996 welatîyên sivîl di sala 2017an de heta mijdarê hatine kuştin

19/04/2018

Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan kuştina 996 sivîlan di vê sale de bibelge kir ev yek jî di rapora wê ya der barê qurbanîyê sivîl de di nav 1ê rêbendana 2017an heta 30ê mijdara 2017an de diyar bû.

Rapor bîlançoya qurbanîyên sivîl ên ku li ser destê her heft alîyên aktîv li Sûrîyayî hatine kuştin li xwe digire ew alî jî ev in:

  • Hêzên Rêjîma Sûrîyayî (artêş, ewlekarî, mîlîşyayên navxweyî, mîlîşyayê şîe yên biyan)
  • Hêzên Rûsyayê
  • Hêzên Rêveberîya Xweser
  • Rêxistinên Îslamî yên tundrew
  • Hêzên Opozisyona çekdar
  • Hêzên Kwalîsyona Navdewletî
  • Alîyên din

Ev bîlanço piştî ragihandina li paytexta Tirkîyeyê Enqere di 30ê berfanbara 2016an de tê ku di wê demê lihevkirina agirbesta gişgir bi sponserîyeke Rûsî-Tirkîyeyî hate çêkirin û alîyên îmzeker li ser daxuyanîyê; Rêjîma Sûrîyayî ji alîyekî ve û hêzên opozisyona çekdar ji alîyekî din ve biryara sekinandina êrîşên çekdar dan lê herêmên leşkerî yên di bin kontrola DAIŞê de ne di nav lihevkirinê de bûn.

Piştî vê lihevkirinê 7 gerên danûstendinan li paytexta Kazaxistanê; Asîtana, di nav nûnerên Rûsya, Tirkîya û îranê de weke sponserên lihevkirinê hatin lidarxistin, ya dawî jî di 30-31ê cotmeha 2017an de bû,  piranîya wan behsa awayên sivkkirina şer li Edleb û derûdora wê kirin (beşên Heleb, Hema û Ladiqîyeyê) û bakurê Homsê, Xûtaya Rojhilatî û hin beşên Deraa û Qinêtiraya başûrê Sûryayê her weha derbaskirina alîkarîyên mirovî li gel vegera penaberan bo wan herêman.

Bo dîtina raporê, li vê derê bixe

19/04/2018
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.