Dikeya Sivîl a Sûrîyeyî: Daxuyanîyeke piştgirîya malbatên ji bo azadîyê (Basa Azadîyê)

Dikeya Sivîl a Sûrîyeyî piştgirîya kampanîya Malbatên bo Girtîyan (Basa Azadîyê) dike ku roja çarşema borî; 11ê cotmehê ji paytexta Birîtanîyayê li Londonê dest pê kir di bin diruşma Ne girtin û ne windakirina bi neçarî li Sûrîyeyê,  li gel endamên kampanîy ji malbatên girtîyan wêneyên girtî û windayan li ser base hene û bas dê hewl bide ku miletên cîhanê li xwe bigire î bale bikişîne ser doza girtîyên Sûrîyeyî di zindanên Rêjîma Sûrîyeyê de û şermezarkirina windakirina bineçarî û bibîranîna dozên Sûrîyeyî yên herî giring ên ku dikin di nav pêşveçûnên siyasî û leşkerî de di mehên dawî de winda bibin.

Ji alîyekî din ve em di Dikeya Sivîl a Sûrîyeyî de dosyaya girtî û windayan ji destpêka çêkirina dikeyê de dişopînin û her dem li ser piştgirîya doza girtîyan, serbestkirina wan û diyarkirina çarenûsa windayan kar dikin her weha li gel rêxistin û desteyên mafnasî yên navxweyî û navdewletî dixebitin da ku dosyaya girtî û windayan ji derveyî pêvajoya siyasî bin li gel serbestkirina wan a demlidest, li gor Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan hejmara wan digihê 215 hezar girtî herî kêm ji adara 2011an ve, her weha rapora dawî ya li ser windakirina bineçarî jî ji alîyê Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan ve derketiye, li jêr serenavê (ew kanîn) bo sala 2017an û hejmara wan derdora 85 hezar kesên ku malbatên wan li hêvîya diyarkirina çarenûsa wan e.

Dawîyê; em di Dikeya Sivîl a Sûrîyeyî de dengê xwe bi malbatên girtî, winda û kampanîya basa azadîyê re bilind dikin û doza tevgereke lezgîn a rêxistin û desteyên naxweyî û navdewletî dikin da ku bi êşa girtîyan û malbatên wan re bin, daxwazên wan li xwe bigirin û zextê li rêjîmê û hemû alîyên Sûrîyeyî bikin ji bo serbestkirina girtîyan û diyarkirina çarenûsa windayan.

Dikeya Sivîl a Sûrîyeyî