Encumena Mafên Mirovan Biryareke Nû Der Barê Rewşa Mafên Mirovan de li Sûrîyeyê li Xwe Digire

Di roja 29ê îlûna 2017an de, Encumena Mafên Mirovan di gera xwe ya 36an de ku di nav (11 û 29ê îlûnê) de lidar ketibû li koşka neteweyan a Cinêvê, biryara (A/HRC/L.22) der barê rewşa mafên mirovan de li xwe girt. Biryar ji alîyê Mînişîna Yekbûyî ve bi navê ( Fransa, Spanya, Malta, Maldîv, Okranya, Erlenda, Iceland, Botugal, Belcîka, Tşîkîya, Elcebel Eleswed, Romanya, Meqdonya, Slovîniya, Finlanda, Latviya, Luxemburg,Monako, Komara Kûriya, Andro, Georgiya, Almanya, Îtalya, Ordun, Kiwêt, Mexrib, Qeter, Erebistana Seûdîyê, Tirkîye, Dugelên Yekbûyî û Birîtanyayê) derketibû.

Piştî danûstendinên dûvdirêj û berfireh ku du rojan berdewam kirin, di wan de “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” di danûstendinên li ser reşnivîsa biryarê weke rêxistineke ne hikûmî xwedî posteke şêwirmendîyê di encumena Aborî û Civakî ya NYyê de hazir bû, biryar bi tundî li dijî binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan bû û teqezî li ser giringîya piştgirîya karên navdewletî yên pêkanîna dadmendîyê û bi taybet karê “komîteya lêpirsînê a navdewletî ya taybet der barê Sûrîyeyê de” her weha “awaya navdewletî ya bêalî û serbixwe” û ev yek li beşê 42an zêde kir:

((teqezîya li ser berçavgirtina hemû xebatên dîtina çareyeke aştîyane bo şerê li Komara Erebî ya Sûrîyeyî li gel giringîya cezayê di tawanên li dewletê te ku ev yek merceke bo pêkanîna lihevhatinê û aştîya domdar)).

Her weha hin beşên berfireh ji biryarê derketin ji nav wan:

1 – Kirîza Sûrîyeyî ya girêdayî girtî û windayan. (beşên 13-14-15-16-17-18-19)

Di beşê 20an de: biryara ku belavbûna windakirina bineçarî, girtina keyfî, tundîya cinsî, îşkencekirin û danûstendina nebaş bi taybet di girtîgehên Sûrîyeyî de şermezar kir doza serbestkirina hemû girtîyên keyfî kir ji nav wan jî jin, zarok, berevanên mafên mirovan, karmendên hawarçûnê, karmendên bijîşkîyê û rojnameger.

2 – Armanckirina navendê bijîşkî û bikaranîna çekên kîmawî.
biryarê di vî warî de bal kişand ser raporên (Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî) û biryarên (Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe Der Barê komara Erebî ya Sûrîyeyî de) û giringî da cezakirina tawankaran (beşên 21 – 26an).

3 – Rewşa mafên mirovan bo zarokên Sûrîyeyê.
di vî warî de birayr hate dayîn ku rêxistina mafên mirovan di gera xwe ya 37an de xeleke danûstendinê a pilebilind bo vî mijarê çêbike. (beşê 54an ji biryarê).

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêşwazîyê li biryara Encumena Mafên Mirovan dike û teqezîyê li ser giringîya rewşa mafên mirovan li Sûrîyeyê û zimanê bihêz û zelal tevî tevlihevîya rewşa Sûrîyeyê dike her weha teqezîyê li ser van xalan jî dike:

  1. Teqezîya li ser giringîya peydakirina miqatebûneke taybet bo kirîza mirovî ya ku rewşên windakirina bineçarî û bidarvekirinê li xwe digire her weha em doza çêkirina komîteyeke taybet ji pisporên NYyê û rêxistinên ne hikûmyên Sûrîyeyî dikin ku di karê xwe de giranîyê didin kesên windayî û destnîşankirina nasnameya mirîyan.
  2. Bidawîkirina girêdana dosyaya girtîyan bi sîyasetê ji hêla hemû layanên şer û hemû alîyên navdewletî yên çalak û bi taybet desthilatên Sûrîyeyî.
  3. Garantîkirina hebûna lêpirsînan û rêyeke rast bo dadmendîya veguhêz ku di çarçoveya pêvajoyeke avakirina aştîyê li Sûrîyeyê bin da ku aştîyeke domdar were pêkanîn.
  4. Daxwaza çêkirina dadgeha taybet bo Sûrîyeyê bi rêya Komeleya NYyê ya Giştî.

Bo dîtina biryarê bi temamî: bi zimanê Erebî li vê derê bixe