HÊZÊN HIKUMETÊ Û OPERASYONÊN RÊXISTINKIRÎ YÊN DIZIYÊ

êzên hikumeta Sûrî bi alîkariya hêzên hevpeyman û di serî de Rosya herêmên fireh liH parêzgeha Êdlib û gundewarên rojavayî Helebê û gundewarên bakurî Hemayê yên bakurê Sûrîya di encama operasyonên leşkerî ku di sebata 2019’an dest pê kiribû, kirin bin destê xwe de. Di şer gelek wargehên sivlan û avahiyên tenduristiyê rastî bombaranê hatin, bû sedema ku bi hezara sivîl malên xwe berdin ber bi herêmên ewle li ser sînorê Tirk ve herin. Di wê demê de hêzên hikumetê dest bi diziya mal, bazar û berhemên çandiniyê kirin, diziyê bandorek mezin li koçberan kir ku vegerin malên xwe ji ber malên wan nema ji jiyan re dibûn, piştî ku alavên van hatin dizîn û li bazarên firtotin tiştên diziyê bi pereyên erzan hatin firotin. Bi vî rengî bazarên firotina tiştên diziye yên ku bi erzanî tên firotin bandor li abûriyê kir, ji ber tevgera bazarên kelûpelên nû rawestiya..

Dizî û talankirin ku berî çend sala pêşketiye bûye tawan ku di mafê fabrîqa, sazgeh, alavên çandiniyê ,mal , saziyên hikumetê û binesaziya ji bo desxistina nihasê, tê kirin, di encamê de bajar û navçe bi tevahî vegerandin rewşa berî avabûnê, bikeftinên abûrî zêde dike , parê da pêşeroja bajar giran dike û pereyên ji nûveavakirina pêşerojê bilin dike, yên ku li texmînên neteweyên yekbûyî bi ser 400Milyar dolarê emrîkî dikevin.