Dadgeheke Swêdî sizaya zindankirinê der heqê tawankar Muhemed Elebdela de derdixe

Tawankar Mihemed Elebdela di rûniştineke dadgehkirinê de.

Dadgeha Sotirdonê ya Swêdî yek ji koçberên Sûrîyeyî yên alîgirên Esed bi pêkanîna tawanan der heqê gelê Sûrîyeyî de di dema xizmeta wî ya di nav yek ji mîlîşyayên komîteyên şebî de yên ku li gel rêjîmê şer dikin, tometbar kir, dadgehê xwe spartibû wêneyên ku li ser malperên têkilîya civakî belav kiribû ku wêneyeke wî heye tê pê li termekî dike û ev wêne li gel hin belgeyên din weke delîlekî li dijî wî tên bikaranîn, li gor gotinên dozgera giştî.

Rêxistina Kewkibî ya mafên mirovan li gel Navenda Sûrîyeyî ya xwendin û lêkolînên qanûnî bi alîkarîya karmendên kenala Swêdî ya çarem karîbûn destpêşxerîya “tawankar in ne koçber in”  bi ser bixin û tawankar Mihemed Elebdela gihandin zindanê û 8 mehên zindankirinê lê hatin birîn.

Mihemed Elebdela berî nuha li Stockholma paytexta Swêdê hatibû girtin ji ber belavkirina wêneyên wî di nav yên kesên ku tawan pêk anîne berî ku bigihên Ewropayê de.

Bo naskirina hin hûrgilîyên din hun dikarin rapora Rêxistina Kewakibîyê ya mafên mirovan der barê vê dozê de bibînin.