Daxuyanîyeke hevbeş der barê êrîşên asîmanî li Sûryeyê: Divabe Encumena Ewlekarîyê di cih de dengê xwe bide, da ku lêpirsînên der barê êrîşa Xan Şêxûnê de dest pê bikin, her weha da ku hemû berpirsên tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê werin dadgehkirin

7/4/2017 – Em weke rêxistinên mafên mirovan ku me li ser vê daxuyanîyê îmze kiriye, bi tundî pêşveçûna şerê li Sûryeyê şermezar dikin ku êrîşa herî dawî êrîşeke asîmanî roja sêşemê 4ê nîsana 2017an li ser bajarê Xan Şêxûnê li gundewrê başûrê Êdlêbê bû. Ev êrîş bi rêya çekekî ku qirkirinê çêdike an jî çekine ku gelek ziyanên wan hene û êşekê mezin li dûv xwe dihêlin, hatibû pêkanîn û armanc ew bû ku gelek ziyanên berfireh û demdirêj bigihêne xwezayê.

Li gor rêxistinên Sûryeyî[1] û Rêveberîya Tendurustîyê, bi sedema wê êrîşê, 94 welatîyên sivîl ji nav wan 27 zarok û 27 jin, hatin kuştin, her weha bêhtirî 200 wetîyên sivîl rastî xeniqînê hatin, ev hejmar jî ne teqez e çi ku gelek birîndar li Tirkiyayê rastî dermankirinê tên.

Em ji Encumena Alîkarîyê dixwazin ku ew tavilê dest bi îcrayên sekinandina dijî van tawanên ku rojane li Sûryeyê têne kirin, bike.

Êrîşa asîmanî li ser Xan Şêxûnê hate bicihkirin û ta nuha jî xelk bi komî ji ber buyerê penaber dibin, endamên alîkarîya pijîşkî yên ku li deverê bûn mîna rêxistina Pijîşkên Bê Sînor û Komeleya Sûryeyî û Americayî ya Pijîşkî, nikarîbûn bi hemû zererxwaran re alîkar bin ji ber navendên alîkarîya pijîşkî li Êdlêbê hatibûn armanckirin û cih ji ber pirbûna qurbanîyan di nexweşxaneyan de nemabû her weha kêmasî di alav û karmendên pijîşkî de peyda bû. Li gel vê operasyonê, êrîşne din li ser herêmine Gudewarê Şamê û Deraayê hatibûn bicihanîn û di encamê de gelek ziyanên sivîlane li dûv xwe hiştin.

Em li ser dijatîya van binpêkirinan ji zagonên navdewletî re teqez dikin û eger Civaka Navdewletî bê deng bimîne û alîkarîyên navdewletî bo stendina îcrayine zelal di ware dijatîya tawanên ku Rêjîma Sûryeyî û komên çekdar ji berî şeş salan ve rojane dikin, bi ser neket, ev binpêkirin dê berdewam bin.

Sûrye bi awayekî fermî tev li peymana qedexekirina belavbûna çekên kîmawî û jehirdar di îlûna 2013an de, bûye. Di 14ê îlûna 2013an kaxezek da destê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon tê de beşdarîya xwe di lihevkirina qedexeya çêkirin, hilanîn û bikaranîna çekên kîmyawî de, teqz kir, her weha Hikûmeta Sûryeyê pabendîya xwe bi bendên lihevkirinê jî ragihand.[2]

Di 27ê îlûnê de, Encumena Ewlekarîyê biryara 2118an derxist, tê de alîgirîya xwe bo biryara encumena cîbicîkar ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî nîşan da ku behsa lezkirina tunekirina çekên kîmawî û çêkirina lêpirsînine cidî hatibû kirin, her weha di benda 22an de hatibû gotin ku hin tedbîr dê li ser Sûrye li gor beşê 7an ji belgenameya NYyê werin bicihanîn eger ew bi biryarê ne pabend be.

Ev êrîç ya mezitirîn e ji çaxa êrîşa kîmawî di tebaxa 2013an li ser Xûtaya Rojhilatî  û bicihanîna wê piştî biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2209an hat,  ku biryarê bi tundî bikaranîna çekên kîmawî yên jehirdar mîna xaza Kilorê li Komara Erebî ya Sûryeyê şermezar kiribû û di benda xwe ya heftan de hin tedbîrên nepabendîya bi biryara belgenameya NYyê ya 2118an, danîbû.

Em kesên îmzeker daxwaz dikin ku bendên lihevkirina qrdexeya  bikaranîna çekên kîmawî li Sûryeyê werin pêkanîn û kar li gor biryara 2118an were kirin da ku li gor benda heftan; welatîyên sivîl werin parastin û çekên qedexe neyên bikaranîn, hew weha em li ser garantîkirina gihaştina devera êrîşê bo komîteya lêpirsînên girêdayî çekên kîmawî teqez dikin, da ku lêpirsîneke têkûz û bêalî der buyerê were çêkirin û ji bo Encumena Ewlekarîyê bilez were pêşkêşkirin.

Her weha em daxwaz dikin ku hemû berpirsên tawanên cengê û tawanên dijî mirovahîyê li Sûryeyê werin dadgehkirin û em daxwaza agirbestekê li Êdlêbê dikin da ku rêxistinên hawarçûnê derbas bibin û alîkarîya qurbanîyan bikin.

Eger Encumena Ewlekarîyê nikaribe alîgirîya Qanûna Navdewletî û biryarên bûrî; ji ber vîtoya ku gelek caran ji bo sekinandina şer û parastina sivîlan li Sûryeyê hatiye bikaranîn, bike, reva ji sizayê û êşa Sûryeyîyan dê berdewam bike û ew ji binpêkirinan nayên parastin.

Ji endamên Encumena Ewlekarîyê û hemû dewletên endamên NYyê tê xwestin ku ew dest bi karê sizakirina tawankaran û sînorkirina êrîşên li ser sivîlan bikin. Em bi bîra Yekîtîya Ewropayê jî tînin  ku gwlw caran pabendîya xwe bi dijatîya reva ji sizayê li Sûryeyê diyar kiribû bitaybet piştî karê wê li Brûksilê. Sûryeyî hêjayî rastîyê ne û ji Civaka Navdewletî tê xwestin ku ew dest bi sizakirina tawankaran bike da ku tu alî xwe ji siza û lêpirsînê dûr nexin.

Îmzaker:

  • Oromûtewisitîye bo Mafan
  • Hevgirtina Sûryeyî ya Hemwelatîbûn
  • Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan
  • Rêxistina Kewkibîyê ya Mafên Mirovan
  • Navenda Elreqîb
  • Navenda Xwendinên Komara Demoqratîk
  • Navenda Biratîyê ya Mafên Mirovan
  • Rêxistina Dadê bo Tîyanê
  • Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  • Navenda Sûryeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî
  • Sûryeyîyên Rastî û Dadê
  • Înstitûya Sûryeyî ya Dad û Vepirsînê
  • Tora Sûryeyî ya Mafên Mirovan
  • Navenda Sûryeyî ya Serjimar û Lêkolînan
  • Rêxistina Elyewm Etalîyê
  • Rêxistina Ornamoyê

[1] ji nav wan jî rêxistina Elreqîb û Navenda Sûryeyî ya Serjimar û Lêkolînan û Înstitûya Sûryeyî ya dad û vepirsînê

[2] http://sn4hr.org/blog/2017/04/05/37809