Şîretên Karê Rojnamegerî – Şîreta Duye,

Derfeta gihaştina bo înternetê û hatûçûn gelekî giring e bo karê rojnamegerî, ji lew re gelek jêderên bikaranîna înternetê xwestî ne.

Dibe ku hin jêderên bikaranîna înternetê ne ewle an metirsîdar bin, ji lew re hin çîretên bikaranîna înternetê di dema çûn û hatinê de hene:

  1. Divabe tora (WIFI) ya giştî ya (Coffee, Xwaringeh û Otêlan…) neyê bikaranîn.
  2. Divabe tota (WIFI) ya vekirî (bê şîfre) neyê bikaranîn.

Li şûna wê ya baş ku înternet li ser telefonê bê bikaranîn an bi rêya weşandina înternetê ji telefona kesekî em jê bawer bin.

Hin caran em neçar dimînin ku înternetê bi rêya toreke giştî bi kar bînin lê divabe em agahdar bin:

  1. Divabe tora em bi rêya wê derbasî înternetê dibin bi şîfre be.
    *Hebûna şîfreyê bo tora WIFIyê kenaleke şîfrekirî di nav alava te û alava weşana înternetê (Modem/ Rawter) de çêdike ku agahî bi rêya wê kenalê derbas dibin. Ji lew re têkilîya te heta astekê dê ewle be.
  2. Divabe were teqezkirin ku hemû malperên em derbasî wan dibin bi HTTPSê dest pê dike.
    * malperên ku bi HTTPSê dest pê dikin diyar dikin ku têlkilîya di nav û te malperê de şîfrekirî ye.
  3. Divabe em ha jê hebin ku malperên bi HTTPSê dest pê nakin tên wateya ku têkilîya te bi malperê re neşîfrekirî ye, ji lew re dibe ku çi kesê ku bi heman torê re bi te re hevpar be karibe hemû agahîyên şandî û wergirtî di nav alava te û malperê de werbigire li gel şîfre û nûmareyên kertan … hwd.
  4. Bikaranîna malperên ku bi HTTPSê dest pê dikin heta astekê ewle ye lê huker dikarin bi rêya hin alavan şîfreyê bişkînin.
    *şîkandina şîfreyê ne hêsan e lê ne ewqas zehmet e jî.
  5. Divabe kar tenê girêdayî tiştên girîng be û piştî bidawîkirinê têkilî were qutkirin.
  6. Divabe bijardeya (Têkilîya jixweber) were hilanîn.
  7. Dema ku tu li ser computereke Windows kar bike, divabe tu bijardeya (Public Network) hilbijêrî da ku dîwarê parastinê were aktîvkirin da ku tu kes negihê agahîyên di hundirê computera te de.

Li gel agahîyên li jorê, dema ku pêdivîya te bi bikaranîna toreke WIFIyê ya giştî an vekirî hebe, divabe tu (TORê an VPNê) mîna Psiphonê bikar bîne da ku têkilîya te wer şîfrekirin û tu kes nikaribe bigihêje agahîyê te.

Her weha divabe programeke virusan were bikaranîn mîna Avera.

*ji bo computer, tablet û telefonan.

 

Nûçeyek bi zimanê civakê

 

Kê ji me nameyeke Messengerê bi şaşî bo kesekî an grûpekê neşandiye?

Name, wêne an vîdyo dibe ku normal bin lê ji kesekî şaş re hatibe şandin û dibe ku mirov fedîkar be an ev yek bo wî metirsîdat be.

Kompanîya Facebookê nûkirinek li Messengerê zêde kiriye ku em dikarin nameyê ji cem xwe û kesê li pêş xwe di nava 10 xulekan de hilînin.

Mîna nûkirina hilanîna nameyan li ser WhatsAppê.

Çawa tu dikarî nameyê cem alîyê din hilînî?

em ê tilîya xwe ser nameya şandî bihêlin heta ku bijarde derkevin, em ê bijardeya Hilanîn (Remove) hilbijêrin, paşê du bijarde derdikevin (Remove For Everyone) û (Remove for Me), em ê hilanîna bo her kesî (Remove for Everyone) hilbijêrin û name dê li cem te û kesê din were hilanîn.

Dibe ku piştî xwendinê jî name were hilanîn.

Lê Hilanîna Bo her kesî (Remove for Everyone) tenê bo deh xulekan aktîv e û paşê nema derdikeve û bijardeya (Remove for Me) tenê dimîne.