Sûrîye: Rewşeke windabûna kujer sivîlên ku hewl didin ji cenga Reqayê li dijî (Dewleta Îslamî) birevin, dorpêç dike

24ê tebaxa 2017an – Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî piştî çêkirina lêkolînên kûr li ser erdê got ku bi hezaran sivîlên dorpêçkirî li Reqaya Bakurê Sûrîyeyê rastî bombebarana ji hemû alîyan ve tên, li gel gihaştina cengê bo qonaxa xwe ya dawî ya kontrolkirina bajêr. Ji alîyên şer tê xwestin ku pêşekîyê bidin parastina sivîlan her weha rêyên ewle ji bo dûrketina ji enîyê ji wan re vekin.

Di raporekê de ku îroj derketiye, rêxistin çawanîya kuştin û birîndarkirina bi sedan sivîlan ji destpêka şer di hizêranê de ji bo vegerandina kontrola li ser (paytexta) koma çekdar a ku navê (Dewleta Îslamî) û bargeha wê ya sereke, bibelge dike.

Kesên saxmeyî û şahid Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî agahdar kirine ku çi kesê hewl dide bireve rastî mayin û sekvanên DAIŞê te, ji bilî bombebarana asîmanî ya berdewam ji alîyê Hêzên Hevpeymanîyê bi serkirdayetîya Amerîkayê yên ku li gel Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk şer dikin. Di heman demê de, kesên saxmayî gotin ku Hikûmeta Sûrîyeyê ya ku ji alîyê Rûsyeyê ve tê piştgirîkirin, sivîl li gund û kampên başûrî çem bi bombeyên enqûdî yên qedexekirî bombaran kirin.

Donatella Roferra; şêwirmenda rûbirûkirina kêşeyan ya Rêxistina lêborînê ya Navdewletî ku serkirdayetîua tîma karê li ser erdê kiribû, got “li gel xurtbûna cenga stendina Reqayê ji dewleta Îslamî, bi hezaran sivîl di windabûneke kujer de dorpêçkirî ne û bombe ji hemû alîyan ve li ser wan dibarin. Ji Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk û Hêzên Amerîkan; yên ku zanin ku Dewleta Îslamî sivîlan weke mertalan bikar tînin, tê xwestin ku bêhtir sivîlan biparêzin bi taybet ji êrîşên ketober her weha tê xwestin ku rêyên ewle ji wan re vekin da ku dûrî agirê bombebaranê bikevin.”

Li gel gihaştina cengê bo qonaxên wê yên dawî di nîvê bajêr de, metirsî dê mezintir bibin. Dibe ku hin tedbîrên zêde werin stendin, an jî divabe werin stendin da ku jîyana sivîlên di nîvê şer de dorpêçkirî ne were parastin her weha da ku dûrketina wan ji erda şer were hêzankirin.

Donatella Roferra; mezina şêwirmendên rûbirûbûna kêşeyan di Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî de.

Li gel gihaştina cengê bo qonaxên wê yên dawî di nîvê bajêr de, metirsî dê mezintir bibin. Dibe ku hin tedbîrên zêde werin stendin, an jî divabe werin stendin da ku jîyana sivîlên di nîvê şer de dorpêçkirî ne were parastin her weha da ku dûrketina wan ji erda şer were hêzankirin.

“Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk” û Hêzên Hevpeymanê; qonaxa dawî ya operasyona vegerandina Reqayê radihand. Hêzên Sûrîyeyî yên ku Rûsîya piştgirîya wan dike, di tîrmehê de dest bi êrîşên asîmanî li ser gund û kampên prnaberan yên başûrî bajêr kirine. Bi sedê sivîlan hatine kuştin û birîndarkirin ji ber bombebarana ji hemû alîyan ve.

Hejmara sivîlên dorpêçkirî li Reqayê nediyar e lê li got Neteweyên Yekbûyîyê di nav 10,000 û 50,000an de nem her weha tê pêşbînîkirin ku hejmarek ji van kesan; eger ne piranîya wan bin, ji derketina ji “Bajarê Kevin” û herêmên din ên di bin kontrola Dewleta Îslamî de ya ku wan weke mertal bikar tîne, qedexekirî bûn.

Dojeha Bombebarana ku ranaweste

Sivîlên dorpêçkirî li Reqayê rastî metirsîyan tên ji ber bombebaranê û derbeyên asîmanî yên hêzên hevpeymanîyê yên ku di demên dawî de sivik bûne li gor agahîyên “Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk” ên ku li ser erdê şer dikin.

Gelek kesan di demên dawî de Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî agahdar kiriye ku ev êrîşên berdewam û ketober bûne sedema bilindbûna hejmara kuştîyên sivîl di heftî û mehên dawî de.

Herêma Eldiriye ya Rojavayê Reqayê rastî bombebaraneke tund ji alîyê hêzên hevpeymanan ve hatiye ew jî di dema di nav 8 û 10 hizêranê de.

Di vî warî de, niştecihekî herêma Eldiriyeyê got: “bombebaran mîna dojehê bû, gelek bombe bi ser heremê de ketin. Malbatan nizanîbû çawa wê birevin. Hin ji wan ji alîyekî diçûn yê din … da ku cardin rastî bombebaranê werin. Gelo hêzên Sûrîyeya Demoqratîk û hêzên Hevpeymanîyê nizanîbûn ku sivîl li herêmê hene? … em li wir dorpêçkirî bûn ji ber ku DAIŞê nedihişt em derkevin”.

Bombe bi ser malan de diketin. Rewş nedihat wesifdan, weke ku dawîya dinyayê be – qerebalix û qîjeqîja xelkê. Ez vê komkujîyê jibîr nakim.

Welatîyeke sivîl ji Reqaya Bakurê Sûrîyeyê Revîyaye.

Yekî din jî behsa çawanîya bombebarana 10ê hizêranê bi ser malan de li Eldiriyeyê kir, di encamê de herî kêm 12 kes hatin kuştin ji nan jî zilameke 75 salî û zarokeke 18 mehî “Bombe bi ser malan de diketin. Rewş nedihat wesifdan, weke ku dawîya dinyayê be – qerebalix û qîjeqîja xelkê. Ez vê komkujîyê jibîr nakim.”

Kesên saxmayî ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re gotin ku hêzên hevpeymanîyê qeyikên ku çemê Feratê derbas dikirin, armanc dikir, ku ew jî yek ji awayên kêm ên peyda ji bo reva sivîlan ji bajêr.

Weke teqezîyekê jî, Serkirdeyê Leşkerî yê Hêzên Hevpeymanîyê; Cênêralê Amerîkan Stiffen G Townsend ev yek ji Rojnameya “New York Times”ê re got: “em agir berdidin hemû qeyikên ku em dibînin”. Her weha hêzên Hevpyamanîyê di adara 2017an de belavokin avêtibûn di wan de hişyarî dabûn ku “DAIŞ qeyikan ji bo veguhetina çek û çekdaran bikar tîne, qeyikan bikar neynin ji ber  ku derbeyên asîmanî bi rê de ne”.

Derbaskirina çem awayeke reva sivîlan a sereke ji dojeha cenga Reqayê bû. Ji lew re bombebarankirina ‘hemû qeyikan’ –li gor egera ku çek û çekdarên DAIŞê di wan de ne- bombebarankirineke ketober e û qedexekirî ye li gor qanûnên cengê.

Donatella Roferra

Donatella Roferra berdawmî da axaftina xwe û got: “Derbaskirina çem awayeke reva sivîlan a sereke ji dojeha cenga Reqayê bû. Ji lew re bombebarankirina ‘hemû qeyikan’ –li gor egera ku çek û çekdarên DAIŞê di wan de ne- bombebarankirineke ketober e û qedexekirî ye li gor qanûnên cengê.”

 

Bi agirê bombebaranê dorpêçkirî ne

Her dem DAIŞê hin awa bikar tanîn da ku sivîlan ji reva ji Reqayê qedexe bikin, dawîyê ew weke mertal bikar anîn. Her weha çakdarên DAIŞê mayîn li ser rêya derketinê diçandin û checkpoint li dora bajêr çakirin da ku tevgera welatîyan bi sînor bikin û agir berdide kesên ku hewla revê didin.

Ji ber ku enîya şer ji deverekê diçe yeke din, metirsî li ser jîyana sivîlan zêde dibe.

Mehmûda yek ji niştecihên Elderiyeyê ye ku karîbû ji DAIŞê bireve, wê ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re got: “rewş pir xirab bû … DAIŞê nedihişt em derkevin ji bajêr. Ne xwarin û ne elektrîk hebûn. hejmareke mezin ji endamên polîsa olî hebû û sekvanan em dorpêç kiribûn. Eger guleyek ji van kesan li te bikeve, tenê te dikarîbû li mala xwe bemire. Bijîşk nebûn”.

Li gel destpêka qonaxa şer a dawî, rewşa sivîlan kambaxtir dibe.

Rîm jî ji Eldiriyeyê ye û çawanîya destpêka neçarkirina sivîlan ji bo çûn û hatina di nav dîwarên (Bajarê Kevin) de ji alîyê DAIŞê şîrove dike ku tê pêşbînîkirin şerê wan ê dawî dê li wir be: “DAIŞî hatin û li derîyê mala me dan û gotin ku tenê nîv saet bi me re heye da ku em biçin Bajarê Kevin. Eger te gotina wan red bikin ew dê te sîxurîya ji Partîya Karkerên Kurdistanê re tometbar bikin û gefa zindankirinê li te bixwin”.

Çekdarên Dewleta Îslamî dema ku li herêmên sivîlan cih digirin û wan weke mertal bikartînin, tawanekê din tev li lîsteya xwe ya binpêkirina qanûnên cengê bi awayekî pilankirî û tund dikin

Donatella Roferra

Donatella Roferra der barê vê yekê de got: “Çekdarên Dewleta Îslamî dema ku li herêmên sivîlan cih digirin û wan weke mertal bikartînin, tawanekê din tev li lîsteya xwe ya binpêkirina qanûnên cengê bi awayekî pilankirî û tund dikin”

Bombeyên Enqûdî yên Qedexekirî

Di wê dema ku sivîl li Reqayê êşan ji ber cengê dikişînin, gundî li herêmên DAIŞê li başûrê Feratê rastî komkujîyeke cûda ser destê Hêzên Rêjîmê yên ku Rûsya piştgirîya wan dike, hatin, di nîvê tîrmehê yê duyem de êrîşên ketober pêk anîn di encamê de herî kêm 18 sivîl hatin kuştin û gelekên din birîndar bûn.

Li gor wesifdana saxmayan ji van êrîşan re ku ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re veguhestbûn, hat zanîn ku Hikûmeta Sûrîyeyê bombeyên enqûdî yên qedexekirî bi ser herêmên sivîlan de avêtibûn

Gelek şahidan Rêxistin bi avêtina 4 bombeyên enqûdî ji alîyê Hêzên Rûsî ve di 23yê tîrmehê de li ser kampa Sebxayê agahdar kirin ku di encamê de herî kêm 18 sivîl kuştin û gelek birîndar kirin.

Di vî warî de, Zehraa Elmela ya ku çar endamên malbata wê di êrîşê de hatin kuştin got: “em dizanin ew bombeyên enqûdî bûn ji ber ku teqîn ne tenê li deverekê bû; lê gelek teqîn li gelek deveran bûn. Teqînan agir bi konan xist û hemû tişt ji dest me çûn.”

Roja din, hejmareke bombeyên enqûdî yên din bi ser kampa Şerîdeyêê 2 km ber bi rojhilatî ve,  hatin avêtin. Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî seredana kesên saxmayî li nexweşxaneyeke navxweyî kir, ji nav wan jî lawê 14 salî; Ûsama, ku gelek ziyan li zikê wî û dest û pêyên wî hatibûn û 7 endamên malbata wî di êrîşê de miribûn.

Niştecihên bajarokên başûrî awayên reva xwe ji bombebarana ketober li herêmê di nîvê tîrmehê de anîn ziman.

Dawîyê Donatella Roferra got: “sivîl rastî kiryarên tund ji alîya Rêxistina Dewletê tên, ev jî tiştekî diyar e. lê binpêkirinê Dewleta Îslamî nabe sedem ku alîyên şer ên din jî dev ji pabendîyên xwe yên qanûnî û navdewletî  û parastina sivîan berdin. Ev jî bijartina armancên rewa, dûrketina ji êrîşên ketober an yên ne guncan û stendina tedbîrên pêwîst bo sivikkirina ziyanan li ser sivîlan ta asta herî nizm.”

Wêneya satelaytê ya ku wêrana li Reqayê diyar dike – Tîrmeha 2017an

Jêder: Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî