Sûrya: Di danûstendinên Cinêvê de, pêşikî ji mafên mirovan re ye

Bidawîkirina Êrîşên Neyasayî, Gihandina Alîkarîyan, Mafê Girtîyan, Dadmendî û Çaksazkirina Dezgehên Ewlekarîyê

 

(Cinêv 21ê Sibatê 2017yan) 37 rêxistinên hiqûqî û hin rêxistinên din îroj gotin, pêwîst e ji kesên ku dê di 23yê Sibata 2017an de di bin sîya NYyê di Cinêvê de, di danûstendinên Aştîyê de beşdar bin,  pêşikîyê bidin pênc dozên hiqûqî yên sereke. Doz jî ev in (bidawîkirina êrîşên neyasayî, piştraskirina gihandina alîkarîyan û vekirina rêyeke ewle bo sivîlan, mafê girtîyan, dadmendî û çaksazkirina dezgehên ewlekarîyê).

Van rêxistinan got, di çi qonaxeke veguhêz de be, û piştî bidawîanîna şer; bo parastina mafan bi awayekî qanûnî û bo bicihanîna rêzgirtina mafên mirovn, pêwîstî bi guhertinên yasayî û destûrî yên sereke heye. Di nav van guhertinên destûrî de, divabe teqezî li ser pabendîya Sûryayê bi hemû hevpeyman û yasayên navdewletî yên ku li ser îmze kiriye were kirin. Herweha divabe Sûrya bibe diweleteke ku rêzê ji mafê mirovan re digire û desthilatdarî di destê gelên Sûryayê de be, paşê çaksazkirin li ser asteke navxweyî werin destpêkirin.

Divabe dewletên din ên ku dê di van civatan de bi pêşengîya NYyê li Cinêvê beşdar bin, sûdê ji bandora xwe li ser alîyên şer li Sûryayê bigire da ku mafên welatîyên Sûryayî yên sereke bikevin rojeva kar de.

Şanderê NYyê yê taybet bo Sûryayê Staffan De Mestura got ku rojeva danûstendinan dê xwe bispêre armancên ku di biryara Encumena Ewlekarîyê de ya 2245 ya ku di berfanbara 2015yan de derketiye. Di vê biryarê de Encumena Ewlekarîyê piştgirîya xwe bo pêkanîna hukmeke gişgir û netîrebaz, çêkirina destûreke nû û birêxistina hilbijartine azad û zelal, nîşan daye. Herweha teqezî li ser pêwîstîya çêkirina (dezgehên çavdêrîya agirbestan) kiriye, daxwaza hêsankirina gihandina alîkarîyan, berdana kesên bisitemî û bêdadî hatine girtin, ji hemû alîyan kiriye, herweha daxwaza sînorkieina êrîşên li ser sivîlan û bikaranîna ketûber bo çekan kiriye.

Bidawîkirina Êrîşên Neyasayî

Di heman dema ku alîyên danûstendinan dixwazin li ser aştîyê li hev bikin, divabe çi lihevkirinek veguhêz bi zelalî pabendîya alîyên şer bi yasayên cengê teqez bike. Di her lihevkirinê de jî divabe pabendîya Hêzên Hikûmeta Sûryayê û Hêzên Rûsî bi rawestandina bikaranîna çekên ketûber –weke bombeyên enqûdî û çekên qirkirinê- û bidawîkirina êrîşên li ser li ser herêmên sivîlan herweha rawestandina êrîşên neyasayî yên din, were teqezkirin.

Hêzên opozisyonê jî divabe li ser bidawîkirina êrîşên ketûber û êrîşên din –tirimbêlên bombekirî, avêtina topên hawinê li ser herêmên di bin destê rêjîmê de- erê bikin. Divabe Hêzên Hevpeymanan bi serkirdayetîya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê jî zîyanên êrîşên xwe li ser sîvîlan û zemîna herêmên ku operasyonên xwe lê pêk tîne, kêm bikin. Herweha divabe karibin çêkirina lêpisînên piştrast der barê hejmarên qurbanîyan garantî bikin û eşkere bikin.

Tevî ragihandina agirbestê di berfanbara 2016yan, êrîşên neyasayî berdewam in, ji nav wan jî; êrîşên li ser Newala Beredayê (Wadî Bereda)li gundewarê Şamê, li Êdlêbê û li herêmine din. Di sibeha 1ê Sibatê de, êrîşeke asîmanî avahîyeke girêdayî Navenda Heyva Sor a Erebî ya Sûryayî li Êdlêbê armanc kir. Di encamê de, rêvebirê navendê birîndar bû û ziyanên giran gihane avahîya navendê. Di 10ê Sibatê de, UNICFê ragehand ku herî kêm 20 zarok di êrîşan de li Êdlêb, li kolana El-Waer û kolana Elzehra li Homsê  û li Xota Rojhilatî li Gundewrê Şamê, hatine kuştin.

Di bin sîya van tawanên cengê yên ku Hikûmeta Sûryayê pêk tine, û van binpêkirinên berfireh der heqê mafên mirovan –ji nav wan jî bikaranîna neyasayî bo çekan. Ji hemû alîyên navdewletî û yên ku di danûsetndinan de beşdar, pabendîya bi rawestandina veguhestina çekan û piştgirîya locistîk tê xwestin, ta ku ev binpêkirin werin bidawîkirin û alîyên berpirsyar werin sizakirin. Herweha divabe ev dewlet nema piîtgirîyê bide komên opozisyona çekdar yên ku gelek maf binpê kirine û tawanên cengê pêk anîne.

Divabe Hêzên Hevpeymanan bi serkirdayetîya DYAyê, tawanên Hevpeymana Rûsî- Sûryayî yên ku di bin sîya şerê terorê de hatine pêk anîn bide ber çav, her weha divabe çi hevkarî bi Rûsyayê re di çarçoveya şerê Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê de, nebe rêyek bo pêkanîna van tawanan.

Gihandina Alîkarîyan û Valakirina Ewle bo Herêmên Sîvîlan

Li gor yasaya mirovî ya navdewletî, divabe -di çi şerekî çekdar de be, hemû alî bi hêsankirina gihandina bi lez ya alîkarîyan bo hemû sîvîlên hewcedar pabend bin, herweha sîvîlan jî ji herêmên dorpêçkirî derxînin. Biçîkirina sîvîlan weke alaveke cengê qedexe ye. Li gor (Nivîsgeha Netewên Yekbûyî ya Birêvebinan Karûbarên Mirovî) OTÇA, li Sûryayê, 4,9 melyon kes di herêmine dorpêçkirî ku gihandina alîkarîyan bo wan zehmet e, dijîn. Li van herêman jî bombebaran berdewam e û xwarin, av û alîkarî ne li gor pêdivîya niştecihan e.

Tevî ragihandina agirbestê, lê dorpêçkirina herêmên ku sîvîl di wan de dijîn ji alîyê Hêzên Rêjîmê û alîgirên wê ji alîyekî û Hêzên Opozisyona çekdar ji alîyekî din ve, herweha qedexekirina gihandina alîkarîyan, berdeam bû. Rewşa sîvîlan li herêmên dorpêçkirî zehmet bû, ji lew re bi neçarî ji van herêman bar kir.

Li gor OTÇAyê, ava vexwarinê ji ser 4 melyon kes li Şamê û gundewarê wê hat qutkirin. Ev av ji Bereda û Kanîya Fîceyê yên di bin destê opozisyonê de dihat û ji ber armanckirina van deveran bi mebesta wêrankirina zemîna bingehîn, ev dever hatin wêrankirin û av hate qutkirin. Piştî lêpirsînê û vekolîna di ziyanên ku gihane borîyên veguhestina avê, girûpa (Bîlîngkat)ê ya rojnamegerîya lêpirsînê ya sîvîlane dît ku tiştê herî bawerkirî ew e ku Rêjîma Sûryayê di ber ziyanên ku gihane bingeha kanîyan, berpirsiyar e. Welatîyên sîvîl li Şamê gelek heftîyên xwe bê ava paqij derbaskirin, di heman demê de her du alîyên şer guneh dixistin histên hev de. Paşê, li ser çêkirina borîyên veguhestinê li hev kirin.

Di Sibata 2014yan de, Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî biryara 2139, bo garantîkirina gihandina alîkarîyan, derxist. Herweha ji hemû alîyên şer li Sûryayê xwest ku gihandina alîkarîyên mirovî bo hemû herêmên Sûryayê hêsan bikin. Hikûmeta Sûryayê bi vê biryarê ne pabend bû, ji lew re di 14yê Tebaxa 2014eyan de, Encumena Ewlekarîyê biryara 2165 derxist, tê de ajansên NYyê û şirîkên wê bi pêşkêşkirina alîkarîyan bi rêya 4 derîyên sînorî ku ne di bin destê Rêjîma Sûryayê de ne, hatin erkdarkirin. Biryara 2165 di berfanbara 2016yan de hate dirêjkirin bo 10 rêbendana 2018yan.

Tevî ku Hikûmeta Sûryayî bi biryarên Encumena Ewlekarîya navdewletî der barê pêşkêşkirina alîkarîyan de ne pabend bû, lê Encumenê tu tedbîr di vî warî de nestend. Careke din Rûsyayê Vîto; ji bo rawestandina karê Encumena Ewlekarîyê der bare Sûryayê de bi kar anî.  Pirojeya biryarê doza rawestandina şer bo 7 rojan li Helebê kir herweha doza gihandineke ewle bo alîkarîyan kir.

Divabe hikûmetên pêwendîdar, şandeyên Hikûmeta Sûryayê û yên Opozisyonê ber bi pabendîyke demlidest bo derxistina sîvîlan ji herêmên dorpêçkirî, bibe. Herweha bo gihandineke ewle ji alîkarîyên ku bi rêya derîyên sînorî digihên.

Divabe hemû alîyên şer bi derxistina welatîyên sîvîl ji deverên şer li gor yasaya mirovî ya navdewletî pabend be. Divabe NY û dezgehên din karibin çavdêrê operasyonên derxistinê bin, nabe welatî bi neçarî werin derxistin û parastina welatîyan; çi welatîyên ku dê bar bikin an yên ku bimînin, erkeke li ser milê van alîyan.

Dadmendî

Di 21ê berfanbara 2016yan de, Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî xwe sparte biryareke çêkirina yekîneyeke alîkarîyê bo lêpirsîna tawanên metirsîdar yên ku di sala 2011an de li Sûryayê hatine pêkanîn, ku ev biryar ê ji bo vekirina rêya pêkanîna dadmendîyê alîkar be. Dewletên ku dengê xwe dane vê biryarê, divabe piştgirîya (Yekîneya Lêpirsînê) bi rêya alîkarîya diravî ji bo berdewamîya kar, bike. Ev yekîneya han, û yên din jî ku karên belgekirinê dikin weke (Komîteya Netewên Yekbûyî ya Naskirina Rastîyan) pêvajoya vepirsînê li ser asteke navxweyî, û di pêşerojê de li ser asteke navdewletî, çalak dike. Dibe ku destpêşxerîyên bi vî rengî dadmendîyekê ava bike û nameyekê radestî qurbanîyên Sûryayî bike; tê de ji wan re bibêje ku ev tawanên ku li dijî wan hatine pêk anîn, bê lêpirsîn naqedin.

Pêwîst e alîyên şer; ji nav wan jî Hikûmeta Sûryayê, bi alîkarîya li gel Yekîneya Lêpirsînê û Komîteya Netewên Yekbûyî ya Naskirina Rastîyê, pabend bin.

Divabe civaka navdewletî ji bo danîna bingeheke domdar û xwedî rastî, di kar de berdewam be. Herweha divabe hikûmetên ku piştgirîya karên firehkirina rola Dadgeha Sizayan a Navdewletî li Sûryayê dikin, di pêkanîna dadmendîyê de bo qurbaniyan  pabend be, çi bi rêya Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî be, bi rêya Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî be, bi rêya Encumena Mafên Mirovan ya Newtewên Yekbûyî be yan bi rêyine din be. Divabe dewletên din jî  giringîya dadmendîyê weke elementeke sereke di lihevkrinên aştîyê de (Cinêv) zelal bikin.

Divabe pêşniyarên dayîna parêzbendîyê bo kesên ku destê wan di tawanên metirsîdar de hebûn, werin redkirin. Pêwîst e hemû alî soza lêveger û guhertina hukmên ku di qanûna Sûryayî de parêzbendîyê didin Hêzên Ewlekarîyê, bidin. Herweha avakirina dezgehên dadmendîyê û çaksazkirina wan bi armanca rawestandina li dijî tawanên metirsîdar li gel dadgehên din.

Pêdivî bi çêkirina dezgehine mezin heye, bo naskirina rastîyan, parastina mafê qurbanîyan û dûrxistina tawanbaran ji cihgirtina karên fermî. Ji alîyekî din ve, di çi lihevkirinê de be, divabe alîyên danûstendinê pabendîya xwe bi çêkirina komîteyeke netewî bo zelalkirina çarenûsa windayan û lêpirsîna der bare îşkencekirin û kuştina ji derveyî çarçoveya dadgehê de, eşkere bikin.

Çaksazkirina Dezgehên Ewlekarîyê û Berdana Girtîyan

Ji destpêka şoreşa Sûryayê ve, Hêzên Ewlekarîyê bi awayekî neyasayî dest bi girtin, zindankirin, îşkencekirin û kuştina der heqê hezaran de kiriye, ew jî bi rêya toreke berfireh ji navendên girtinê li hawîrdorî welêt. Çalakvanên mafên mirovan, xwepêşander, ragihêner û wênekêşên ku di medyayê de behsa xwepêşandanan dikirin, herweha kesên ku alîkarî pêşkêş dikirin weke pizîşk û parêzeran, ji alîyê rêjîmê ve hatin girtin.

Divabe pilana veguhêz bi damezrandina dezgehên vekolînê der bare berpirsiyarên pilebilind de, pabend be. Kesên ku destê wan di tawanan an di binpêkirinên mafên mirovan de hebe, divabe ji kar werin dûrxistin, herweha ji wergirtina postine nû jî werin dûrkirin heta ku vepirsîneke têkûz der heqê wan were kirin. Divabe kesên tawanbar, bi taybet di tawanên navdewletî de, li dadgehan weron sizakirin.

Pêwîst e ku ji dezgehên ewlekarîyê yên pirjimar li Sûryayê were xwestin ku ew girêdayî hikûmeta veguhêz be, û pêşberî wê berpirsiyar be. Ji her du alîyan jî tê xwestin ku nehêlin binpêkirinên der heqê mafên mirovan werin dûbarekirin.

Gelek xwepêşanderên aştîxwaz, çalakvanên siyasî û yên sîvîl di girtîgehan de ne, di heman demê de hinên din rastî dadgehkirinê hatin, hin li pêşberî dadgehên leşkerî, hin jî li yên terorî. Herweha hin girûpên Opozisyona Çekdar gelek kes; ji nav wan rojnamevan û çalakvanên ku rexneyên wan dikirin, li herêmên di bin destê xwe de, girtine.

Divabe pabendîya her lihevkirinekê bi berdana girtîyên siyasî, rojnamevan, karkerên alîkarîyê û çalakvanên mafên mirovan hebe, herweha divabe rê li pêş çavdêrine serbixwe bo gihaştina girtîgeh û girtîyan were vekirin. Ji bo bicihanîna van gavan, dibe ku komîteyeke serbixwe bo çavdêrîya rewşa girtîyan û berdana wan, were çêkirin. Divabe rê li ber vê komîteyê were vekirin da ku karibe bi awayekî rast bi erkê xwe rabe.

Divabe hilanîn an guhertina yasayên ku li dijî azadîya derbirînê û kombûnê herweha çêkirina komeleyan disekinin, bikeve rojeva alîyên pêwendîdar. Herweha hilanîna yasaya dijatîya terorê ku di tîrmeha 2012yan de derket û ya ku çalakîyên aştîyane li dijî hikûmetê weke tawanekê dibîne. Pêwîst e pabendîyeke rast bi negirtin û nedadgehkirina karmendên alîkarîyê yên ku li navçeyên opozisyonê kar dikirin, hebe.

Ji hemû alîyan tê xwestin ku bi parastina girtîyên Sûryayî li gor yasayên navdewletî pabend bin, herweha pêwîst e ku girtina bêsedem were qedexekirin û kesê girtî jî sedemên girtina xwe nas bike. Ji mafê hemû kesên ku ji azadîyê bêpar mane; çi girtî bin an na, ku bi parêzerê xwe, malbata xwe û pizîşkan re têkildar be.

Rêxistinên îmzeker

  • 11.11.11
  • Rêxistina El-Kewakîbî ya Mafên Mirovan
  • Rêxistina Lêborînê (Efû) ya Navdewletî
  • Komeleya Aştî, Dad û Belgekirinê
  • Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan
  • Bridge of Peace Sûrya
  • Navenda Qahîrayê ya Xwendinên Mafên Mirovan
  • Christian Aid
  • Navenda Xwendinên Komara Demokratîk
  • Oromîd – Maf
  • Fêdêrasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan
  • Sazîya Biratî ya Mafên Mirovan
  • Navenda Cîhanî ya Berpirsiyarîya Parastinê
  • Sazîya Hêlên Bamber
  • Human Rights Guardian
  • Human Rights Watch
  • Desteya Alîkarîya Mirovahî IHH
  • Dadî ji bo jîyanê
  • Hevkarîya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bo parastina ji şerê çekdar
  • Tora Netundîyê li Welatên Erebî
  • Tevgera Aştîya Domdar
  • Pizîşkên bo Mafên Mirovan
  • Refugees International
  • Sûrya – Azadî
  • Sûrya Charity
  • Navenda Sûryayî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî
  • Navenda Sûryayî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê
  • Navenda Sûryayî ya Serjimar û Lêkolînan
  • Instîtûya Dadmendîyê ya Sûryayî
  • Hevgirtina Sûryayî ya Hemwelatîbûnê
  • Tora Sûryayî ya Mafên Mirovan
  • Sûryayîyên bo Rastî û Dadmendîyê
  • El-Yewm El-Talî
  • Navenda Belgekirina Binpêkirinan Li Sûryayê
  • Truecare
  • Ornamo
  • Vision Gram International