Daxuyanîya Damezrandina Tora Dijatîya Gotara Kîmê li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê

Daxuyanîya Damezrandina Tora Dijatîya Gotara Kîmê li Rojhilata Navîn û Bakûrê  Afrîqayê 

 

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, li gel Navenda Filestînî ya Geşepêdan û  Azadîya Ragihandinê (Meda), Navenda Elxelîcê ya Mafên Mirovan û Navenda Meharatê, damezrandina toreke dijatîya gotara kînê li gel dezgehên têkildar li herêmê û li seranserî cîhanê, li jêr navê (Tora Dijatîya Gotara Kînê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê) ragihand.

 

Ragihandina vê torê bi rêya çalakîyekê bû ku di 23yê îlona 2013an de li dar ket, li paş

çalakîyên gera 42yan ya Encumena Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî li Geneveê. Armanca torê ew e dijatîya gotara kînê di dezgehên ragihandinê û medyaya civakî de, li gel hişyarkirina bi metirsîyên wê li ser aştîya navxweyî li herêmê.

 

Di gotina xwe ya çalakîyê de, SCMê got “Em bi hev re hewl didin astengîyên siyaset û çavdêrîyê, kêmbûna peredayînê, kêmbûna bawerîya bi karê sivîl û azadîya nerîn û derbirînê derbas bikin. Em ê bi baldarî li gel dezgehên ragihandinê û ragihêneran kar bikin ji bo piştgirîya azadîya derbirînê li gel parastina rûmeta kesên ne xwedî heman nerîn, ol, zayend, aydyolocî û netewe.

 

Ji alîyekî din ve, tor dê li ser bicihanîna rêzeçalakîyên cûrbecûr kar bike, mîna: kampanî, xwendinên pispor, workshop, xelekên xwendinê, kongire, her weha çavdêrîya yekser bo malperên îlêktronî û dezgehên ragihandinê yên ku gotara nepejirandî belav dikin.

 

Navendê di gotina xwe de bal kişand ser xebata bi hemû rêbaza û lêvegera rexneker bo rûmet û azadîya mirova. Ji vir (Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê) karê xwe, yê ku ji berî pazde salan berdewam e, bi pêş xist, da ku sînorekî ji gotara kînê re deyne, ku berî sê salan navendê yekem rewangeha pispor ya çavdêrîya gotara tundî û kînê li Sûrîyayê, ava kir.

 

Ev tor dê bi kompanîyên medyaya civakî yên mezin re, mîna Facebook û Twitterê, têkildar be, da ku mîkanîzma dijatîya vê gotarê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, were danîn, û hemû binpêkirinên azadîya derbirînê ji alîyê wan ve bisekinin.

 

Di çarçoveya karê xwe de, tor -ya ku mafê endamtîya di demekê pêş de berdest dike- dê bi hemû dezgehên xwedî bawerî bi armancên wê sereke re alîkar be, her weha li gel dezgehên navxweyî, herêmî û navdewletî da ku bigihêje armancên xwe di vî warî de, sûdeyê werbigire, çalakîyên hevbeş dikevin xizmeta dijatîya gotara kînê bi cih bîne û piştgirîya çalakên civaka sivîl bike.