Veguhestina Girtîyên Navendê bo Cihekî nediyar

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê nas kir ku desthilatên Sûrîyeyî damezrênerê navendê; Mazin Derwîş û her du hevkarên girtî: Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr ji zindana Edrayê li hêvîya rûniştina gotina cezayê ku biryar bû 14 meha bê were gotin, ber bi cihekî nediyar ve hatin veguhestin.

Dûrxistina dadgehkirina girtîyên navendê bêhtirî sê salan berdewam kir û 22 rûniştin hatin derengkirin, Mazin Derwî berî çar mehan bo Zindana Hemayê ya navendî hate veguhestin her weha Hanî Elzîtanî bo ya Siwêdayê paşê berî nîvê meha nîsanê her du vegerandina zindana Şamê lê desthilatan ev doz nexistin nav yên ku biryara serokatîyê ya 10ê hizêrana 2014an wan li xwe digire û tometa wan a ku li gor wê tên dadgehkirin li xwe digirr (belavkirina karên terorî/ madeya 8an ji qanûna terorê).

Tirseke mezin ji alîyê Navendê û malbatên girtîyan li ser saxlemî û jîyana Mazin Derwîş yê ku di 2015an de xelta UNISCO jê re bû, nivîskar Hisên Xerîr û mamostayê zanîngehê Hanî Elzîtanî. Ev her sê deng sivîl û aştîyan en û pêdivîya welatê ku ji dengên xwe hatiye valakirin û bûye cihekî leşkerî bi wan heye.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji desthilatên berpirsyar dixwaze ku di cih de çarenûsa Mazin Derwîş û hevkarên pê re diyar bike her weha em berpirsyarîtîya jîyan û saxlemîya wan dixin histê desthilatan de her weha em doza berdana wan a demlidest û bê şert û merc dikin ew jî li gor biryara serokî û biryarên navdewletî yên di vî warî de.