Ji Yekîtîya Ewropayê tê xwestin ku peredayîna lêpirsînên tawanên  cengê li Sûryeyê peyda bike.

Vîtoua Rûsî li ser êrîşên kîmawî pêwîstîya danheva peytan teqez dike.

Ji alîyê Lottre Leicht,
rêvebira nivîsgeha Brusselê li YEyê di Human Rights Watchê de.

Di 12ê nîsanê de, balyozê Rûs li NYyê destê xwe ji bo bikaranîna mafê dijrabûnê, hilda, ev car jî ya heştan bû ku Mosko vîtoyê li dijî biryareke dijatîya tawanên li Sûryeyê, hildide. Vê biryarê karîbû bikaranîna çekên kîmawî di 4ê niîsanê de li Êdlêbê, tawan bike, her weha ji berpirsên Sûryeyî bixwaze ku ew jî di lêpirsînan de alîkar bin.

نائب السفير الروسي إلى الأمم المتحدة فلاديمير سافرونكوف يصوت ضد مشروع قرار يدين استخدام الأسلحة الكيميائية في سوريا الذي نقلته التقارير، في اجتماع في مجلس الأمن حول الوضع في سوريا في مقر الأمم المتحدة في نيويورك، الولايات المتحدة، 12 أبريل/نيسان 2017.

Cîgirê balyozê Rûs li Neteweyên Yekbûyî, Vladîmêr Savronkov dengê xwe dijî biryara tawankirina bikaranîna çekên kîmawî li Sûryeyê, da, ev yek jî li gor raporên civata Encumena Ewlekarîyê der barê rewşa Sûryeyê ya  ku di 12ê nîsanê de li New Yorka DYAyê hatibû lidraxistin.

Dewletên YEyê li Encumena Ewlekarîyê, bi tundî astengkirina Rûsyeyê şermezar kir û ji nû ve dozen pêkanîna dadmendîyê derxist hole. Lê tevî mafê dijrabûnê, an jî ji ber wî, ji dewletên di hundirê Encumena Ewlekarîyê de û ji derveyî wê tê xwestin ku ew tavilê peytên girêdayî êrîşa 4ê nîsanê ber hev bikin da ku di pêşerojê de di warê dozlêvekirinê de bikar bînin.

Nabe bikaranîna çekên kîmawî yên jehirdar û armanckirina nexweşxane, dibistan û sivîlan weke tiştekî normal were dîtin. Ev tawanên cengê ne, û nabe ku bi tu awayî werin pejirandin, ne li Sûryeyê ne jî li devereke din.

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, gaveke dîrokî di berfanbara 2016an de avêt, bo damezrandina awayeke nû bo lêpirsînan di astengîyên ku rastî Encumena Ewlekarîyê tên. Armanca vê gave piştgirîya berhevkirina peytên tawanên ku ji hêla hemû alîyên şer li Sûryeyê hatine bicihkirin û parastina wan û analîzekirina wan e da ku di karên cezayê yên pêşerojê de bên bikaranîn.

Lê nirxê dadmendîyê pere ye. Pêdivîya awaya nû bi 13Milyon US$ heye da ku dest pê bike û peredayîn jî xwebexş e. hê jî kêmanî bi pênc milyonan heye, ev yek jî nayê pejirandin.

Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê di 3ê Nîsanê de, xwe spart ” Stratêcîya Yekîtîya Ewropayê der barê Sûryeyê” û peymana “piştgirîya” awaya lêpirsîna navnetî li Sûryeyê, danî, her weha li ser “giringîya peydakirina pêdivîyan” bo “karekî çalak” teqez kir.

Bo bicihanîna vê sozê û bersivdayîna mafê dijrabûnê yê Rûsî, ji YEyê û dewletên endam tê xwestin ku ew di cih de vê kêmanîya diravî ya ku nirxê wê 5milyon US$ e, dagire.

Xortekî Sûryeyî ku ji bin îşkenceya li ser destê dezgehek ewlekarîyê girêdayî serokê Sûryeyî Beşar Elesed, derketiye, niha jî li ser dadmendîya bo van tawanan li Almanyayê digere, , berî demekê got “dadmendî dermanê tawanan e. ew dikare nehêle mirov tev li girûpên opozisyonê ên çekdar bibe . her weha dikare wan bi astengkirina karê hêzên Esed jî bide qayilkirin.”

Hêvîdar im ku YEyê û her 28 dewletên endamên wê li vê gotina wî guhdar bikin û destên xwe biavêjin bêrîkên xwe da ku Awaya lêpirsîna navnetewî xweşkayî li ser pêyên xwe bisekine. Nabe ku ew li hêvîya rojeke din ji bo pêkanîna vê yekê bimînin.

Jêder :Humen Rights Watch