Wa’il Hemada

10/01/2017

Wa’il Hemada, Berevanîyê di ber mafên mirovan de dike

Di 9ê Berfanbarê de sala 2013an de, endamên girûpeke çekdar ew ji Dûmaya Gundewarê Şamê revandin.

Wa’il Hemada berevankarekî çalak e di warê mafên mirovan de. Di 9ê berfanbara 2013an de li gel hevjîna xwe Rezan Zeytûna û her du hevkar (Semîra Xelîl û Nazim Himadî) ji alîyê zilamine rûpêçayî hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate veguhestin.

Ew ji avahîya navenda belgekirina binpêkirinan û piştgirîya geşepêdana navxweyî û projeyên piçûk li Dûmaya Gundewarê Şamê, hatin revandin, ev dever jî girêdayî  Xûtaya Rojhilatî ye ku di bin kontrola gelek hêzên girûpên çekdar de ye û ji alîyê rêjîmê ve dorpêçkirî ye. Navenda belgekirina binpêkirinan navendeke nehikûmî û serbixwe ye, binpêkirinên ku hikûmeta Sûryeyî der heqê mafê mirovan de di warê şer de dike, belge dike. Û piştgirîya geşepêdana navxweyî  û projeyên piçûk, alîkarîyên mirovî peyda dike, bi taybet ji bo navendên pizîşkî li devirine mîna Xûtaya Rojhilatî.

Çarenûsa wî û cihê wî nuha, ne diyar in.

10/01/2017
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.