxlemîya laşî û derûnî ya berevanên mafên mirovan ên girtî û bicihkirina mafê wan ê rewa yê dîtina malbat û parêzerên wan.
  4. Rawestandina bikaranîna qanûnên dijatîya terorê û yên tawanên elektronî bo armanckirina berevanên mafên mirovan û tometkirina wan bi tometên sexte di dadgehên sexte de ku ne tedbîrên qanûnî û ne jî pîvanên navdewletî berçav digirin.
  5. Garantîkirina karîna berevanên mafên mirovan li herênê û di hemû rewşan de a berdewamkirina karê wan ê rewa di warê mafên mirovan de bêyî tirsa ji tolhildanê û bê bend û sînorên mîna acizkirina bi rêya dadgehan re.