Sûrîye: Stratîcîya “radestîkirinê an mirina ji birçîbûnê” ya ku bi hezaran bi neçarî koçber dike, dikeve asta tawanên dijî mirovahîyê

12ê mijdarê – Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî di raporeke xwe ya nû de ku îroj hatiye belavkirin got ku niştecihên sivîl ên herêmên dorpêçkirî ku rastî bombebaran hatin ne xwedî bijarde bûn li gor lihevkirinên “lihevhatinê” di nav Hikûmeta Sûrîyayî û Grûpên Opozisyinê yên çekdar de, tenê du bijarde di dest wan de bûn, an koçberî an jî mirin.

Operasyona Hikûmetê ya dorpêçkirin, kuştin û koçberkirinê ya ku bûye sedema derketina bi hezarên sivîlan ji malên wan û ew li ser jîyana di rewşên zehmet de bûye tawanek li dijî mirovahîyê.

Rapora li jêr serenava “an em ê biçin an bimirin” hatiye nivîsîn, koçberîya bi neçarî li gor lihevkirinên “lihevhatinê li Sûûrîyeyê” çar lihevkirinên navxweyî ji wan lihevkirinan dixwîne û binpêkirinên ku di dema wê de hatine pêkanîn ji destpêka 2012an ve bibelge dike. Ev lihevkirinên ku her du alîyan li ser wan li hev kir di nac tebaxa 2016an û adara 2017an de bûn sedema koçberîya bi hezaran ji şeş herêmên dorpêçkirî; Dareya, Rojhilatî Helebê, Elwaer, Medaya, Kefreya û Elfûayê.

Hikûmeta Sûrîyayê bi awayekî neqanûnî sivîl dorpêç kirin û ew ji xwarinê û dermanan bêpar hişt her weha gelek êrîş pêkanîn, di heman demê de grûpên opozisyonê yên çekdar jî binpêkirinên wisa pêk anîn lê li ser asteke tengtir.

Philip Luther; rêveberê lêkolînan û kişandina piştgirîyê bo Rojhilata Navîn  û Bakurê Afrîqayê li Rêxistina lêborînê ya Navdewletî got “armanca Hikûmeta Sûrîyayê ya ragihandî têkbirina rêxistina DAIŞê bû lê bikaranîna şêwazî (radestîkirinê an mirina ji birçîna) bû sedema dijwarîya rewşê û ev kar jî di çarçoveya êrîşeke pilakirî ya berforeh de bû li dijî sivîlan ku digihê asta tawanên li dijî mirovahîyê.”

“ji hemû dewletan tê xwestin ku bi hev re alîkar bin da ku sînorekî ji vê pirsgirêka cîhanî re deynin ku koka wê bêcezakirina di van tawanan de ye. Tu awayekî hêsantir bo pêkanîna vê yekê ji peydakirina piştgirîyê û jêderan bo (Mîkanîzma Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe) a NYyê ku ji bo alîkarîya di lêpirsînan de hatiye çêkirin, tuneye.”

Tu bijarde di destên kesên ku rastî van binpêkirinan hatine ji bilî derketina ji male nebû, di encamê de bi hezarên malbatan di kampên demkî de dijîn û bi zehmetî alîkarîyên mirovî yên giring bi dest wan dikevin li gel nebûna derfetên kar.

Philip Luther got: “eger Hikûmeta Sûrîyeyê û Grûpên Opozisyonê yên  çekdar mîna Tevgera Ehrar Elşam ya îslamî û desteya Tehrîr Elşam di warê lihevhatinê de cidî bin, divabe ew vî karê xwe yên nerewa rawestînin her weha dorpêçkirinê hilînin û dawîyekê bo êrîşên li ser bihezarên sivîlên li seranserî Sûrîyayê deynin.”

Rapor xwe disperse hevpeyvînên ku li gel 134 kesan hatine çêkirin di nav nîsan û îlona 2017an de û ji nav wan jî hin kesên koçber ên ku dorpêç û êrîş bi çavên xwe dîtine her weha li gel karmend û zanayên ku di warê hawarçûna mirovî de kar dikin her weha rojnamevan û berpirsên di NYyê de. Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî her weha bi dehan vîdyo û wêne dît ku gotinên şahidan piştrast dikin . Rêxistina doza nerînan ji Hikûmeta Sûrîyayê û ya Rûsyayê kir der barê encamên wê de lê ta nuha tu bersiv ji tu alîyî nehatiye ji bilî Tevgera Ehrar Elşamê.

Rewşa di bin dorpêçê de

Ji destpêka şerê çekdarî li Sûrîyeyê, Hikûmetê dorpêçkirin li ser hin herêmên sivîlan ferz kir û birçîkirin jî wekî çekekî cengê bikar anî, her weha bidestxistina pêdivîyên sereke mîna xwarin, av, dermen, kehrebe, sûtemenî û pêwendîyan qedexe kir an jî sînordar kir li gel qedexekirina derbasbûna rêxistinên hawarçûnê bo herêmên dorpêçkirî.

Bandora vê yekê jî wêranker bû ku xelk ji birçîbûnê mirin û nexweş ketin û nexweşîyên wan tenê di rewşên normal de tên dermankirin, karmendekî hawarçûnê ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re got:

“dema em rastî nexweşên gurçikê dihatin, me nikarîbû alîkarî kiriba ji ber ku alavên şûştina gurçikan li cem me nebûn. Paşê nexweş li pêş çavên me dimirin û me nikarîbû alîkarî kiriba.”

Hin dayikên ku zarokên wan di nav dorpêçê de çavên xwe li dunyayê vekirine ji Rêxistinê re gotin ku zarokên wan gelek êş ji ber kêmbûna sire dayikên xwe kişandin. Dayekekê ji Dareya ku temenê wê 30 sal e û zaroka wê di adara 2016an de çêbûye got ku keça wê gelekî lawaz bû çaxa ku çêbû:

“min ew ji pêsîrên xwe şîr dida lê ew têr nedibû, ew gelekî zeîf bû û tu tişt bi destên me dernediket. Tu çare li cem me nebûn … çawe jina ku zaroka xwe şîr dide dê karibe li ser şorbeyê tenê be?

Hikûmeta Sûrîyayî û Grûpên Opozisyoê yên çekdar derbasbûna alîkarîyên mirovî û yên bijîşkî yên pêwîst bo berdewamîya jîyanê qedexe û sînordar kir,  her weha nirxê kereste û dermanan gelekî bilind bû di encamê de gelê herêmê neçar ma ku di rojê de carekê bi tenê xwarinê bixwin.

Jinek ku dayika 3 lawan e û nevîyê xwe jî piştî kuştina dayik û bavên wî di 2015an de li Rojhilatî Helebê, bixwedî dike, ji rêxistinê re got:

“dorpêçkirina ferzkirî bo malbata min gelekî bitirs bû. Rêxistinê Hawarçûnê yên mirovî nikarîbûn ji ber êrîşên berdewam di karê xwe de berdewam bin, ji alîyekî din ve jî embarên wan jî hatin bombebarankirin … peydakirina pêdivîyên zarokan ên sereke gelekî zehmet bûn. Nirxê sebzeyan jî pir bilind bû. Bandora dorpêçê li ser zarokan ji ya li ser min mezintir bû. Nevîyê min ê du salî bê şîr û xwarin ma ji ber ku an min nikarîbû bikirim an jî ji ber ku li cem rêxistinên hawarçûnê yên mirovî nebûn.”

Hikûmeta Sûrîyeyê û mîlîtayên alîkar pê re, jêderên navxweyî yên xwarinê wêran kirin ew jî bi rêya şewitandina zevîyên çandinîyê li Dareya û Medayayê. Analîzekirina Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî diyar dike ku çandinî sal bi sal kêmtir dibe û herêmeke zuha û rût li dor Daryayê çêdibe.

Mamostayekî berê li Medayayê ji Rêxistinê re got : “hêzên Hikûmetê û Hizbelayê zevî şewitandin û ev yek jî mîna sezayekê bû, tevî ku gihaştina wan bo me ne gengaz bû.”

Li gor delîlan; Komên çekdar û bitaybet “desteya Tehrîr Elşam” û “Tevgera Ehrar Elşamê ya îslamî” Fûa û Kefreya dorpêç kirine û bidestxistina alîkarîyên mirovî sînordar kirin her weha zevî bombebaran kirin.

Êrîşên Berdewam li dijî sivîlan

Li gel êşa sivîlan ji ber şêwazên dorpêçkirinê, êrîşên li ser sivîlan û binesazîya sivîl ew xizan û bêçare hiştine.

Sivîlan got ku hêzên Hikûmetê êrîşên xwe pir kirine berî ku wan li ser koçberîyê neçar bikin ew jî bi armanca radestîkirina wan herêman. Hikûmeta Sûrîyeyê êrîşên xwe di 7ê sibata 2017an de li ser taxa Waerê tund kir da ku piştî mehekê xwe radest bike. Nexweşxaneya li Daryayê hate armanckirin û gelek caran jî hate şewitandin heta dawîyê nema bikêrî bikaranînê hat.

xelkên Rojhilatî Helebê êşeke mezin ji ber operasyonên asîmanî yên tund û hovane ku ji alîyê Hikûmeta Sûrîya û Rûsyayê hatine bicih anîn, dikişînin. Sivîl, mal û nexweşxane bi qesdî hatin armanckirin û tax hatin bombebarankirin û gelek çekên qedexe û yên sotîner hatin bikaranîn.

Niştecihekî Helebê ji Rêxistina Lêborînê a Navdewletî re got : “mirina ji birçîbûnê bi mehan dom dike lê êrîşên asîmanî ne wisa ne. dibe ku mirov di saniyakê de were kuştin. Tu kes nikare xwe ji êrîşên asîmanî biparêze. Sivîl, pir, tirimbêl, dar, gulîstan … û hwd, tev tên armanckirin.”

Rapor behsa 10 êrîşên li ser taxên sivîlan li Helebê dike di dema nav tîrmeh û berfanbara 2016an de û li gor analîzekirina rêxistinê xuya dike ku êrîş dûrî xetên pêşîn bûn û tu armancên leşkerî li dorê nebûn û di encama wan de bi sedan avahî, bazar û nexweşxane hatine wêrankirin.

Grûpên Opozisyonê yên çekdar êrîşê sivîlan kirin û bi sedan birîndar kirin ew jî dema ku her du bajarokên Fûa û Kefrya yên dorpêçkirî bombebaran kirin ku çekên teqîner xwedî bandoreke berfireh bikar anîn. Êrîşên ji vî rengî qanûna navdewletî ya mirovî binpê dikin û di gelek rewşan de weke tawanên cengê tên hesibandin.

Ajokerekî ji Kefreyayê ji Rêxistinê re got: “me newêrîbû zarokên xwe bişînin dibistanê ji ber bombebaranê û nîşanbazên ku gule berdidan zarokan dema ku didîtin ew bi cilên xwe yên şîn diçin dibistanê. Me hin rêyên ewle bo gihandina wan dîtin lê rewş hîn jî metirsîdar e.”

Koçberkirina bi neçarî

Bi hezaran ji xelkên Dareya, Waer, Rojhilatî Helebê, Kefreya û Fûayê neçar man ji malên xwe derkevin li gor lihevkirinên “lihevhatinê”.

Parêzerekî ji Helebê ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re behsa rojên dorpêçê yên dawî kir berî ku lihevkirin çêbibe û got:

“deh rojên dawî berî derketinê pir xirab bûn. Ji bombebaranê diyar dibû ku Hikûmet doza derketina me dike … her pênc mehên bombebaranê yên dawî bi qasî pênc salên êrîşên asîmanî û bejayî ne … ew bes bûn bo min da ku biryara çûyînê bistînim. Çawa sivîl dê bimînin dema ku binesazî nemîne, ne nexweşxane, ne kehrebe û ne jî av? Hikûmetê wêrankirin ji xwe re kir armanc.”

Zilamekî ji Dareyayê ku di nav komîteyeke danûstendinan de bû, awayê gihaştina bo lihevkirina navxweyî ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re şirove kir:

“rêjîmê lihevkirn radigihand û zexta leşkerî dikir da ku em bi neçarî bipejirînin, wisa bû karê wan. Roja ku navbeynkaran em nêzî hev dikirin, roja din rewşeke leşkerî ya xirab çêdibû û tirs di dilê xelkê de dihate çandin.”

Alîyên civaka navdewletî mîna  Yekîtîya Ewropa û Rûsyayê di sala dawî de û bitaybet piştî nîsana 2017an, daxwaza xwe ya piştgirîya karên jinûavakirinê li Sûrîyayê nîşan dan. Lê tedbîrên ku Hikûmeta Sûrîyeyê ji bo vegera sivîlan a ewle bistîne ne diyar in.

Dawîyê Philip Luther got : “civaka navdewletî giranîyê dide karên jinûavakirinê û di heman demê de Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ji hemû alîyên xwedî hêz bitaybet ji Rûsya û çînê dixwaze ku alîkarîya darayî bo herêmên ziyanxwar û vegerandina mafên qurbanîyan bo mal, milk û samanên wan garantî bike  her weha mafê wan ê vegera bi rûmet.”

Bo dîtina nexşeya interactive a herêmên ziyanxwar ji ber koçberîya bineçarî ji kerema xwe re seredana vê malperê bike: : https://syriadisplaced.amnesty.org/

Jêder: Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî