Neteweyên Yekbûyî: kêşeya mirovî ya herî xirab di 2018an de li Yemenê ye

Atlanta- Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê (CNN) – Neteweyên Yekbûyî ragihand ku cenga li Yemenê xirabtirîn kêşeya mirovî ya cîhanê di vê serdemê de ye, ew jî li gor gotinên Emîndarê NYyê yê giştî Antonio Gutters di têbînîyên civîna danheva alîkarîyan de, roja sêşemê li Cinêvê.

Gutters got: “di sala şer a çarem de, pêdivîya bêhtirî 22 melyon kesî  bi alîkarî û parastinê heye,” her weha diyar kir ku bi melyonan xelk nikarin derfeta peydakirina va paqij a vexwarinê bi dest bixin li gel belavbûna Kolêrayê.

Her weha got ku 8 melyon kes “nizanin dê xwarina xwe ji ku derê peyda bikin” û got: “her deh xulekan zarokek temenê wî kêmî pênc salan ji ber nexweşîyekê dibe ku jê rehet bibe, dimire.”

UNICF: du melyon zarokên Yemenê ji derveyî dibistanan in

Li gel bilindbûna hejmara kesên dixwazin xercîyên malbatê control bikin, rêjeya zewaca zarokan jî bilind bûye, her weha got “keçek ji sêyan berî 18 salan dizewice û gelek ji wan berî 15 salan jî.”

Gutters diyar kir ku tenê nîvê peredayîna pêwîst ji bo plana bersivdayîna mirovî ya NYyê hate peydakirin (2.96 Milyar Dolar).

Lê zêde kir û got ku Erebistana Seûdîyê û Mînişînên Erebî yên Yekgirtî, 930 melyon dolar dane û soza peydakirina 500 melyon dolar ji bo herêmê dane.

Gutters got: “derdora nîvê zarokên ku temenên wan di nav 5 meh û 5 salan de ye, êşa kêmbûna xwarinê dikişînin.”

Sedema sereke ya kêmbûna xwarin, deman û sûtemenîyê ew e girtina rêyên deryayî, asîmanî û bejayî ye ew jî li gor gotinên rêxistineke mirovî.

Hêzên hevpeymanan dibêjin ku ew li ser girtina van rêyan kar dikin ji bo ku derbasbûna çekan ji Îranê bo Yemenê rawestînin her weha ji ber ku Hûsî gefê li karê deryayî dixwin.

Lînka gotara sereke ji malpera CNNê ya Erebî:

https://arabic.cnn.com/middle-east/2018/04/04/yemen-worlds-worst-humanitarian-crisis-un-intl