Kampanîyeke îmzeyan ji bo bidawîanîna bikaranîna tundîya zayendî li dijî zarokan weke çekeke cengê ji alîyê rêjîma Esed ve

Di şeş salên cengê de, gelê Sûrîyeyê bû qurbanîya hemû tawanên ku tên ber çavên mirov. Ew rastî serjêkirin, îşkencekirin, bombebarnkirin û êrêşên kîmawî hatine. Lê tawana îxtîsaba zarokan hîn jî li paş perdeyeke qalind a bêdengîyê veşartî ye. Tevî wilo jî di zindanên rêjîma Sûrîyeyê de û lê rêbendan jî, hêzên rêjîmê Sûdeyê ji qerebalixê digirin da ku di bin sîya parastinê de ziyanan bigihînin zarokan.

Di sala 2014an de, vekolînerên NYyê di raporekê der barê “Zarok û şerên çekdarî li Sûrîyeyê” de dibêjin “ev tundîya li dijî zarokan dikeve xizmeta piçûkxistinê de û îtîrafên bi zorê û zextê li malbata zarokan dikin”.

Di zindanan de an di demên şer de, ev kiryar beşekî stratîcîya rêjîmê ne. rêveberê berê yê zindana Helebê ya sivîl a sivîl teqez dike: “di hin deman de, ferman wisa dihatin ku kesê xwestî ne li mal be hun dikarin hevjîna wî an keçên wî bibin û li cem xwe bihêlin ta kesê xwestî were”.

Li Sûrîyeyê zarok tên îxtîsabkirin –keç û law bi awayekî ketober- ew jî awayekî çewisandinê ye ku rêjîm weke çek ji xwe re bikar tîne û bi awayekî qesdî ev siyaset danîye.

Ji hemû kesan tê xwestin ku mejî û sîtemên reva ji swzayê biguherin. ”Tevgera Sifir Rev ji Cezayê, Zero Impunity Movement” kar dike da ku ev tawan bê ceza derbas nebin û şaşîtîyên berê neyên dûbarekirin.

Piştî îmzeyan kart ê radestîkirin bo:

  • NYyê.
  • Encumena Ewlekarîyê: ya girêdayî NYyê.
  • Antonio Goteres: Emîndarê NYyê yê Giştî.
  • Lîtîtiya Anderson: (NY ji bo dijatîya tundîya zayendî di şeran de)

Bo beşdarîya di kampanîyê de, li vê derê bixe.