“Sûrîyeyîyên derbidee”: raporek der barê koçberîyê û pirsgirêkên wê

“çalakvanên Sûrîyayî a çavdêrîyê” rapora “Sûrîyeyîyên derbider” belav kir ku behsa hûrgilîyên hin bajarên koçberîyê dike li gel pirsgirêkên koçberîyê, alîyên wê yên mirovî, civakî, abûrî û perwerdeyî her weha alîyên navdewletî û herêmî.

Rapor sedemên koçberîyê yên serke diyar dike her weha bandora koçberîyê ser koçberan û civakên ku ku li wan koçber dibin tîne der, ji alîyekî din ve behsa danûstendina Sûrîyeyîyan bi doza koçberîyê re dike û qewîtî û encamên ku bi rêya raporên ku di 2014 li ser rewşa koçberan hatine çêkirin, tîne der.

Rapor ji 43 rûpelan pêk tê û li jêr van serenavan hatiye dabeşkirin:

  • Koçberîya li Tirkîyeyê
  • Koçberîya li Misirê
  • Koçberîya li Libnan
  • Rewşa malbateke koçber li Yonanistanê
  • Bikaranîna Xazên jehirdar ji hêla Rêjîmê ve li Kefer Zêtayê

Mulhem Elhuseynî serpereştê amadekirina raporê bû û ev kes di navîsandina raporên din de beşdar bûn: Eymen Xocel, Rîm Reşad, Ehmed Talib her weha endamine “Çalakvanên Sûrîyeyî ên Çavdêrîyê”.

Bo dîtina çapa PDFê, li vê derê bixe.