Dadmendîya Veguhêz li gor Nerîna Ciwanên Sûrîyeyî

Bi boeya roja cîhanî ya ciwanan ku di 11ê tebaxê de hate pîrozkirin ku duruşma wê ya vê sale ev e “Ciwan Avakerên Aştîyê ne”, sazîya Dewletîyê raporek derbarê nerîna keş û xortên ciwan ên Sûrîyeyî der barê têgeh û awayên dadmendîya veguhêz de belav kir.

Şerê li Sûrîyeyê derfet û ewlehîya pêwîst bo debirandina pêdivîyan û bidestxistina nûnertîyeke rastîn neda ciwanan, çi li ser asteke navxweyî an navdewletî be. Ji lew re ciwan ew in kesên herî rastî tundîyê û binpêkirinan tên çi li Sûrîyeyê çi li koçberîyê be.

Biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2250 îtîrafê bi ciwanan dike weke hêmanine giring ên parastina aştî û ewlehîyê her weka sazîya <Dewletî>yê di rijdîya xwe ya giringîya pêkanîna awayine dadmendiya veguhêz a gişgir ji bo avakirina aştîyeke domdar de, berdewam e.

li gor karê <Dewletî>yê yê ku armanc dike ku beşdarîya kesên bibandor di civaka sivîl de hebe, taybet keç û xortên ciwan di karê dadmendîya veguhêz de li Sûrîyeyê, dezgehê xwendinek bi serenavê (Dadmendîya Veguhêz li Gor Nerîna Ciwanên Sûrîyeyî) çêkir. Armanca vê xwendinê ronîkirina tecrubeyên keç û xortên ciwan di şerê Sûrîyeyî de ye her weh awayê danûstendina wan bi van tecrubeyan re li gel beşdarîya wan di civakên wan de û nerîna wan ji têgeh û awayên dadmendîya veguhêz re. xwendinê xwe spartiye karên ciwanên ku temenê wan di nav 18 û 30 salî de ye ji ber ku ev beş tu carî bi awayekî cidî nehatiye armanckirin û divabe ev beş ji bo garantîkirina veguhestineke dadmend, demoqrat û aştîyane li Sûrîyeyê beşdar bin.

Bo Daxistina Raporê bi forma PDFê, li vê derê bixe.