Rastîya vê dozê çi ye?
Di nîvê şeva 3yê mijdara 2013an de, Patrick Ebdilqadir Eldebax yê 20 salî, xwendekarê sala duyem li Fakulteya Wêjeyê û Zanistên Mirovî li Zanîngeha Şamê; li mala xwe ya li taxa Mezeê li Şamê, hate girtin.
Grûpeke du efser, du leşker û pisporekî kompyûterê îdîa kirin ku girêdayî Saloxgerîya Ezmanî ya Sûrîyayî ne, Patrick Ebdilqadir kişandin lêpirsînan bêyî ku sedemên girtina wî bidin xuyakirin.
Roja din di heman demê de, heman kes vegeriyan mala malbata Eldebax û duwazdeh leşkerên bi çek û rext vê care bi wan re bûn. Bavê Patrick Ebdilqadir; Mazin Eldebax bi nezanîya perwerdekirina lawê xwe tometbar kirin û ew girtin, her weha îdîa kirin ku ev yek dê wî bi prensîpên perwerdekirinê bide fêmkirin. Mazin wê çaxê şêwirmendekî sereke yê Karûbarên Xwendinê li dibistana Fransizî li Şamê bû.
Gotinên dîdevanan teqez dikin ku Mazin û Patrick Ebdilqadir hatibûn veguhestin bo girtingehekê li belafirxaneya Mezê ya leşkerî ku ji hêla Saloxgerîya Sûrîyayî ya Ezmanî ve tê birêvebirin û bi îşkencekirina hovane navdar e. Komîteya Şopandina Rastîyan ya Navdewletî ya Serbixwe der bare Sûrîyayê ve û ya ser bi NYyê dibîne ku zindana Mezê cihê ku hejmara herî bilind ji kuştîyan di nav girtingehên Sûrîyayî de, lê hatiye tomarkirin.
Ji wê çaxê ve, çarenûsa law û bav nehatiye naskirin.
Mazin Eldebax û kurê wî Patrick Ebdilqadir di xwepêşandanên li dijî rêjîma Esed de ne beşdar bûn, ne berî adara 2011an û ne jî piştî wê. Bi dehhezarên welatîyên Sûrîyayî yên ku rêjîma Sûrîyayî ew girtine û ber bi girtingehan ve birine û heta nuha bi neçarî winda ne, heman çarenûs li hêvîya wan e.
Berî nuha di vê salê de, ofîsên Sûrîyayî yên tomarkirinê bi hezarên belgeyên mirinê bo kesên winda derxistin. Di tîrmeha 2018an de, malbata Eldebax belgeyek fermi wergirt, tê de mirina Patrick Ebdilqadir û Mazin Eldebax hatibû nîşandan. Li gor belgeyên ku malbata eldebax wergirtine, Patrick Ebdilqadir di 21ê rêbendana 2014an de piştî demeke kurt ji girtina wî jîyana xwe ji dest daye. Bavê wî Mazin piştî 4 salan di 25ê mijdara 2017an de miriye.
Çima doz li Fransayê hatiye pêşkêşkirin, ne li Sûrîyayê li pêş Dadgeha Tawanan ya Navdewletî?
Tevî metirsî û berfirehîya tawanên li Sûrîyayê ji çaxa çewisandina hovane ya raperîna adara 2011an ku destpêka şerekî bû 7 salan berdewam kir, lê derfetên qurbanîyan û malbatên wan bo bidestxistina dadî û wekhevîyê pir kêm in. Sûrîyayê li ser sîstema Romayê ya sereke erê nekiriye, tevî hewldanên derxistina biryarekê ji Encumena ewlekarîya bo veguhestina dozê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî lê vîtoya Rûsî û Çînî gelek caran nehiştiye Dadgeha Tawanan a Navdewletî lêpirsînekê der barê Sûrîyayê de veke.
Birîna rê li pêş Dadgeha Tawanan a Navdewletî û nebûna gavên rast ên garantîkirina dadmendîyê û lêpirsîna serbixwe li hundirê Sûrîyayê hişt ku qurbanî berê xwe bidin dewletên din –weke Almanya, Swêd, Fransa û Spanya- bo lêpirsîna di dozan de li gor karê dadwerî yê derveyî. Ji sala 2012an ve, kes û rêxistinên Sûrîyayî li gel rêxistinên mafên microvan yên navdewletî, dest bi pêşkêşkirina dozan bo van dewletan kirine da ku dest bi lêpirsînan der barê tawanên îşkencekirinê û yên dijî mirovahîyê û/an tawanên cengê de, bikin.
Pîvanên pêkhatî li Fransayê bo destpêka lêpirsînan di tawanên li Sûrîyayê de çi ne?
Ji çaxa ku Rêkeftina Netewên Yekbûyî ya Dijatîya Îşkencekirinê ketiye qanûna Fransî di sala 1986an, pêkan e ku doz li hemû tometbarên li Fransayê were vekirin û bi tometên îşkencekirinê li Fransayê were darizandin.
Heman rewş di tebaxa 2013an de li ser gumanbarên di rewşên windakirina neçar de piştî tevlêkirina Rêkeftina Neteweyên Yekbûyî ya parastina ji windakirna neçarî di qanûna Fransî de, hate pêkanîn.
Qurbanîyên îşkencekirinê û windakirina bi neçarî; bêyî guhdana bi nasnameya wan û niştebûna wan, dikarin gilîyê xwe pêşkêşî dozgerê giştî li Fransayê bikin û di pêvajoya dadgehkirinê de weke alîyên sivîl beşdar bin. Ev yek mafên qurbanîyan; mîna mafê çêkirina lêpirsînên destnîşankirî an vexwendina dîdevanên destnîşankirî, digihîne wan.
Di 9ê tebaxa 2010an de, parlementoya Fransî qanûnek li xwe girt ku sîstema Romayê ya sereke di qanûna Fransî de dihewîne. Ev qanûn serwerîyekê ji Dadgehên Fransî re der barê tawanên qirkirinê, yên dijî mirovahîyê û yên cengê yên ku li bajarekî din diqewimin, pêkan dike, eger van mercan bi cih bîne:
- Eger kesê gumanbar li Fransayê bi cih dibe,
- Eger qanûneke tawankirina wan kiraran li dewleta ku lê pêk hatiye hebe/ an eger dewleta ku tawan lê pêk hatibe an ya ku gumanbar jê ye alîyekî sîstema Romayê ya sereke be; û
- Destpêka dozlêvekirinê li gor daxwaza dogerê Fransiz ê giştî be.
Ji bilî van pîvanan, Fransa xwedî serwerîyeke dadgehî ye di warê tawanên li dijî welatîyên Fransî an xwedî nasnameya Fransî bin de, li gel tawanên ku welatîyê Fransiz an welatîyên xwedî nasnemya Fransî, bi cih tînin. Ji lew re, ji ber ku Mazin û Patrick Ebdilqadir xwedî nasnameya Sûrîyayî û Fransî ne, lêpirsînan di mijdara 2016an de dest pê kirin.
Di 1ê rêbendana 2012an de, yekîneyek taybet li Parîsê bo darizandina tawankerên tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên cengê hatiye çêkirin û bi navê “Yekîneya Tawanên Cengê” ya Fransî tê naskirin. Ev yekîne ji tîmeke sê dozgerên giştî, sê dadwerên lêpirsînan ên serbixwe û hejmareke peygirên pispor pêk te, di dozên tawanên navdewletî de kar dikin. Îroj, yekîneya tawanên cengê ya Fransiz li ser derdora 100 lêpirsîn û xwendinan kar dike ji nav wan jî tawanên navdewletî yên ku ji derveyî Fransayê çêbûne, 15 ji wan herî kêm girêdayî tawanên cengê yên li Sûrîyayê ne.
Wezareta derve ya Fransayê di îlona 2015an de, dosyayên Sîzerê veguhestin yekîneya taybet li Parîsê ji lew re lêpirsînek di warê îşkencekirina ji hêla rêjîmê ve li gel hejmareke bipêkirinên din, hate vekirin.
Çawa doza Eldebax dest pê kir û çawa giha qonaxa derxistina rayeyên girtinê yên navdewletî?
Di 24ê cotmeha 2016an de, Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û û rêxistina wê ya endam li Fransayê ; Hevgirtina Fransî ya Mafên Mirovan li gel birêz Ûbeyda Eldebax (birayê Mazin Eldebax) her weha bi piştgirîyeke çalak a Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, doza Mazin û Patrick ebdilqadir veguhest Yekîneya Tawanên Cengê ya Fransî.
Di gilîyê pêşkêşkirî de bo dozgerê giştî, dozgeran doza çêkirina lêpirsîneke demlidest kir bi rêya destnîşankirina dadwerê lêpirsînan di tawanên windakirina neçar û îşkencekirinê de yên ku digihên asta tawanên li dijî mirovahîtê yên ku îdîa dikin ku li dijî Mazin û Patrick Eldebax ji hêla rêjîma Sûrîyayî ve hatine kirin.
Di 7ê mijdara 2016an de, dozgerê giştî lêpirsînek bi rê ve bir û sê dadwerên lêpirsînan bi çêkirina lêpirsînan hatin erkdarkirin.
Di nav berfanbara 2016an û îlona 2018an de, birêz Ûbeyda Eldebax xê caran şehada xwe da û parêzerê Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan nûnerê wî bû.
Di vê pêvajoyê de, bi alîkarîya Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û Hevgirtina Fransî ya Mafên Mirovan rayeyên qanûnî pêşkêşî dadwerê lêpirsînê kirin her weha dîdevanên sereke ên tawanên sîxurên Saloxgerîya Ezmanî li Sûrîyayê li girtîgehên Mezê û deverên din destnîşan kirin.
Di 8ê cotmeha 2018an de dadwerên lêpirsînan ên berpirs di ber ber dozan de sê fermanên binçavkirinê yên navdewletî li dijî Elî Memlûk û Cemîl hesen derxistin, ji ber tometên beşdarîya di tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên cengê de.
Her sê berpirsên Sûrîyayî yên pilebilind ên ku rayeyên binçavkirinê yên navdewletî ew armanc girtina kî ne? tometa wan çi ye?
Serleşker Elî Memlûk, serokê Ofîsa Ewlehîya Newetwî
Serleşker Cemîl Hesen, birêveberê Birêveberîya Saloxgerîya Ezmanî
Serleşker Ebdiselam Mehmûd, serokê beşê lêpirsînan ê Saloxgerîya Ezmnî li Şamê
Her sê tometbar di tawanên li dijî mirovahîyê de beşdar in li gel ku Ebdiselam Mehmûd ji ber tawanên cengê jî ji dadgehan tometbar e.
Çima ev pêşketin giring e?
Rayeyên binçavkirinê yên navdewletî encama fermana girtinê ya navdewletî ye ku ji hêla dozgerê fedralî li Almanyayê li dijî Cemîl Hesen di hizêrana 2018an de hatiye derxistin, gaveke giring e di warê bidawîkirina bêcezakirinê bo tawankerên rêjîma Sûrîyayî.
Bi rêya armancgirtina kesayetên pilebilind di nav rêjîmê de bo yekem car, diyar dibe ku tawanker nikarin ji sezayê birevin.
Sîstema dadwerîyê li Fransayê bal kişand ser berpirsyarîtîya van her sê kesan û rola wan di tawanên li dijî mirovahîyê û yên cengê de li dijî gelê Sûrîyayî li Sûrîyayê. Ji ber ku gihaştina bo dadgehên tawanên yên navdewletî û dadmendîya veguhêz ne pêkan bû heta nuha, ev gav nîşaneke ku dadmendî ji derveyî sînorên herêmê xwedî roleke sereke ye bo binçavkirina berpirsên tawanên metirsîdar ên ku ji adara 2011an ve li Sûrîyayê hatine kirin.
Ji alîyekî din ve didin xuyakirin ku ev lêpirsînên pêkan in û dibe ku xwedî encamp bin ew jî bi saya bibelgekirinê ya ku çalakvanên Sûrîyayî ji 2011an ve bi cih tînin her weha mêrxasîya qurbanî û dîdevanan.
Bandorên rayeyên binçavkirinê yên navdewletî çi ne?
Her sê gumanbar nema dikarin ji cezayê birevin her weha cihê wan di pêşeroja Sûrîyayê de cihê gumanê ye.
Rayeyên binçavkirinê yên navdewletî dê her sê tawanbaran ji derketina derveyî Sûrîyayê qedexe ye.
Elî Memlûk berî nuah derkete îtalyayê da ku wezîyê Hundirîn Marco Mantety û serokê Saloxgerî Alberto Mantety tevî ku di lîsteya sezayên Yekîtîya Ewropayê de ye. Lê ev yek nema pêkan e û Îtalya neçar e ku wî bigire û radestî Fransayê bike.
Di warê doza li Fransayê de, eger rayeyên binçavkirinê neyê bicihanîn, dadwerên lêpirsînan dikarin lêpirsînan bigirin û dozê veguhêzin dadgehê. Gumanbar dikarin nûnerekî xwe di dema darizandinê de destnîşan bikin eger ew ne li dadgehê bin jî.