Xizmeta Google News Labê bo Pêşxistina Jêhatinên Rojnamevanîyê bo Hemû Kesan berdest in

Bi rêya Google News Labê, kompanîya Googleê gelek xizmetên ku alîkarîya rojnamevan û çalakvanên ragihênerî bo pêşxistin jêhatinan, bikaranîna teknîkên dîcîtalî û peydakirina agahî û alavên ku destekekê bo têgihştina van agahîyan û analîzekirina wan, dikin, pêşkêş dikin.

Google News Lab alavan bo hemû kesên ku dixwazin peyda dike li gel rahênana di warê

  • Amadekirina raporên rapirsînê
  • Belavkirin û veberanîn
  • Saxlemî û ewlehîya dîcîtalî
  • Piştrastkirina agahîyan
  • Rojnamegerîya agahîyan
  • Bikaranîna rûpelên telefonan ên lezok
  • Rahênanên bikaranîna Youtubeê

Ev perwerde tev bêpere ne û pêdivîya wan bi qeydkirinê tuneye, her weha şopandina wan bi gelek zimanan û di hemû deman de  jî peyda ye li gel karîna li ser daxistina hemû dosyayên perwerdeyan bi forma PDFê.

Her weha ev lab gelek rewş, xwendin û projeyên ku hatine bidawîkirin li gor peydabûna wan di Googleê de pêşkê4 dike li gel hevkarîya ku li gel rêxistin û dezgehan di vî warî de ava kiriye.

Bo naskirina agahîyan der barê rahênan de, li vê derê bixe.

Bo dîtina programan li vê derê bixe

Bo dîtina lêkolînan li vê derê bixe