Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmawî bikaranîna Sarînê li Sûrîyeyê di adara 2017an de teqez dike

صورة من هجوم لاحق: ضحايا الأسلحة الكيمياوية في خان شيحون                    Wêneyên êrîşê: qurbanîyên çekên kîmawî li Xan Şeyxûnê

Amsterdam/Neteweyên yekbûyî (Reuters) – hin jêdera roja çarşemê 4ê cotmeha 2017an ji Reutersê re got ku li gor lêkolînên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî piştî êrîşa hêzên rêjîmê ya adara 2017an li ser bajarokê di bin kontrola opozisyonê de, xaza Sarînê ya qedexekirî hatiye bikaranîn.

Derbeya asîmanî li ser bajarokê Elletamineyê li Hemaya bakurê Sûrîyeyê bû sedema dilxelîna 70 kesî li gel ku kef bi devê wan ket.

Jêderekî ji Reutersê re behsa encamên rêxistinê kir û got “bikaranîna xaza sarînê belî ye”.

Vekolînerên tawanên cengê yên NYyê meha borî di rapora xwe de gotin ku hêzên Sûrîyeyî bêhtirî 20 caran çekên kîmawî bikar anîne ji nav wan jî êrîşa li ser Xan Şeyxûnê di meha nîsanê de ku di encama wê de 80 hes hatibûn kuştin.

Li gor lêpirsîneke hevbeş di nav NY û rêxistinê hate zanîn ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyî berpirs in di ber sê êrîşên bi xaza Kilorê  û rêxistina dewleta îslamî jî xaza Xerdelê bikar anîbû.

Tê pêşbînîkirin ku encamên ku rêxistinê gihayê ye dê di rapora şanda şopandina rastîyan de ya girêdayî wê û ya teybet bi Sûrîyeyê di hefteyên bê de dê bidawî bibe.


Raporek der barê êrîşa  li ser bajarê Letaminê roja pêncşemê; 30ê adara 2017an.