Sûrîya/ Rûsya: sivîl ji ber bombebaran û dorpêçkirinê tên kuştin

Divabe alîkarîya lezgîn derbasî Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî bibe û êrîşên ketober rawestin

Zarok di nav paşmayên avahîyên wêrankirî li Xûtaya Rojhilatî, Sûrîya. © taybet

(Beyrût)- “Human Rights Watch”ê îroj got ku Hêzên Hikûmeta Sûrîyayî û Hêzên Rûsî asta bombebaranên xwe û êrîşên xwe yên asîmanî li ser Xûtaya Rojhilatî bilind kirine , ku 15 kîlometran dûrî paytexta Sûrîyayê ye, di encamê de bi dehan sivîl di van êrîşên ne qanûnî de hatin kuştin. Hikûmeta Sûrîyayê bi dijwarî êrîşî herêmên di bin destê komên çekdar ên ne hikûmî de dike û nahêle ku alîkarîyên mirovî bigihêjin wan deveran û ev yek binpêkirineke ji qanûnên cengê re her weha nahêle sivîl ji herêmê derkevin.

Di 19ê berfanbarê de, Encumena Ewlekarîyê erkdarîya xwe ya pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî bi rêya sînor bo bi melyonên Sûrîyayîyên bê hêvî, nû kir. Divabe Encumen demlidest ji Hikûmeta Sûrîyayê bixwaze ku bendên ne qanûnî yên li ser gihaştina alîkarîyan bo Xûtaya Rojhilatî rake her weha kesên berpirs siza bike.

Lema Feqîh; cîgira birêvebera beşê Rojhilata navîn di Human Rights Watch de, got: “cîhan bi bêdengî li kiryarên Sûrîya û Rûsyayê li Xûtaya Rojhilatî a ku êşa êrîşên ne rewa û qedexekirina li ser asteke berfireh her weha dorpêçkirineke wêranker dikişîne, dinêre. Divabe Encumena Ewlekarîyê demlidest ji Sûrîyayê bixwaze ku van tektîkên xwe yên birçîkirina xelkê, qedexekirina derketina wan û wergirtina alîkarîyên mirovî bisekinîne.”

Di mijdar û berfanbarê de, Human Rights Watch ji dûr ve bi 12 welatîyên navxweyî yên ku di warê alîkarîyên mirov û bijîşkîyê de li Xûtaya Rojhilatî kar dikin, der barê êrîşên hêzên hevpeymanîyê û bendên li ser alîkarîyên mirovî, axivî.

Hêzên Hikûmeta Sûrîyayî; Xûtaya Rojhilatî ya ku bêhtirî 400 hezar welatîyan lê dijîn, ji 2013an ve dorpêç dike. Di cotmeha 2017an de,  hêzên hikûmetê bikaranîna dergeha bi tenê ya derbasbûna keresteyên bazirganîyê qedexe kir, di encamê de keresteyên xwarinê û alîkarîyên bijîşkî neman û nirxê wan bilind bû.

Di nav 14 û 30ê mijdarê de, operasyonên leşkerî yên Rûsî – Sûrîyayî yên hevbeş; li gor “Berevanîya Sivîl a Sûrîyayî” ku grûpeke xwebexş li herêmên dijî hikûmetê kar dike û Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan,  bêhtirî 400 êrîşên asîmanî li ser Xûtaya Rojhilatî pêk anîne. Çavdêrên dezgehên ragihandinê yên navxweyî gotin ku Kwalisyona Rûsî – Sûrîyayî, herî kêm carekê êrîşî bêhtirî nîvê bajaran li devera dorpêçkirî di vê demê de kiriye. mal, dibistaneke demkî û bazareke giştî di nav avahîyên sivîl ên êrîşkirî de bûn.

Ji 14ê mijdarê ve, Human Rights Watch 3 êrîşên asîmanî yên ku hate îdîakirin ku ketober in, di nav binpêkirinên qanûna cengê de bibelge kir. Çekên enqûdî di bûyerekê ji wan de hatibûn bikaranîn, ku ev çek li ser asteke berfireh qedexekirî ne her weha bi xwezaya xwe ketobr in. di encama van êrîşan de 23 sivîl herî kêm hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Human Rights Watchê got, gefa ku sivîl ji ber operasyona asîmanî rastî wê tên dibe  gihaştina alîkarîyên mirovî zehmettir bike. Êrîşên asîmanî û bejayî her weha dorpêçkirin bûne sedema kuştina 190 welatîyên sivîl herî kêm, ji nav wan jî 51 zarok hene, ew jî di nav 14 û 30ê mijdarê de li gor “Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan”.

Hêzên Hikûmeta Sûrîyayî û Hêzên Rûsî êrîşên xwe li ser Xûtaya Rojhilatî dijwar kirine û di
encama van êrîşên ne qanûnî de, bi dehan sivîl hatine kuştin.

Enes Eltean, welatîyekî sivîl e ji Human Rights Watchê re got: “em nizanin, em xwe di jêrzemînê de ji ber xazan veşêrin an xwe bixin metirsîyê de û du saetan di rêzê de bisekinin da ku nan ji zarokên xwe re peyda bikin. Ev e bijrdeya ku em rastî wê tên û rewş zehmet e.”

Qanûnên Cengê dorpêçê qedexe nake dema ku ziyana digihê sivîlan ji destkeftîyên leşkerî yên pêşbînîkirî ne bêhtir in, birçîkirin weke çekekî cengê nayê bikaranî û nakeve rêya gihandina alîkarîyên mirovî.”

Human Rights Watchê got ku Hêzên Sûrîyayî bend li ser derbaskirina keresteyên xwarinê û yên serke danîne her weha li ser derketina sivîlan ji Xûtaya Rojhilatî û ev yek jî binpêkirineke qanûna cengê ye. Alîkarîyên mirovî yên ku bi rêya karwanên NYyê derbasî herêmê dibin pir hindikin û hikûmeta Sûrîyayî tênê rê da NYyê ku di sala borî de derbas bibe ew jî bo hin caran bû. Di heman dema hêzê ku herêmê dorpêç dikare derbaskirina çek û xwarinan qedexe bike bo hêzên dijber, divabe ew rê bide derbaskirina keresteyên xwarinê yên sereke bo sivîlan.

Berpirsekî NYyê ji Human Rights Watch re got: “hikûmet derbaskirina derman û alavên bijîşkî red dike”. NY dibîne ku alîkarî tenê gihane çarîyekê ji xelkên dorpêçkirî di Xûtaya Rojhilatî de di sala 2017an de.

Ji alîyekî din ve Hikûmetê derxistina kesên xwedî pêdivîyên bijîşkî yên awarte bêyî diyarkirina sedema asteng kir, li gor Human Rights Watchê, NYyê got ku pêdivîya nêzîkî 500 kesî bi derxitina demlidest ji bo sedmenê bijîşkî heye her weha ji hizêrana borî ve herî kêm 10 kes ji ber bendwarîya pejirandina derxistina wan ji alîyê hikûmeta Sûrîyayî ve ji bo dermankirinê mirine. “UNICF”ê; Ajansa Zaroka ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyîyê, di berfanbarê de diyar kir ku pêdivîya 137 zarokên ku temenê wan di nav 7meh û 17 salan de ye, bi derxistina demlidest ji bo sedemên bijîşkî heye.

Bi sedema êrîşên asîmanî û dorpêçkirinê, nexweşxane di mijdarê de tijî bûn û alîkarîyên bijîşkî nema peyda bûn. Nûnerê avahîyên  bijîşkî li Xûtaya Rojhilatî ji Human Rights Watchê re got: “zarokek bi navê Usama Eltûxî hebû, 5 salî bû û ji ber kulbûna mejî mir, me karîbû em pê re alîkar bin, tenê pêdivîya wî bi derzîyeke antî-virus hebû ku bi hêsanî li dermanxaneyên Şamê tê peydakirin lê li vir peyda nabe.”

Human Rights Watchê got ku şerê hundirîn di nav grûpên çekdar ên dijî hikûmetê û bendên li ser azadîya hatûçûê di hundirê Xûtaya Rojhilatî de bûne sedema xirabîya rewşa mirovî. Human Rights Watchê got ku ji grûpên çekdar ên dijberî hikûmetê tê xwestin ku rê bidin alîkarîyên mirovî da bê astengî bigihên sivîlan.

Di berfanbarê de, dezgehên ragihandinê yên navxweyî diyar kirin ku danûstendin di nav her du hikûmetên Sûrîya û Rûsyayê ji alîyekî ve û grûpên çekdar ên na hikûmî de yên ku li Xûtaya Rojhilatî çalak dibin ji alîyekî din ve ji bo derxistina grûpa çekdar a “Desteya Rizgarkirina Şamê/ Cebhet Elnusra” ji devera dorpêçkirî, berdewam in. Human Rights Watchê got ku çi lihevkirina ku çêbibe divabe li gor qanûnên parastina sivîlan bin, çi yên ku ji malên xwe derdikevin û çi yên ku dimînin û divabe gihaştina alîkarîyan ji bo welatîyan were garantîkirin.

Feqîh got: “eger Rûsya di bombebarankirina ketober a sivîlan de berdewam be û rê bide hevalbendên xwe yên Sûrîyayî ji bo berdewamkirina dorpêçkirina xwe li ser Xûtaya Rojhilatî, dê zehmetîyekê di berhevkirina Sûrîyayîyan li Sûtşîyê bibîne. Divabe herî kêm zextê li Hikûmeta Sûrîyayî bike da ku rê bide derbasbûna alîkarîyên mirovî û rewşên bijîşkî yên awarte derxe.”

Beşê dorpêçkirî

Beşê Xûtaya Rojhilatî li rojhilatî Şamê yê dorpêçkirî, lihevkirina sivikkirina şer di nav Sûrîya û Rûsya ji alîyekî û grûpên çekdar de ji alîyekî din ve di tebaxê de li xwe digire û doza agirbestê dike her weha radestîkirina alîkarîyên mirovî. Dezgehên ragihandinê yên Sûrîyayî diyar kirin ku operasyonên hikûmeta Sûrîyayê yên leşkerî li dijî wî beşî weke bersivdayînekê bûn ji bo êrîşên her du grûpên çekdar ên dijî hikûmetê (Feyleq Elrehman û Ehrar Elşam) bûn ku roja 14ê mijdarê êrîş birbûn ser navenda birêvebirina erebeyan nêzî bajarokê Herestayê. Hikûmeta Rûsî diyar kir ku êrîşên kwalîsyonê li Xûtaya Rojhilatî ji 14ê mijdarê ve, hêzên birêxistina Dewleta Îsalamî (ku bi navê DAIŞê tê naskirin) armanc dikin.

7 kesan li Xûtaya Rojhilatî ji “Human Rights Watch”ê re got ku êrîşên asîmanî Rûsî-Sûrîyayî ne tenê Heresta armanc kiribûn lê deverên şervanên dijber derbas kirin û gihan deverên ku sivîl li wan dijîn bê ku armancên leşkerî yên zelal hebin. Di her sê derbeyên leşkerî de yên Human Rights Watchê di mijdarê de bibelge kirine, raporên şahidan, vîdyo û wêneyên derbeyên leşkerî tu nîşanên hebûna armanceke leşkerî li herêmê nedan.

Ji alîyekî din grûpên çekdar ên ne girêdayî hikûmetê li Xûtaya Rojhilatî, herêmên li derûdorê yên ku di bin kontrola hikûmetê de bi hawinan bimbebaran kirin û di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û ziyan giha binesazîyê, ew jî li gor ragihandina alîgir ji hikûmetê re.

Êrîşên ku çekên ketober bi kar tînin li herêmên ku sivîl di wan de hene, qanûnên cengê bi pê dikin.

Ehmed Hemdan; Ragihênereke li Xûtaya Rojhilatî, got: “em weke welatîyên normal nikarin sedema bombebarankirina xwe an cihê bombeya bê destnîşan bikin. Tu deverek ku tu navê başîyê lê bikî tuneye, tenê eger ez dûrî vê herêmê bim ez ê ewle bim.”

3 êrîşên asîmanî yên ne rewa

Human Rights Watchê 3 êrîşên ku xuya dibe ne rewa ne li herêma Hemûriyê û Erbîna Xutaya Rojhilatî di mijdarê û destpêka berfanbarê de bibelge kirin. Lê Human Rights Watchê nikarîbû nasnameya belafirên êrîşker ku Rûsî ne an Sûrîyayî ne destnîşan bike, ji ber ku tenê hêzên Rûs û Sûrîyayî êrîşên asîmanê li ser herêmê bi cih tînin.  Lê berpirsyarîtîya di ber êrîşên asîmanî de ne tenê li ser belafirê û çekan e. hemû kesên ku di êrîşê de beşdar in radihêjin berpirsyarîtîya qanûnî. Qanûnên cengê dihêlin ku hemû Hêzên Hikûmî yên ku di êrîşeke ne qanûnî de beşdar bûne rastî lêpirsînê werin.

Hemûriyê

4 welatîyên navxweyî got ku belafirên Kwalîsyona Rûsî-Sûrîyayî bajarê Hemûriyê; 7 kîlometran dûrî Şamê ji 14 mijdarê ve gelek caran armanc kirine. Hemûriyê bajarekî tijî ye ji bo niştebûnê ye û nêzî nîvê beşê dorpêçkirî ye her weha di bin kontrola grûpa çekdar a Feyleq Elrehman a dijî hikûmetê de ye.

Di 19ê mijdarê de di nav saet 5:30 û 6ê êvarê, belafirên Rûsî an Sûrîyayî 3 caran bi çekên enqûdî êrîşî Hemûriyê kirin ew jî li gor gotinên sê niştecihan û raporên înternêtê. Niştecihan belafira li jora bajêr difiriya dît. Yekî got ku derbe li ser meydana Hemûriyê nêzî taxa Elhêcat ket û ev her du jî taxên niştecihan in. li gor agahîyên berdest jî, çekên enqûdî di her sê êrîşên ketober de hatine bikaranîn.

Wênekêşek sivîl li gel tirimbêla ambyûlansê gihabû devera êrîşa duyem got ku çaxa ajokerê bi navê Elaa Edîn Cuha ji tirimbêlê derket paşmayên bombeyên neteqiyayî teqiyan û hate kuştin. Vîdyoyek teqîna van bombeyan û termê Cuha li cem erebeya ambyûlansa Berevanîya Sivîl a Sûrîyayî diyar dike.

Şahidan diyar kir ku welatîyekî sivîl bi navê Ebdo Yasîn roja din jiyana xwe ji dest da ji ber birînên wî di roja êrîşê de.

Di 3yê berfanbarê de, du êrîşên asîmanî di nav nîvro û 1ê piştî nîvroyê de hatin pêkanîn, li gor 4 welatîyên sivîl ên ku dengê belafirê berî êrîşê bihîstibûn. Êrîşa yekemîn rêya herêmeke sivîlan di nav Hemûriye û Erbîn de armanc kir nêzî avahîyeke bijîşkî bi navê Navenda Belsemê. Ehmed Hemdan; çalakvanê rojnamegerî got ku rokêtek li ser rêyê ket û teqiya:

Min 6 kuştî di cih de dîtin, rokêt li nîvê rê ket û koncaleke mezin çêkir, ez çûm ser rêyê û min şûna teqînê dît, pir mezin bû, derîyê pola yê avahîyekê jî xwar kiribû.

Êrîşa din a piştî nîv saetê  bi sê bombeyan bû li gor sê welatîyan. Nebras Hemûriye yê ku di kolana bombekirî de dijî got ku wî 3 rokêt dîtin li taxa wî diketin dema ku ew diçû mala xwe. Ew giha mala li alîyê din ji kolanê û derî pencereyên xwe yên şikestî dîtin û ji bextê wî yê çê re hevjîna wî û zarokên wî sax bûn.

Hemûriye got ku bombe gihan jora xanîyan û mamê wî û du pismamên wî ji ber van êrîşan jîyana xwe ji dest dan.  Her weha dibistaneke demkî jî di jêrzemîna avahîyekê de bû dihate bikaranîn ji ber girtina dibistanan bi sedema êrîşan ew jî li gor du welatîyan. Dibistana demkî hate wêrankirin lê tiştek bi xwendekaran nehat ji ber ku dewama dibistanê bi dawî bûbû. Hemûriye got hejmareke welatîyên sivîl ji ber êrîşan di malên xwe de hatin kuştin.

Xelkên ku navê mirîyan bibelge kiribûn di êrîşên 3yê berfanbarê de lîsteyek bi navê 18 sivîlên ku 6 zarok di nav wan de ne ku hatine kuştin pêşkêş kirin.

Vîdyoyên kesên bihewarçûnê ve berfirehiya asta ziyanên ji ber bûyera 3yê berfanbarê diyar dikin.

Erbîn

Di 23yê mijdarê de, derdora saet 12:30ê nîvroyê, belafirên Sûrîyayî an Rûsî êrîşek ji 9 derbeyan li ser bajarokê Erbîn li Xûtaya Rojhilatî bi cih anîn, ew jî li gor 3 niştecihan. Erbîn dikeve qiraxa beşê dorpêçkirî de kêmî kîlometrekê dûrî navenda birêvebirina erebeyan ya ku grûpên çekdar di 14ê mijdarê de êrîşî wê kiribûn.

Du niştecihan got ku 4 derbe li taxeke Erbînê li bazareke giştî û avahîyên sivîlan ketin.

Emar Elbişêrî welatiyekî navxweyî ye li mala xwe bû dema ku derbeya pêşîn pêk hat got:

Me dengê belafireke cengî bihîst … bombe li mala li cem me ket. Teqîn pir mezin bû. Ez li male bûm û deng gelekî bilind bû, ez ji ber teqînê pekiyam.

Wî got ku çend saniyeyan bi tiştekî nehisiya:

Deng ji yê qîjeqîjê pê ve tune bû, toz li hemû deveran bû. Min nema karîbû ne bibînim ne jî derkevim, rewş pir xirab bû.

Di encama êrîşê de 3 sivîl hatin kuştin; xwedîyê firoşgehekê û du zarok û herî kêm 20 kes birîndar bûn ew jî li gor taporên ragihênerî û şahidan.

Elbişêrî got: “dema ez derketim min zilamek mirî li pêşîya mala xwe li erdê dît her weha du zarok jî hebûn, yek ji wan hîn sax bû û dengê wê dihate bihîstin.”

Bendên li ser keresteyên sereke û alîkarîyên mirovî

hêzên Hikûmeta Sûrîyayî û mîlîşyayên girêdayî wê ji sala 2013an ve Xûtaya Rojhilatî dorpêç dikin. Di nîsana 2017an de hêzên hikûmetên taxên Berzê û Qabûn li Rojhilatî Şamê vegerandin û tunêlên qaçaxîyê di nav taxan de hatin biîn û di encamê de tevgera alîkarîyan û derxistina nexweşên xwedî rewşên awarte hate astengkirin.

Di 3yê cotmehê de dorpêçkirin dijwartir bû ji ber sînorkirina bikaranîna dergeha bazirganîyê ya bi tenê bi herêma dorpêçkirî re û di encamê de nirxê keresteyan hate bilindkirin li Xûtaya Rojhilatî.

Karmendek di warê hawarçûnê de got ku nirxê mehekê li Xûtaya Rojhilatî ji “selika keresteyên berdewamîya jîyanê” –rêxistinên mirovî vê têgehê ji bo pîvîna pêdivîyên jîyanê yên sereke ji bo malbatê bikar tîne- di meha borî de giha 700US$ . li gor nirxandineke hevbeş di nav ajansên NYyê de diyar bû ku di nîvê mijdarê de nirxê nan li Xûtaya Rojhilatî 85 caran li nirxê wê yê li Şamê bû, di di tebaxê de 24 caran li nirxê Şamê bû. Mehane mûçeyên karmendan li gor welatiya digihê 50-100$ û piranîya xelkên deverê bê kar in.

Fîras Ebdela; çalakvanekî ragihênr li Xûtaya Rojhilatî ye, behsa bandorên dorpêçkirinê kir:

Ev dorpêçkirin me dikuje, divabe mirov du karan bike da ku pêdivîyên jîyanê û nirxê xwarinê ji zarokên xwe re dabîn bike, ew jî eger bidest bikeve. Rewş weke rewşa 2013-2014an kambax e. em gihane asta ku em êmê heywanan –hişk e û nayê xwarin- dixwin.

Berpirs û karmendên di warê alîkarîyan de gotin ku hikûmet tenê rê dide bazirganekî navdar ji bo bikaranîna dergehê û derbaskirina keresteyan. Her weha gotin ku di mijdarê ji wî bazirganî hate xwestin ku serê her du kîloyan 2000 lîreyên Sûrîyayî baca wan bide û ev yek di encamê de nirxê keresteyan bilind dike.

Bijîşkek ji Erbînê dibêje: “hikûmeta Sûrîyayî dikare rêya derbaskirina alîkarîyan veke lê naxwaze. Di heman demê de em nirxekî bilind didin rêjîmê ku ew pereyên me digihên alîyên ku me dorpêç dikin.”

Bijîşkekî din got: “gelek zarok ji ber nebûna xwarinê dimirin û ev yek şerm e ji bo civaka navdewletî û çavdêran.”

Hikûmeta Sûrîyayîhejmara karwanên alîkarîyan yên girêdayî NYyê û keresteyên ku tên radestkirin kêm kir. Karmendên di warê mirovî de gotin ku karwanên ji îlonê ve derbas bûne keresteyên ku têrî xelkê bikin di wan de nebûn. Berpirsekî navneteweyî li Şamê got ku dema rêdan digihê karwanan, dozên ewlehî û îdarî dibin sedema derengkirina derbaskirinê.

Ji çaxa jidandina dorpêçê gelek rapor der barê ziyanên ku gihane sivîlan de ji ber kêmbûna xwarinê û dermanan derketin. Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan got ku herî kêm 5 welatîyê sivîl jîyana xwe ji ber kêmbûna xwarinê û dermanan ji dest dane ew jî di dema nav 14 û 28ê mijdarê de. Di 2yê mijdarê de, dezgehên ragihandinê yên navxweyî diyar kirin ku keçeke yeksalî bi navê Meram bi gurçikekê dijî, pêdivîya wê bi dermanên nepeyda di hundirê beşê dorpêçkirî de hebû.

“Siege Watch”ê diyar kir ku di 13ê mijdarê de zarokek bi navê Welîd ji ber nexweşîya dil piştî redkirina derxistina wî ji alîyê Hikûmeta Sûrîyayî ve jîyana xwe ji dest da. Birêveberê Nexweşxaneyê di 30ê mijdarê got ku derman kêm bûn û pêdivîya nexweşan bi tedbîr û dermanên nepeyda hebû “keçeke piçûk ji ber nexweşîyên di dik de mir û pêdivîya me bi alavên naskirina rewşa dil hebûn da em rewşa wê nas bikin.”

Bijîşkan got ku kêmbûna dermanan û alavên bijîşkî bûn sedema bêhêvîtîya xelkê.

Bijîşkekî ji Erbînê behsa hewldana derxistina keçekê bi navê Sara ku nexweşîya seretanê di çavên wê de hebû û ev rewş bi her du birayên wê re dûbare bûbû û ew kuştibûn:

Me hewl da ku em wê ji bo dermankirinê derxin lê tu sûd nebû. Ne kesî em derxistin ne jî alîkarîya me kir. Mir. Xwedê keçeke din da dayik û bavê wê lê berî du mehan me nas kir ku ew bi heman nexweşîyê ye. Vê care dema ku min hewl da behsa dermankirinê bi bavê wê re bikim wî red kir û got ku ew nema dixwaze wê deman bike. Ji min re got em ê tev li hêvîya mirina xwe bin.

Bijîşk behsa zexta li ser sîstema bijîşkî kir:

Di 18 an 19ê mijdarê de, êrîşeke asîmanî hebû û mirovekî min birîndar bû. em neçar man destên xortê 33salî yê xwedî zarok jê bikin. Min ew derman dikir lê min nizanîbû ku mirovê min e ta ez giham mal û hevjîna min ji min re got ku destên mirovekî me hatine jêkirin. Min jê pirsî, her du dest? Got: erê. Min ew derman kir lê hejmara nexweşan bû sedema ku ez mirovê xwe nas nekim. Jîyana me nuha wisa ye.

Qanûna Mirovî a Navdewletî:

Qanûna Mirovî a navdewletî û Qanûnên Cengê yên ku li ser rewşa şerê çekdarî li Sûrîyayê pêk tên, êrîşên li ser sivîlan û avahîyên wan yên ku ziyanê digihînin wan bi awayeke ku bi destkeftîyên leşkerî re naguncine qedexe dikin. Ji hemû alîyên şer tê xwestin ku ziyanan negihînin sivîlan û hêzên xwe li herêmên wan belav nekin.

Qanûnên cengê şerê dorpêçkirinê ji bo pêkanîna armanceke leşkerî bêyî birçîkirina sivîlan û gihandina ziyanan bo wan qedeze nake. Nabe sivîl bi neçarî werin derxistin lê tenê gava ewlehîya wan di derketina wan de be.

Divabe alîyê ku dorpêçkirinê dike û sivîlan birçî dike bi peydakirina karîna derbaskirina alîkarîyên mirovî bo sivîlên xwedî pêdivî, pabend be her weha nabe bi awayekî keyfî vê yekê asteng bike. Ji alîyan tê xwestin ku azadîya çûn û hatina karmendên di warê mirovî de biparêzin û tenê ji ber sedemên leşkerî yên giring sînor bike.

Dadgehkirina kesên ku binpêkirinên metirsîdar ji bo qanûnên cengê dikin û mebesta wan tawan e –bi awayekî qesdî- pêkan e, ji ber ku ew tawanên cengê dikin. Her weha dibe ku hin kes rahêjin berpirsyarîtîya alîkarîya di tawanên cangê de an sorkirina li ser wan.

Jêder: Human Rights Watch