Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê beşdarî kongirê “çawanîya rawestandina kuştinê” yê navdewletî dibe

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê beşdarî kongirê “çawanîya rawestandina kuştinê” yê navdewletî bû ku di 9ê berfanbara 2017an de li Parîsê hate lidarxistin, parêzer Elmutesem Elkîlanî nwênertîya navendê dikir û li gel nwênerên rêxistinên navdewletî yên ku guhdanê bi tawanên li dij mirovahîyê dikin her weha nwênerên NYyê û encumena mafên mirovan bû, kongirê behsa mijar komkujîyan li cîhanê kir.

Lidarxistina kongirê di heman dema bîranîna şêst û nehan a lixwegirtina lihevkirina “qedexekirina tawana komkujîyê û sezakirina tawankeran” de ku NYyê di 9ê berfanbara 1948an de li xwe girtibû, her weha ev dîroka weke ” roja navdewletî ya vejîn û rêzdarîya li qurbanîyên tawanên komkujîyan û qedexekirina vê tawanê” hatibû destnîşankirin di sala 2015an de.

Nwênerên Ermenistan, Afrîkaya Navîn, Îraq û Sûrîyayê di kongirê de behsa binpêkirina mafên mirovan li dewletên xwe kirin her weha behsa awayên sekinandina komkujîyan kirin li gel tecrubeyên wan di bilindkirina dengên qurbanîyan de ku heta vê serdemê de jî hîn komkujî têne kirin û rewş li gelek dewletan nebaş e ji nav wan jî Sûrîya, îraq, Lîbya, Myanmar, Komara Afrîkaya Navîn û gelek deverên din.

Di axaftina xwe ya Kongirê  de mamosta Elkîlanî  behsa şerê li Sûrîyayê kirk u ev şer ket şûna tevgera daxwazên aştîyane ya adara 2011an de li hemû bajarên Sûrîyayî ew jî bi sedema tundîyê û armanckirina sivîlan ji hêla rêjîma Sûrîyayê ve.

her weha Elkîlanî behsa girtin, tundî, kuştin, wêrankirin, birçîkirin, koçberkirin û bikaranîna hemû çekên qedexekirî mîna çekên kîmawî di vê cengê de kir, li gel encamên van kiryarên ku bi sedan kuştî û birîndar, bêhtirî 215 hezar girtî û bi melyonan koçber û penaber li paş xwe hiştine  (SNHR).

Derbarê karê navendê de di warê sûdgirtina ji karê dadgehên niştîmanî li Ewropayê yê cîhanî, Elkîlanî karê navenfdê di warê pêşkêşkirina dozan li Almanya û Fransayê anî ser ziman û behsa xebatên berdewam bo dozên nû jî kir.

Her weha diyar kir: ku bijardeya navendê weke dezgeheke sivîl di dijatîya tundîyê de bi hemû cûreyên wê her weha dijatîya cengê, û karê navendê di bibelgekirina binpêkirinan de bû sedema girtina 14 endamên navendê ji hêla rêjîma Sûrîyayê ve di sibata 2012an de, hin ji wan demeke dijêj di girtîgehê de derbas kir her weha bû sedema kuştina Eyhem Xezûl; yek ji hevkarên navendê ji ber îşkenceyê, paşê 4 hevkar û hevalên navendê ji hêla rêxistineke çekdar ve hatin girtin.

Elkîlanî di gotina xwe de bang li civaka navdewletî kir da ku piştgirîya navendê û rêxistinên civaka Sûrîyayî bike di warê karê wan ê çesipandina lêpirsînê û dadmendîya veguhêz li Sûrîyayê. Her weha got: “her tawaneke cengê an dijî mirovahîyê ku em li himber wê bêdeng dimînin, tawanên nû di pêşerojê de dadimezrînin, her tawankerek em wî bê sezakirin berdidin dibe sedema afirandina bidehan tawankarên cengê di pêşerojê de li hemû alîyên cîhanê. Çi cara ku em dijatîya encamên terorê dikin lê dijatîya sideman nakin, em di afirandina teroreke nû di bin navên nû de beşdar dibin.”

Kongir ji hêla Tevgera Ewropayî a Dijatîya Nijadperestîyê (EGAM), Yekîtîya Ermen a Giştî a Xêrxwaz (AGBU) û Kovara Nûçeyên Ermenistanê.

Bo daxistina çapa raporê ya PDF Erebî | Fransî