Azadî xêzkeke sor e: kamanîyeke piştgirîyê bi rêxistinên civaka sivîl li Xûtaya Rojhilatî û Kovara (Til’na ‘el Hûriyê)

ji ber bûyerên ku li Xûtaya Rojhilatî qewimîn, kampanîyekê bi rêya sedan ji ragihêner û welatîyên Sûryeyî dest pê kir, serenava wê (Azadî xêzkeke sor e) ku di beyana wê de hatibû gotin:

“bi nêzîkbûna bîranîna şeşemîn a şoreşa Sûryeyê, divabe em, kesên ku li jêr îmze kirine, li ser bingehên şoreşa azadî û rûmetê teqez bikin, yak u banga wê ya yekemî azadîya domdar bû li himber koletîyê”

Beyana kampanîyê nîşan kir ku” ev bûyerên ku li Dûmaya Xûtaya Rojhilatî qewimîne, ku tê de êrîş li ser azadîya rojnamegerîyê hate kirin û nivîsgeha kovara (Til’ina ‘el Hûriyê) û nivîsgehên hin rêxistinên sivîl ên din hatin girtin bi sedema gotarekê ku nivîskarekî Sûryeyî tê de nerîna xwe gotiye, cihê şermezarîyê bûn”.

Kesên ku di kampanîyê de beşdar bûn teqez kirin ku “di heman dema ku em rêzê ji nerînên olî re digirin, em kiryarên li dijî nivîskar û rojnameyê şermezar dikin û em berpirsiyarîya rewşa wan dispêrin desthilatên ku îro roj kontrolê dikin, her weha teqez dikin ku çi binpêkirina ku di warê bingehên şoreşê yên sereke de çêbibe û di pêşî de hemû rangên azadîya derbirînê, ew binpêkirineke der heqê Sûryeyîyan teva ye û xiyaneteke bo şoreşa Sûryeyê. Her weha em ji hemû kesên ku nerîneke cuda li cem wan hebe dixwazin ku bersiva gotinekê bi gotinekê bide dûrî kiryarên geflêxwarinê û çewisandinê ku Sûryeyî di rûyê rêjîmê de, li dijî wan rabûn.

Ji ber ku rengê azadîya Sûryeyîyan ji rengê xwîna şehîdên wan e… sor e û nayê derbaskirin.”

Ji bo dîtina kampanîyê tu dikarî bikevî rûpela kampanîyê ya tayebet bi rêya vê lînkê: