VDC: Bandorên Teqîna Beyrûtê li Penaberên Sûrî li Libnanê

Zêdetirî ji çar mehan piştî teqîna Beyrûyê darbasbûn e, lê hîn bandorên xwe li ser Libnanê dikin. Di teqînê da 178 kes mirin, û zêdetirî 6,500 kesî birîndar bûn û bi hezaran kes jî koçber bûn. Ziyan gihişt nêzîkê 40,000 avahîyan, ji wan 3,000 avahî ziyanek mezin dîtin, û di encamê da piraniya bendergehê hat rûxandin, û taxên li tenişta hatin wêrandin. Her wiha Sê nexweşxane li Beyrûtê ji encama teqînê têk çûn, û du nexweşxaneyên din zirar dîtin, ku di para nivînên nexweşxaneyan da valahiyek cidî darket. Wekî din, bi kêmî ve du hezar bijîşk birîndar bûn, an jî klinîkên wan hilweşiyan. û nêzî 300,000 kes bêmal man. Zêdebarî zirarek mezin heye li ser binesazî yê, kehrebay û torên avê. Texmîn diyar dikin ku dibe ku heya 10,000 malbatên bêserûber ji ber teqînê zehf bandor bibin û hewcedariya wan bi piştgiriya lezgîn heye.

Wekî din, pitir 70 hezarî karker ji ber teqînan bêkar mane, ji bilî 220 hezar karkerên ku di encama qeyrana darayî ya ku ji dawiya sala 2019an dast pê kir da bêkar bûn.

Teqên hat di dama ku Libnan di xirabtrîn rewşek abûrî darbas dibe digel bandorên nexweş Coronavirus/ COVID 19. Rêjeyên bêkariyê jî zêde dibin, digel vê yekê daketina giranbûhaya dirava libnanî, daketina nirxê mûçeyan, û giran buhaya jiyanê. Li gor Bankeya Navdewletî yek mîlyon Libnanî di bin xeta hejariyê da dijîn, û serjimêryaran diyar kir ku% 50 ji Libnanîyan ji dabînkirina xwarinê bi fikar in. Koma Piştgiriya Navneteweyî ya ji bo Libnanê hevgirtina xwe ya bi gelê Libnanî re ragihand. 

Di encamê da, Konferansek Navneteweyî bo Alîkarî û Piştgiriya Beyrût û miletê Libnanî di 9ê Tebaxa/ Gelawêja 2020an da hat li dar xistin. Ew di bin serokatiya Neteweyên Yekbûyî û Fransa yê da hat rêxistin û karibû ku hewildanên civaka navneteweyî seferber bike. Neteweyên Yekbûyî di heman damê da bangek mirovahî kir, bi armanca komkirina 565 mîlyon dolar bo alîkariya Libnanê bike ya bilez, û nû avakirin û sererastkirina rewşa abûrî. Dê li ser arîkariya kesên hewcedar bi peydakirina ewlehiya xwarinê, rehabîlîtasyona dazgehên tenduristiyê yên zirardîtî, peydakirina kelûmêlên darmankirina trawma û darmanên bingehîn be, ji bilî dabînkirina stargehê, bi peydakirina drav ji bo penageha malbatên ku xaniyên wan ziyan dîtine. Her weha dê sererastkirina avahî û dazgehên ku ji ber teqînê zirar dîtine, ji bilî piştgiriya paqijiya avê û kanalîzasyonê. Di vê çarçova nenormal da, ya ku dikare wekî felaketek bê binav kirin, Libnan di warê rêjeya nifûsê da yek ji wan welatên ku herî zêde penaber lê dimînin, ku zêdetirî 900 hezar penaberên tomarkirî hene ji Sûriya yê û çend welatên din, li ji xeynî penaberên Filistînî, digel nêzî 7 mîlyon kesên libnanî.

hat ragihandin, ku 34 penaberên Sûrî di teqîna Beyrûtê da hatine kuştin û 124 penaber birîndar bûn, 20 ji wan giran birîndar bûn. Wezareta Tenduristiya Giştî ya Libnanê navnîşek navên qurbaniyan weşandibû, ku tê da Suryanî jî hebûn. Bi heman rengî, balyozxaneya Sûrî mirina 43 hemwelatiyên Sûrî di teqîna bendera da, ragihand. Zirara penaberan ji windabûna canê bigire heya birînên giran û normal ji bilî zirarên din yên xanî, tiştikên şexsî, kaxezên nasnameyê û yên din. Lêbelê, bandora teqînê li ser penaberên Sûrî du qat bû. Pratîkên mayînde yên dawleta Libnanê di binpêkirina mafên penaberan da di danûstendina penaberên Sûrî yên qurbaniyên teqînê da hebû. Bi vê bonê, ev darxestbîn armanc dike ku dijwarîyên ku penaberên Sûrî yên ku ji ber teqînê bandor bûne ra rûbirû bike û rola rêxistinên Sûrîyeyî yên ku di nav yekem da bûn ku arîkarî pêşkêşî kirin diyar bike.

Di vê raporê da, Navenda belgekirina Binpêkirnan ya di Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad hewl dide, rewşa yasayî ya penagerên sûrî li Libnanê şîrov bike, û çawaniya wergirtina wan ji alîkariyan ra, her wiha rapor ronî dide ser ew bûyerên gotara nefertkirinê yên ku sûrî rûberpyî dibin, digel çendîn şehadtin ew kesên ku ziyandîtin ji teqînî, û di dawî da rapor komek ji pêşniyaran bo aliyên peywendîdar pêşkêş dike.