Hêzên Mertala Firatê Kovara RÊyê û 250 çapên (Lêlolîneke Çandî) li navçeya Babê desterser dikin

Navenda Sûryeyî ya Ragihandininê û Azadîya Derbirînê, bi desteserkirina Hêzên Mertala Firatê bo 100 çapî ji hejmara duyem ya kovara RÊyê û 250 çap ji lêkolîna (Şopandin û dahûrandina rewşa çandî li herêmên Cizîr û Kobanîyê di nav salên 2011 û 2016 de) ku bi hevkarîya d nav her du kovarên Sormey û RÊyê de hatiye amadekirin, agahdar bû. Ev çap di dema şandina wan de di nav kel û pelên ku ji Şamê têne Qamişloyê, roja 4ê adara 2017an de hatin desteserkirin.

Êdîterên Kovara RÊyê; her du rojnamevan Xoşman Qado û Ciwan Teterm, buyera desteserkirina çapên hejmara kovarê yên nû, roja Şemîyê di 19ê mehê de, di kongireke rojnamevanî de ku li navenda Projeya Hinarê li Qamişloyê (Bakurê Sûryayê) hatibû lidarxistin,  ragihandin.

Kovara RÊyê kovareke dumehane ye, bi her du zimanên Erebî û Kurdî tê belavkirin. Hejmara wê ya çapkirî ya pêşîn di îlûn /cotmeha 2016an de hate derxistin. Edîter û rêvebirê beşê wê yê Kurdî Xoşman Qado ye, û yê Erebî Ciwan Teter  e.