Sûrîye: Grûpên Mafnasan Sizaya Bidarvekirinê der Mafê Berevanê Mafên Mirovan û Endezyarê Pironivîsînê de; Basil Xertebîl, Şermezar Dike

2yê Tebaxa 2017an – Malbata berevanê mafên mirovan û endezyarê pronivîsînê Basil Xertebîl teqez kir ku ew ji derveyê çarçoveya dadgehan di cotmeha 2015an de hatiye bidarvekirin. Rêxistinên Mafên Mirovan ên jêrîmzekar, bi tundî bidarvekirina Xertebîl ya ji derveyî çarçoveya dadgehê şermezar dike her weha doza çêkirina lêpirsînekê der barê rewşa bidawîanîna jîyana wî de dike.
Di 1ê Tebaxa 2017an de, Nûra Xazî Elsefedî; Hevjîna Xertebîl li ser Facebookê ragihand ku hevjînê wê hatiye bidarvekirin û weha nivîsand: “gotin di qirika min de dimînin ku îroj ez bi navê û malbata Basil û ya xwe, derketina sizaya bidarvekirinê û cîbicîkirina wê der mafê hevjînê min de Basil Xertebîl Sefedî de, piştî çend rojan ji veguhestina wî ji zindana Edrayê di cotmeha 2015an de, ragdigihînim … dawîyek ku li bi lehengekî weke wî dikeve.”
Xertebîlê ku li Sûrîyeyê ji dê û bavên Filestînî ji dayik bûye, di pêşxistina pronivîsînê û tore de kar dikir û zanyarîyên xwe ji bo çesipandina azadîya derbirînê û gihaştina bo agahîyan bi rêya înternêtê bikar anîn.
Di 15ê Adara 2012an de, muxaberata leşkerî ew girt û 8 mehan bidûr xist, paşê ew veguhest zindana Edrayê ya navendî li Şamê di 12ê Berfanbara 2012an de. Di vê demê de ew rastî îşkencekirinê hat. Basil ta 3yê cotmeha 2015an di zindana Edrayê de ma, paşê wî malbata xwe agahdar kir ku ew ê bo devereke ne diyar were veguhestin. Ew jî cara dawî bû ku malbata wî nûçeyek jê dibihîst.
Paşê hin agahîyên ne teqezkirî gihan malbata wî ku ew bo dadgeha leşkerî ya ku ji alîyê Hêzên Leşkerî ve di navendên Polîsa Leşkerî de li Qabûnê tê birêvebirin, hatiye veguhestn. Ev dadgeh bi çêkirina dadgehkirinên girtî ne li gor pîvanên navdewletî yên mafê dadgehkirina dadmend, navdar e.
Berî girtina wî, Xertebîl jêhatinên xwe bo alîkarîya di çesidpandina mafên mirovan û gihaştina bo agahîyan bi rêya înternêtê de bikar anîn. Xertebîl gelek xelat bo karê xwe wergirtin, ji nav wan jî xelata Nîşana Çavdêrîyê ya sala 2013an bo azadîya dîcîtalî ya bikaranîna teknolocîyayê bi armanca çesipandina înternêta vekirî û bêpere, her weha ji kesên ku kovara Foreign Policyê weke yek ji sed bîrwerên cîhanî di sala 2012an de binav kir, ji ber rijdîya wî li ser şoreşa aştîyane li Sûrîyeyê.
Ji çaxa girtina wî ve, grûpên mafên mirovan li ser asteke niştîmanî, herêmê û navdewletî, kampanîyên serbestkirina wî bê şert û merc li dar xistin. Di 21ê Nîsanê de, tîma Neteweyên Yekbûyîyê ya bi karê şopandina girtina keyfî erkdar e, ragihand ku girtina wî binpêkirineke peymana navdewletî ya mafên sivîl û siyasî ye her weha doza serbestkirina wî kir, lê desthilatên Sûrîyeyî serbestkirina wî red kir.
Rêxistinên îmzeker xemgînîya xwe ji ber mirina Basil Xertebîl diyar dike û dibînin ku girtina wî û bidarvekirina wî; encameke yekser e bo karê wî yê mafên mirovan û xebata wî ya çesipandina azadîya derbirînê û gihaştina bo agahîyan e.

Em ji desthilatên Sûrîyeyî dixwazin ku:
• Di cih de rewşa cîbicîkirina sizaya bidavekirina Basil Xertebîl diyar bikin.
• Bidawîanîna bidarvekirinê, windakirina bi neçarî, girtina ketober û îşkenceyê ji derveyî çarçoveya dadgehan.
• Serbestkirina hemû girtîyan li Sûrîyeyê ku ji ber bikaranîna aştîyane bo mafên xwe yên rewa di azadîya derbirînê û çêkirina komeleyan de hatine girtin.

Îmzeker:
1. Access Now
2. Amnesty International (AI)
3. Arab Digital Expression Foundation (ADEF)
4. Arabic Network for Human Rights Information (ANHRI)
5. Article 19
6. Cairo Institute for Human Rights Studies (CIHRS)
7. CIVICUS: World Alliance for Citizen Participation
8. Electronic Frontier Foundation (EFF)
9. English PEN
10. Euromed Rights
11. Front Line Defenders (FLD)
12. FIDH, within the framework of the Observatory for the Protection of
Human Rights Defenders
13. Gulf Centre for Human Rights (GCHR)
14. Hivos International
15. Index on Censorship
16. Iraqi Network for Social Media (INSM)
17. Lawyers’ Rights Watch Canada (LRWC)
18. Maharat Foundation
19. Metro Centre to Defend Journalists in Iraqi Kurdistan
20. Palestinian Center for Development and Media Freedoms (MADA)
21. PAX for Peace
22. PEN International
23. Reporters without Borders (RSF)
24. Sisters’ Arab Forum for Human Rights (SAF)
25. SKeyes Center for Media and Cultural Freedom
26. Social Media Exchange (SMEX)
27. Syrian Centre for Democracy and Civil Rights
28. Syrian Center For Legal Studies and Researches
29. Syrian Center for Media and Freedom of Expression (SCM)
30. Syrians for Truth and Justice (STJ)
31. Syrian Network for Human Rights (SNHR)
32. Vigilance for Democracy and the Civic State
33. World Organisation Against Torture (OMCT), within the framework of the
Observatory for the Protection of Human Rights Defenders