14 binpêkirin der heqê ragihandinê de di cotmeha borî de

Navenda Sûrîyeyî ya Azadîyên Rojnamegerî di Hevgirtina Rojnamegerên Sûrîyeyî de, 14 binpêkirinên li dijî ragihandinê li Sûrîyeyê di cotmeha 2017an de bibelge kir, ew jî hejmareke ji ya îlonê; ku 5 binpêkirin bûn, zêdetir e, teqînên ku Rêxistina Dewletê (DAIŞ)ê li bakur rojhilatî Sûrîyeyê çêkirin û armanckirina yekser bo ragihêneran ji alîyê rêjîma Sûrîyeyê û hevalbendên wê ve bi rêya bombebarankirina xûtaya rojhilatî li gundewarê Şamê her weha tengkirina li ser azadîya ragihandinê ku hemû alî dimişînin, bûn sedemên sereke yên bilindbûna asta binpêkirinan.

Berpirsyarîtîya van binpêkirinan li ser mile hemû alîyên çalak li ser xaka Sûrîyeyê ye, (desteya Rizgarkirina Şamê) li pêş hemû alîyan bû di binpêkirinan de ku 5 binpêkirin bicih anîn, DAIŞê 4 û Rêjîma Sûrîyeyê her weha Rêveberîya Xweser a ku ji alîyê Partîya Yekîtîya Demoqrat ve hatiye ragihandinê di ber du binpêkirinan de berpirsyar bûn, alîyên ku her du binpêkirinên din bicih anîne nehatin naskirin.

Ji binpêkirinên herî balkêş ên ku navendê di cotmehê de bibelge kiribû; kuştina sê ragihêneran û birîndarbûna 6ên din, bo cara yekemîn ji rêbendana 2016an ve, navend kuştina ragihênereke jin bibelge dike, ragihênera bi nave (Dilîşan Îbeş) li gel hevkarê xwe  (Hogir Feysel Mihemed) ji ber teqîna ku DAIŞê di dema şopandina gihaştina bi hezarên koçberên herêmên kontrola rêxistinê li Dêra Zorê ber bi hermên Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk ve li gundewarê başûrê Hesekê, bicih anîbû, bi kuştina (Dilîşan Îbeş) re; hejmara jinên ragihêner ên ku ji destpêka şoreşê di 2011an de li sûrîyeyê hatine kuştin gihaşte 7 ragihêneran.

Ragihêner (Qeys Elqadî) jî ji ber bombebarana Hêzên Rêjîmê bo Xûtaya Rojhilatî di dema şopandina bûyeran de hate kuştin û bi vî awayî hejmara ragihênerên ku navendê ji destpêka şoreşê de  di asara 2011an de kuştina wan bibelge kiriye gihaşte 419 ragihêneran.

Li gel wan 9 binpêkirinan, 5 rewşên qedexekirina ketober û dûrxistina ji şopandina rojnamegerî hebûn. endamên girêdayî Desteya Rizgarkirina Şamê  ragihêner Bîlal Beyûş, Ehmed Xoce, Ebid Qintar, Ebdilrezaq Elmadî û Mihemed Elebdela ji şopandin û wênekişandinê li parêzgeha Êdlêbê qedexe kirin bi behaneya ku destûra kêşanê û karê ragihênerî ji desteyê nestendine.

Li ser asteke xaknîgarî; 5 binpêkirin li Êdlêbê çêbûne, li her yek ji Hesekê û Helebê 3 binpêkirin û li gel bombebaran tund a hêzên Rêjîma Sûrîyeyê û hevalbendên wê li ser parêzgeha Gundewarê Şamê 2 binpêkirin çêbûne her weha binpêkirinek li Deraayê di encama şerê di nav Rêxistina Dewletê û Artêşa Azad de çêbûye.

Dawîyê; di meha borî de çalakvanê ragihênerî (Îbrahîm Elî Elsilêman) piştî 25 rojan ji girtina wî ji alîyê Asayîşa Rêveberîya Xweser li Hesekê, hate serbestkirin.