“Salên bê şûn” Raporeke taybet balê dikişîne ser êşa malbatên windayên bi neçarî li Sûrîyeyê

Hejmara windayên bi neçarî li Sûrîyeyê ji yên herî mezin e li Rojhilata Navînê û tevî ku piştî raperîna 2011an bûye adet li cem dezgehên ewlekarîyê yên Sûrîyeyî ku bi dehhezaran bi neçarî winda bike lê dîroka windakirina bi neçarî li Sûrîyeyê vedigere bi dehê berê de; an jî di salên heyştêyî de û berî wê.

Her dem alîyên şerê Sûrîyeyî windakirina bi neçarî wekî çekekî tirsandin û çewisandina opozisyonê bikar tîne.

Li gel windakirina bi neçarî, gelek binpêkirinên mafên mirovan ên din jî çêdibin çi berî windakirinê mîna binpêkirina mafê ewlehî û rûmeta mirovan û binpêkirina mafê parastina mirov ji girtina keyfî. Binpêkirinên li gel windakirina bi neçarî ne tenê berî windakirinê ne lê gelek binpêkirin di dema windakirinê bixwe de jî çêdibin taybet yên mafê parastina girtîyan ji îşkencekirinê û kiryarên nemirovî û tund her weha mafê wan ê peydabûna rewşeke mirovî di girtîgehê de û dadhkirineke dadmend bo wan.

Binpêkirinên piştî windakirinê jî hin ji wan girêdayî mafê çêkirina jîyanekê di nav malbatê de û mafê jîyînê bi taybet di rewşên kuştina qurbanîyan de çi ji ber îşkencekirinê an ji ber rewşa girtinê û birçîkirinê bi xwe.

Tevî ku tu hejmarên teqez der barê kesêb ku jîyana xwe piştê windakirinê ji dest dane de tunene, lê navendên bibelgekirinê û rêxistinên navxweyî behsa bidehhezaran windayên ku jîyana xwe ji ber îşkencekirinê ji dest dane.

Li gel bibelgekirina rewşên windayên bi neçarî; ev rapor hewl dide ku bale bikişîne ser bandorên windakirina bi neçarî çi li ser qurbanîyê be an li ser malbatê be (bav, dayik, xwişk û bira, hevjîn, zarok, mirov, heval û yên din). Ev rapor dê bêhtir bale bikişîne ser bandorên derûnî, madî, qanûnî û civakî yên malbatên windayan bi taybet.

Bo daxistina raporê: Raporeke Taybet Balê Dikişîne ser êşa Malbatên Windayên bi Neçarî li Sûrîyeyê

Jêder: Rêxistina Dadmendî ji bo Jîyanê